Panama di 1903’an de bû welatekî serbixwe

Panama di 3’ê Mijdara 1903’an de serxwebûna xwe bi dest xist.

DYA ji bo berjewendiyên xwe piştî 3 rojan serxwebûna Panamayê nas kir.

Panama ku welatekî Amerîkaya Latîn e, di 3’ê Mijdara 1903’an de serxwebûna xwe bi dest xist.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo serxwebûnê destekê da serhildêrên Panamayî.

Sebeba vê destekê berjewendiyên jeostratejîk ên Amerîkayê bûn.

Washington dixwest li ser projeya Qenala Panamayê bibe xwedî gotin.

Şîrketa Qenala Panamayê ya Fransî-Amerîkî ji bo avakirina qenaleke di navbera okyanûsên Atlantîk û Pasîfîkê de projeyekê dimeşand.

Di 1903’an de Kolombiya bi peymanekê erdên wê qenal li ser bê çêkirin dabû Amerîkayê.

Parlamentoya Kolombiyayê vê peymana di berdêla alîkariya fînansî de hatibû kirin, red kir.

Lewma serokê Amerîkayê Theodore Roosvelt biryarê da alîkariya serhildana li dijî Kolombiyayê bike.

Ligel vê alîkariyê, keştiyeke şer a Amerîkayê jî bi mebesta pêşî li artêşa Kolombiyayê bigire gihîşt Panamayê.

Serokê Amerîkayê Theodore Roosvelt biryarê da alîkariya serhildana li dijî Kolombiyayê bike.

Netewperestên Panamayê di van mercên guncaw de serxwebûna Komara Panamayê ragihandin.

Amerîka di 6’ê Mijdarê de serxwebûna welêt bi fermî nas kir.

Di 18’yê Mijdarê de bi peymana Hay-Bunau-Varilla Qada Qenala Panamayê ket destên Amerîkayê.

Qenal bû malê Amerîkayê

Panama di bersêla vê de 10 milyon dolar ji Amerîkayê wergirt.

Panama bi cografyaya xwe ya di navbera okyanûsên Atlantîk û Pasîfîkê de xwedî girîngiyeke stratejîk e. /Harite: Wikipedia

Qenala Panamayê di 15’ê Tebaxa 1914’an de bi merasîmekê hat vekirin.

Milkiyeta Amerîkayê ya li ser qenalê bi dehan salan hat protestokirin.

Piştî nerazîbûnên berfireh, di 1999’an Amerîka qenalê dewrê Panamayê kir.

————

Foto: Ala Panamayê

İnfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …