Tirkîye li Dadgeha Gelan a li Belçîkayê tê darizandin.
Di roja rûniştina yekemîn a dadgehê de sûcên şer ên li Efrîn û Til Rifatê hatin eşkerekirin.
Dadgeha Gelan a Mayînde dest bi xebata xwe ya li Brukselê kir.
Armanca dadgehê darizandina sûcên şer ên Tirkîyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.
Dadgeha li Zanîngeha Azad a Brukselê (VUB) tê lidarxistin, wê du roj dom bike.
Di roja rûniştina yekemîn a roja ewil de, sûcên Tirkîyeyê yên li Til Rifet û Efrînê
Sûcên li Efrînî
Parêzer Efstathios C. Efstathiou têklidarî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê raporek pêşkêş kir.
Efstathiou li ser raporê wiha axivî:
“Armanc ev e, kurdîtî li Efrînê bê tunekirin. Ev yek bi guhertina demografîyê pêk tê. Di raporên saziyên mafên mirovan de hate destnîşankirin ku komkujîya zarok, extiyar an jî sivîlan hat kirin.”
Oz Karahan jî rapora li ser Efrînê pêşkêş kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê û vir ve li ser komkujî û qirkirinan ava bûye. Karahan dagirkirina polîtîkaya li Efrînê bi dagirkirina Kibrisê re miqayese kir.
Karahan got, malen rûman hatin desteserkirin û li cihê hatin valakirin tirkên Misilman hatin bicihkirin.
Parêzer da zanîn, beriya dagirkirinê nifûsa Efrînê 160,000 bû lê piştî dagirkirinê niha nifûsa kurd daket 3,000î.
Sûcên li Til Rifetê
Parêzer Rengîn Ergul li ser sûcên şer ên li Til Rifet û derdorê axaftineke dirêj kir.
Ergul da zanîn, rewşa li Til Rifet û Efrînê weke hev e û wiha axivî
“Gelê ku ji Efrînê koçî Til Rifetê kir, vê carê li Efrînê rastî êrişê hat. Êriş li hemberê zarok û jinan û sivîlan hat kirin. Komkujiyên hatin kirin li hesabên medya dîjîtal ên fermî yên saziyên dewleta Tirk hatin parvekirin. Dewleta Tirk dixwaze êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li herêmê berfireh bike.”
Hevkarîya Tirkîye bi paramîlîteran re
Rengîn Ergul wêneyên leşkerên tirk û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê (ANS) wekî delîleke hevkarîya her du alîyan nîşan da.
Ergul mikurhatina serçeteyekê ANSê jî bi beşdaran re parve kir û axaftina xwe wiha domand:
“Rayedarê ANSê got, yekane dewleta ku alîkariyê bi wan re dike dewleta tirk e. Têkiliya dewleta tirk a bi van çeteyan re li holê ye. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan sûcên çeteyên ANSyê kir rapor. Di raporê de dewleta tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin.”
Beşdarîyeke berfireh
Dadgeha Gelan A Mayînde ji aliyê hin rêxistin û saziyan ve tê lidarxistin û ji gelek rêxistinên sivîl û siyasî destegê werdigire.
Dadgeh dixwaze bi beşdariya şahid û mexdûran sûcên şer ên li Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, eşkere bike.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma parêzeran a ku sûcên Tirkîyeyê dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan tevlî vê dadgehê dibin.
VUB, MAF-DAD (Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê), ELDH (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Ewropayê), IADL (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Navneteweyî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brukselê jî piştgiriya çalakiyê dikin.
Infowelat
———————————————-
Foto: Dîmeneke ji Dadgeha Gelan a Mayînde ya li Brukselê/Hindirîn Hewramî