64 sal berê, di 1ê kanûna 1959’an de hêzên şoreşger ên Kubayê dawî li dîktatoriya Fulgencio Batista anîn.
Batistayê di navbera 1940-44’an de bûbû serokê welêt, di 1952’an de dest danî ser rêvebiriyê.
1ê kanûna paşîn 1959 roja Şoreşa Kubayê ye.
64 sal berê, di vê rojê de hêzên şoreşger dawî li dîktatoriya Fulgencio Batista anîn.
Batistayê di navbera 1940-44’an de bûbû serokê welêt, di 1952’an de dest danî ser rêvebiriyê.
Fidel Castro vê qebûl nekir û bi serhildaneke çekdarî xwest dawî li dîktatoriyê bîne.
Lê hêzên serhildêr di êrişa 1953’an a li dijî baregeha Moncada de bi ser neketin.
Fidel Castro tevlî çend hevalên xwe hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Castro di 1955’an de ji ber reaksiyonên navneteweyî hat berdan.
Bi dûv berdanê re, Castro ji bo amadekariya şerê gerîla çû Meksîkayê.
Di 1956’an de hêzên şoreşger di bin serokatiya Castro û fermandar Che Guevara û Camillo Cienfuegos de gihîştin Kubayê.
Gerîla artêşa Batista têk bir
Şerê gerîla li çiyayên li rojhilatê Kubayê bi qasî 3 salan dom kir.
Di dawiya 1958’an de gerîla dest bi êrişa li dijî bajaran kir.
300 gerîlayên di bin fermandariya Che Guevara de Santa Clarayê rizgar kirin û paşê tevlî hêzeke din berê xwe dan Havanayê.
Di 1ê kanûna paşîn 1959’an de artêşa Batista teslîm bû û di 2yê mehê de gerîlayên Kubayê ketin paytext Havanayê.
Ambargoya Amerîkayê
Amerîka hukumeta şoreşger nasnekir û di 1961’an de bi hevkariya wê kontrayên li dijî şoreşê êriş birin ser Kubayê.
Çeteyên kontra di vê êrişê de bi ser neketin û piştî vê, Amerîkayê ambargoya aborî li hember Kubayê ragihand.
Digel ambargoya giran jî Kuba di warê avakirina binesaziya dewleta nû de serfiraz bû û bû yek ji dewleta herî bi îstikrar a Amerîkaya Latîn.
Infowelat