Murat Karayilan derbarê nîqaşên li ser çekberdana PKKê de wiha axivî:
“Ji bo çekberdanê divê biryar were dayîn. Wekî nimûne divê biryara kongreyê hebe. Divê kongreya PKK’ê bicive û biryareke wiha bistîne.”
Fermandarê HPGê Karayilan got “encax kongre dikare biryara çekberdanê bide.”
Karayilan dîyar kir, bi bangekê çek nayên nerdan û ji bo ev pêk were azadîya Ocalan wekî şert danî pêşîya Tirkîyeyê.
Fermandarê HPGê û endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan di bernameya Stêrk TVyê de li ser proseya dawî axivî.
Karayilan diyar kir bi van gotinan Tirkîyeyê di mijara aştîyê de bi nezelalîyê sûcdar kir û wiha axivÎ:
“Ev ne pirsgirêka me ye, pirsgirêka wan e. Divê ew kesên ku vê bangê dikin û dibêjin ‘bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive’ ji bo bi pêşketina pêvajoyê bixebitin. Eşkere ye ku Devlet Bahçelî ev banga ji ber xwe nekiriye. Li pişt wî dewlet, herî kêm beşek ji dewletê heye. Eger ew îro li gorî bangên xwe tevbigerin belkî pêvajo berdewam bike. Eger ne wiha be, tiştek pêş nakeve.”
Banga Ocalan têr nake
Karayilan li ser îhtimala banga lîderê PKKê Ocalan a ji bo çekberdanê wiha axivî:
“Em bibêjin ku Ocalan bang kir. Baş e, ma bi tenê bangekê ev kar diqede? Em tevgereke bi dehan hezar çekdar in. Ev hêz ne wisa ye ku ji bo pereyan hatibe û dema meaşê wan were birîn û bê gotin ‘here malê’ dê vê yekê bike. Ev hêzeke îdeolojîk e; civakeke mirovên bawermend e. Fedayî ne, heta ku ew kesê ku ev îdeolojî afirandiye, Rêber Apo bi xwe bi wan re nekeve pêwendiyê, bi van hevalên re neaxive, bi tenê bi bangeke vîdeoyî tiştekî nabe. Heta rêberiya me bi vê hêzê re her tim neaxive, dê çawa wan ji bo danîna çekan qanih bike!”
Ji bo çekberdanê şertê kongreyê
Fermandarê kurd di berdewamîya gotinên xwe de tevî azadîya Ocalan lidarxistina kongreyeke PKKê jî wekî şert nîşan da:
“Ji bo çekdanînê divê biryar were dayîn. Wekî nimûne divê biryara kongreyê hebe. Divê kongreya PKK’ê bicive û biryareke wiha bistîne. Ev hemû kar kî dikare bike? Rêber Apo dikare bike. Rêber Apo dikare bangî kongreyê bike; dema kongre bicive Ocalan dikare tê de biaxive. Eger bi fizîkî li wir nebe jî dikare gelek caran peyamên xwe bişîne. Ev ne mijareke asayî ye.”
Karayilan detayên derbarê ka wê kongre çawa bikaribe biryara çekberdanê bide wiha axivî:
“Divê Rêber Apo azad bibe. Êdî ev dem hatiye. Ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve divê azad bibe. Ji bilî Ocalan ti kes ji me nikare vî karî bike, yanî kongreyê bicivîne ji bo çekdanînê, hemû hevalên me îqna bike û razîbûna wan bistîne. Pêşî divê agirbestek hebe. Heta ku agirbest nebe em çawa dikarin çekdanînê bixin rojevê. Her roj çek tên bikaranîn û em bi çekan xwe diparêzin. Em ne aşiqê çekan in; em aşiqê azadî, demokrasî û jiyana wekhev in. Em ji bo van canê xwe didin. Eger ev pêk werin, bê guman êdî wateya çekan namîne.”
Infowelat
Foto: Murat Karayilan/ANF