Dadgeha Gelan a Mayînde ku li Brukselê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Di dadgehê de sûcên Tirkîyeyê yên li hemberê Rojava hatin darizandin.
Serokê dadgehê navên rêveberên payebilin ên Tirkîyeyê wekî kesên bersûc li dadgehê hatin xwendin.
Dadgeha Gelan a Mayînde ku li Brukselê hat lidarxistin bi dawî bû.
Rûniştinên dadgehê li Zanîngeha Azad a Brukselê (VUB) du roj dom kirin.
Di dadgehê de sûcên Tirkîyeyê yên li hemberê Rojava hatin darizandin.
Dadgeha li Zanîngeha Azad a Brukselê (VUB) kom bû, di roja duyemîn de şahidan guhdarî kir.
Dadgeran bi hûrbînî bala xwe dan hevpeyvînan ku bi vîdyoyê ku bi şahidên sûcên şer re hatibûn kirin.
Rojnamevanê ji Belçîkayê Chris den Hond ku bi rêya vîdyoyê ji Rojava tevlî dadgehê bû got, Tirkîye bi rengekî sistematik êrişê rojnamevanan dike.
Terapîsta alman Jakob Rin jî bi heman rêbazê beşdarî dadgehê û çavdêrîyên xwe yên derbarê êrişên li Bendava Tişrînî hatin kirin, vegot.
Rengîn Ergul û Florian Bohsung derbarê êrişên dewleta tirk a li ser hedefên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê agahîyên bi kîtekît parve kirin.
Paşê, parêzer Ceren Uysal axaftinekê kir û Tayyip Erdogan, Hulusî Akar, Hakan Fîdan û Îbrahîk Kalin berpirsên sereke yên sûcên şer nîşan da.
Rêveberên tirk bersûc bûn
Serokê dadgehê navên rêveberên payebilin ên Tirkîyeyê wekî kesên bersûc xwend in û pirsa ku “ew hatine dadgehê” kir.
Hat ragihandin, “bersûc ji bo parastina xwe nehatine dadgehê.”
Paşê, Jan Fermon got, ew dixwazin rêveberên dewleta tirk ji ber sûcên şer bên cezakirin.
Herwiha, Fermon dîyar kir, biryara ku îro bê dayîn dikare pêşî li sûcên paşerojê bên kirin bigire.
Infowelat