Artêşa Sudanê di enîyên şer de gav bi gav pêş de diçe.
Ev jî dibe sebeba vê pirsê ku gelo şerê navxweyî bi dawî dibe?
Piştî serkeftinên dawî yên Artêşa Sudanê, niha vê pirsê tê kirin.
Artêşa Sudanê paytext Xartûm, Omdurman û Wad Madaniyê bi tevahî xist bin kontrola xwe.
Hêzên Piştevanîya Lezgîn (RSF) ku ji wan deveran vekişîya, niha piranîya Darfûrê kontrol dike.
Texmîn ev in, şerê dawî wê li Darfurê pêk were û dibe ku ev jî dawî li şer bîne.
Geşedanên dawî ku balansa di navbera her du aliyan de xera kiribû, bi kontrolkirina bajarê Wad Madanîyê dest pêk hatin.
Piştî bidestxistina vî bajarî, RSF ber bi Darfurê ve vekişîyabû.
Serhildana hêzên paramîlîter
Şerê navxweyî yê Sudanê bi serhildana çekdarî ya Hêzên Piştevanîya Lezgîn dest pê kiribû.
Lîderê cûntaya Sudanê general Abdel Fettah El-Burhan xwestibû vê hêza paramîlîter têxe bin kontrola dewletê.
Di serî de Xartûm, gelek bajar û deverên welêt bûbûn navenda alozîyê.
Bi milyonan kes terka cîyûwarên xwe kiribûn û bi dehezaran kes jiyana xwe jiyana xwe ji dest dabûn.
Infowelat
——————————-
Foto: General Abdel Fettah El-Burhan û leşkerên Artêşa Sudanê