Ekvador ji bo serokê nû çû ser sindoqan

Serokê li ser kar Daniel Noboa û reqîbê wî Luisa Gonzales di hilbijartina Ekvadorê de hatin pêşberî hev.

Her du namzet jî negihîştin ji 50 û loma wê tûra duyemîn a dengdanê wê bê lidarxistin.

Ekvador ji bo hilbijartina serok û parlamentoyê vê yekşemê çû ser sindoqan.

Serokê li ser kar Daniel Noboa û reqîbê wî Luisa Gonzales hatin pêşberî hev.

Noboa ji % 44.4 û Gonzales jî ji % 43.9ê dengan bi dest xistin.

Ji ber ku her du namzet jî negihîştin asta ji % 50, wê tûra duyemîn a hilbijartinê bê lidarxistin.

Tê payîn, serokê li ser di tûra duyemîn de serkeftinê bi dest bixe.

Beşdarîya ji bo hilbijartinê gihîşt ji % 83 ya hilbijêran.

Ligel serok, wê di hilbijartinê de cîgirê serok û parlamentoya ku ji 151 kursîyan pêk tê bê hilbijartin.

Bernameya Noboa û Gonzales

Daniel Noboa bi polîtîkayên xwe yên hişk ên li hemberê bazirganîya madeyên hişbir tê naskirin.

Noboa di dema serokatîya xwe de bi artêş û polêsan li hemberê bazirganên madeyên hişbir xist nava hereketê.

Namzeta çepgir Luisa Gonzales polîtîkayên Noboa yenli dijî sektorên neqanûnî yên welêt dipejirîne.

Lêbelê Gonzales dixwaze xizmetên civakî jî berfirehtir bike.

Gonzales polîtîkaya xwe wiha formûle dike:

“Em nikarin bêyî edaleta civakî şîdetê kontrol bikin û Ekvadora aştî lê serdeste ava bikin.”

Her du namzetên serokatîyê yên Ekvadorê Gonzales û Noboa/ Eleconomista.com.ar/

Bazirganîya narkotîkê

Ekvador di salên dawî de di nava krîzeke giran de ye ku sebeba bê berbelavbûna bazirganîya narkotîkê.

Niha Ekvador bûye welatê yekemîn ku ji nava sînorên wê madeyên hişbir ji Ewrûpa û Asyayê re tê şandin.

Benderên (lîman) Guayaquil and Manta yên li pereva Okyanûsa Pasîfîkê veguherîne navenda wê bazirganîyê.

Madeyên hişbir ji laboratêwarên li Kolombîya û Peruyê digihîjin herdu bajaran ji wir jî belavî cîhanê dibin.

Çeteyên vê bazirganîyê dikin li hemberê kartelên cuda şîdetê bi kar tînin.

Ev jî rêjeya şîdetê ya li welêt derdixe asteke pir zêde.

Infowelat

———————————–

Foto: Ala Ekvadorê 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump û Putin ji bo Ukraynayê dicivin

A.Rahman Çelîk  Lîderên Amerîka û Rûsyayê wê ji bo Ukraynayê hevdîtinekê bikin. Donald Trump xebera …