Bulten

Înfo Welat Bulten

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê ragihand, wî bi Macron re şandina leşkeran bo Ukraynayê gotûbêj kirîye. Dîplomasîya li dora meseleya Ukraynayê bi bangên ji bo aştîyê re paralel zêde dibe. Ukrayna dixwaze berîya hevdîtinên aştîyê pozisyona xwe xurtir bike. Bi …

Bêtir »

Beledîyeya Akdenîzê hat desteserkirin

Enqere qeyûm şand ser Beledîyeya Akdenîzê ya li Parêzgeha Mêrsînê. Berîya qeyûm, hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan hatin girtin. Piştî girtina şaredaran, DEM Partîyê tevlî alîgirên xwe li pêşîya Edlîyeya Mêrsînê dest bi çalakîyê kir. Beledîyeyeke din a di destên kurdan de ji alîyê Tirkîyeyê ve hat desteserkirin. …

Bêtir »

Sersala Kurdî li Amedê hat lidarxistin

Beledîyeya Peyasê li Amedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist. Zêdetirî 2.000 kes tevlî çalakîyê bûn. Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê li Eywana ÇandAmedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist. Beledîye ji bo lidarxistina vê çalakîyê bi Sanatça Organîzasyon, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Şanoya Bajêr a Amedê …

Bêtir »

Ewrûpa û welatên ereb ji bo Sûrîyeyê cîvîyan

A. Rahman Çelîk Li paytexa Erebistana Siûdî ji bo dîzayna nû ya Sûriyeyê civîn hat lidarxistin. Welatên ereb, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê beşdarî civînê bûn. Baerbock got, “di avakirina Sûrîyeyê de divû kurd jî hebin” Welatên Ereb, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê bi rojeva jinûveavakirina Sûriyê û sistkirina …

Bêtir »

Başûr navên tirkî bi kar tîne

Bernameya xwendinê ji qonaxa parastina zimanê dayikê gihiştiye qonaxa dagirkirina ziman, ji fêrbûna navên Kurdî yên wek “Dara û Zara û Zirîze” ve gihiştiye “Yaxmûr, Denîz û Yildirim”, ku Wezareta Perwerdeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rê daye vê dagirkirinê. Bernameya xwendinê ji qonaxa parastina zimanê dayikê gihiştiye qonaxa dagirkirina …

Bêtir »

DYA û Ewrûpa ji bo parastina kêmarên Sûrîyeyê li hev kirin

Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewrûpayê li Romayê ji bo parastina kêmarên Sûriyê li hev kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî li piştî civînê, berê xwe da Sûriyeyê. Ji bo dîzayna nû ya li Sûrîyeyê Îtalyayê civînekê hat lidarxistin. Wezîrên karên derve yên DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Brîtanya, …

Bêtir »

Greenland wê di rêya serxwebûnê de bimeşe

Serokwezîrê Greenlandê Egede got, êdî dem hatîye astengîyên di qada navneteweyî de derketine pêşîya Greenlandê, bên rakirin. Egede got, di navbera 2025-2029an de wê ber bi serxwebûnê ve gaveke mezin bê avêtin. Girava herî mezin a cîhanê Greenland serxwebûnê nîqaş dike. Serokwezîrê welêt Mute Egede got, êdî dem hatîye astengîyên …

Bêtir »

Mesrûr Barzanî ji bo çi çû Enqereyê?

Mesrûr Barzanî careke din berê xwe da Tirkîyeyê û Erdogan re rûnişt. Tevî daxuyanîyên fermî jî texmîn ev e, naveroka civînê bi giranî li ser avabûna hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Herwiha, di ajandaya Tirkîye û PDKê de xurtkirina pozisyona ENKSê ya li Rojava jî heye. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî …

Bêtir »

Trump wê polîtîkayeke êrişkar bimeşîne

Trump di daxuyanîya çapemenîyê ya li havîngeha xwe ya li Floridayê derbarê polîtîkaya xwe ya derve de agahî dan. Ji axaftinên Trump derket holê, ew ê bi tenê ji perspektîfa DYAyê nêzîkî meseleyên navneteweyî bibe. Trump amade ye ji bo berjewendîyên Amerîkayê ji ambargoyên aborîyê bigire heta bikaranîna hêza leşkerî …

Bêtir »

DMME Yûnanistanê mehkûm kir

Yûnanistan ji ber binpêkirinên mafên penaberan ji alîyê Dadgeha Mafên Mirov a Ewrûpayê (DMME) ve hat mehkûmkirin. Dadgeha li Strasbourgê biryar da, dewleta yûnan penaxwazan bi darê zorê dişîne Tirkîyeyê. Yûnanistan ji ber binpêkirinên mafên penaberan ji alîyê Dadgeha Mafên Mirov a Ewrûpayê (DMME) ve hat mehkûmkirin. Dadgeha li Strasbourgê …

Bêtir »

Erka muzakereyên koalîsyonê ket destên FPÖyê

A. Rahman Çelîk Partîya rastgir a radîkal a Awusturyayê (FPÖ) bû xwedî erka meşandina ji bo hikumeta koalîsyonê. Qonaxa dawî ya di sîyaseta Awusturyayê de bi îstifaya Serokwezîrê Awusturyayê Karl Nehammer dest pê kiribû. Nehammerê hevdîtinên koalisyonê dimeşand, du roj berê ji kar vekişîya bû. Li Awusturyayê wezîfeya avakirina hikumetê …

Bêtir »

Amerîka hebûna xwe ya li Rojava xurtir dike

SOHR (Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê) radigîne, hêzên amerîkî baregehên xwe yên li Hesekê û Kobanê bihêztir dikin. Sazîyê piştrast dike, di 2yê kanûna paşîn de hêzên Amerîkayê li bajarê Kobanê dest bi avakirina baregeheke nû kirine. Amerîka hebûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê xurtir dike. SOHR (Çavdêriya Mafên Mirovan …

Bêtir »