Şoreşa Meksîkayê di 1910’an de dest pê kir

Şoreşa Meksîkayê di 1910’an de dest pê kir û bênavber heta 1920’an berdewam kir.

Di 10 salên şoreşê de li gelek aliyên welêt bûyerên şîdetê rû dan, hukumet hilweşiyan û komên mixalif şerê hev kirin.

Îro salvegera destpêka Şoreşa Meksîkayê ye ku proseya herî aloz a dîroka vî welatî ye.

Şoreşa Meksîkayê di 1910’an de dest pê kir û bênavber heta 1920’an berdewam kir.

Di 10 salên şoreşê de li gelek aliyên welêt bûyerên şîdetê rû dan, hukumet hilweşiyan û komên mixalif şerê hev kirin.

Navenda şerê navxweyî herêmên li bakur û başûrê welêt bû.

Bûyera deriyê şoreşê vekir di hilbijartina 1910’an de pêk hat.

Di hilbijartinê de dîktatorê Meksîkayê Porfirio Diaz têk çû û Fracisco Maderoyê alîgirê destûreke bingehîn bû, bi ser ket.

Ji ber ku Diaz encaman qebûl nekir, Madero banga serhildanê kir.

Piştî vê bangê, li herêma Morelosê ya li başûrê welêt serhidana Emiliano Zapata pêk hat.

Serhildan bi ser ket û Madero bû serokê nû yê Meksîkayê.

Gundiyên di bin rêberiya Zapata de bûbûn yek vê carê bi daxwaza reforma axê serî li hemberê hukumeta nû rakirin.

Di heman demê de li bakurê welêt jî Panco Villa jî bi hêzeke serhildêr eniyeke din li hemberê hukumetê vekir.

Paşê generalên baweriyê bi rejîma Diaz anîbûn li hemberê hukumetê derbeyekê leşkerî kirin.

Jin li gelek herêman tevlî şoreşa civakî bûn. Hin ji jinan çek hilgirtin.

Serkeftin û têkçûna şoreşê

Hêzên şoreşger ên li bakur û başûrê welêt vê encamê qebûl nekirin û bi ser paytext Mexico de meşiyan.

Artêşa federal di salên 1913 û 1914’an de têk çû û hêzên şoreşger ketin paytextê.

Lêbelê şoreşa serkeftî di demeke kurt de rastî êrişa alîgirên destûra bingehîn hat û artêşa Pancho Villa têk çû.

Paşê dor hat ser hêzên Zapata û artêşa wî jî di şer de şikestin xwar.

Di Şoreşa Meksîkayê de de şerên di navbera 1910-1911’an de pêk hatin. /Harîte: Wikipedia

Di dawiya vê proseya bi xwîn de Pancho Villa û Emiyano Zapata hatin kuştin.

Ev jî bû dawiya Şoreşa Meksîkayê ku bû sebeba kuştina ji milyonekî zêdetir kesan.

Infowelat

Fotoyê sereke: Pancho Villa (aliyê çepê) û Emiliano Zapata (aliyê rastê). Her du jî lîdera şoreşa Meksîkayê bûn. /Fudacion Centro Historico 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …