Fatoş Demirtaş
Almanya polîtîkaya xwe ya kontrola jidyayî ya li ser sînoran didomîne.
Polêsên alman 13,000 koçberan li ser sînor paş de vegerandin.
Rasta radîkal a li Almanyayê sebeba sereke ya ya vê polîtîkayê ye.
Almanya 13,000 koçberan li ser sînor paş de vegerandin
Wezareta Karên Hundir ê Almanyayê ragihand, kesên hatin vegerandin belgeyên wan ên pêwîst tune bûn e.
Li gorî çavkaniyên Polîsê Federal, ji sala 2019an û vir ve hejmara ji Almanyayê paş ve hatine şandin gihîşt 22,000an.
Herwiha, di heman demê de polêsan rastî 3,306 kesên fermana wan a girtinê an jî lêgerînê hebûne, hatine.
Ji wan 396 kesên têkildarî rêxistinê radîkal an jî îslamî bûne.
Almanya ji 16ê îlona 2024an de dest li ser sinoran bi Fransa, Belçîka, Holanda, Luksembûrg û Denmarkê dest bi kontrolê kiribû.
Berlîn bi biryareke berîya vê jî kontrola li ser sinoran bi Polonya, Çekya, Awusturya û Swîsreyê heta niha didomand.
Kontrol di 2023an de dest pê kir
Hêjayî gotinê ye, Almanya di 2023an de li ser hin sînorên xwe nuqteyên kontrolê danîbûn.
Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê bi biryarekê li dijî vê kiryara Almanyayê dabû:
Dadgehê sebeba biryara xwe wiha îzeh kiribû:
“Tu bingeheke hiqûqî tune ye ku Almanya, Denmark û welatên din ên Schengenê hatûçûna li ser sînoran kontrol bikin.”
Schengen peymaneke serbestîya hatûçûnê ye ku di navbera 29 welatên Ewrûpayê de hatîye îmzekirin.
Welatên endam ên vê peymanê ev in:
Almanya, Awusturya, Belçîka, Komara Çek, Denmark, Estonya, Fînland, Fransa, Holanda, Hûngarya, Island, Îspanya, Îtalya, Kroatya, Latviya, Liechtenstein, Lîtwanya, Luxembourg, Malta, Norwêc, Polonya, Portûgal, Slovakya, Slovenya, Swêd û Swîsre.
Peymanên vederkirina penaberan
Li alîyekî din, hejmara kesên biryara wan a vederkirinê hatîye dayîn jî zêde dibe.
Îstatîstîkên alman nîşan didin, heta dawîya sala 2022an biryara vederkirina 304,000 kesan hatîye dayîn.
Nêzîkî 250,000 kes ji van bi derfeta “Duldung”ê mafê mayîna demî ya li Almanyayê wergirtine.
Almanya di demên dawî de ji bo şandina kesên biryara vederkirinê wergirtine, dilezîne.
Sebeba sereke ya vê lezê jî gav bi gav xurtbûna partîya nîjadperest AfDê ye.
Almanya ji bo koçberan veder bike misêwa ye bi gelek welatan re peymanan mor dike.
Welatên peymanên şandina koçberan bi wan re hatine îmzekirin ev in:
Albanya, Awusturya, Belçîka, Bûlgaristan, Bosna-Hersek, Çekya, Denmark, Estonya, Fransa, Gîne, Holanda Hûngarya (Macaristan), Kazakistan, Kosowa, Koreya Başûr, Kroatya, Letonya, Lîtwanya, Makedonyaya Bakur, Marok, Norwêc, Sirbistan, Sûrîye, Swêd, Swîsre, Vîetnam.
Foto: Kontrola polîsan a li ser sînorek Almanyayê