A.Rahman Çelîk
Rêxistinên çapemeniyê li ser binpêkirinên Tirkiyê yên çapemeniyê daxuyaniyeke hevpar dan.
41 rêxistinên çapemeniyê îmze avêtin binê daxuyaniyê.
Ji Tirkiyê hat xwestin, rojnamegerên girtî bên berdin û astengiyên li pêşîya çapemenîyê bê rakirin.
Federasyona Rojnamegeran A Navneteweyî IFJ û gelek rêxistinên azadiya çapemeniyê, azadiya îfadekirinê û mafên mirovan li ser binpêkirinên li Tirkiyê daxuyanîyeke hevpar dan.
41 rêxistinên çapemeniyê di daxuyanîya xwe de bang li rayedarên Tirkiyê kirin ku rojnamegerên girtî berdin û karê rojnamegeriyê biparêzin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ji serê salê û vir ve rojnameger bi awayekî kêfî tên binçavkirin û girtin. Daraza Tirkiyê bi awayê neheq kontrola tedbîran datîne yan jî wan mehkûm dike. Vê yekê jî azadiya çapemeniyê dixe nav xetereyê û qada nîqaşê ya demokratîk tehdît dike.”
9 rojnameger hatin girtin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di meha borî de, herî kêm 9 rojnameger hatine binçavkirin.
6’ên wan bi cezeyê girtîgehê hatine cezekirin û 5 jê hatine girtin.
Di der heqê 23 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin û rojnamegerek jî rastî astengiya polîsan hatiye.
Di bangê de ji hikumeta tirk hat xwestin, van kiryarên xwe terk bike û li gorî têgehên edaletê tev bigere.
——————————————-
Infowelat
Foto: Logoya IFJê/ANHA