Şefê NATOyê çû serdana Iraqê

A.Rahman Çelîk

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte çû serdana Iraqê.

Rutte li paytext Bexdayê bi hikumet û Mîsyona NATOyû re hevdîtinan kirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte çû serdana Iraqê.

Rutte Bexdayê bi serokwezîr Mihemed Şiya Sudanî û Serokomar Letîf Reşîd re hevdîtin pêk anîn.

Mijara hevdîtinan rola Mîsyona NATO ya Iraqê, hevkariya NATO-Iraqê û rewşa ewlekariya Rojhilata Navîn bûn.

Generalê Amerîkî Christopher G. Cavoliyê Fermandarê Bilind ê Hêzên Hevpeymaniya Ewrûpî (SACEUR) jî di hevdîtina de cî girtin.

Rutte diyar kir ku ew li ser daxwaza hikumeta Iraqê, NATO xebatên xwe li Iraqê dimeşîne.

Sekreterê Natoyê got, di dema vê xebatê de rêz li serwerî û yekîtiya axa Iraqê re tê girtin.

Mîsyona NATOyê ya Iraqê

Mark Rutte armanca karê NATOyê yê li welatî bi sebeba pêkanîna ewlehî û aramîya îzeh kir.

Pê re jî Rutte wiha axivî: “Ji bo DAIŞ nikaribe vejê, em dixwazin Artêşa Iraqê xurt bikin.”

Sekreterê NATO îdia kir, hevkarîya NATO û Iraqê serkeftinên giring bi dest xistî ye.

Mîsyona  NATOyê ya Iraqê di Civîna NATO 2018an de hatibû avakirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya NATO’yê, Rutte li Bexdayê bi fermandarên Mîsyona NATOyê ya li Iraqê, derdorên dîplomatîk ên welatên NATOyê yên li Bexdayê re jî hevdîtinan kirin.

Infowelat

————————————–

Foto: Axaftina Mark Rutte ya di dema Mîsyona NATOyê ya Iraqê de/Malpera NATOyê

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Serhildana jinên kurd: Axaftineke bi Nelly Jazra re li ser têkoşîn û otonomîyê

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Dema ez di dîroka kurdan de kûr çûm, min dît ku jin …