Amerîka li Okyanûsa Pasîfîkê stratejiya pêşîgirtina li Çînê dimeşîne. Washington diyar kir, eger Çîn li Solomonê baregehan ava bike ew ê jî vî welatî dagir bike. Beriya niha serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison jî derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû ew tu carî naxwazin Çîn li Solomonê baregehan ava bike. …
Bêtir »Macron: Retorîka demokrasiyê lê polîtîkayên otorîter
Macron di tevahiya kampanyayê de bi zimanekî maqûl nêzîkî daxwazên hilbêjêrên rasta nîjadperest bû. Ev yek ji aliyekî ve wekî rêbazek ji bo jinûvehilbijartinê dikare bê nîşandayîn. Lê ji aliyekî din ve jî wekî nimûneya zemîna îdeolojîk a Macron li ser disekine, dikare bê dîtin. Bi gotineke din, civaka Fransî …
Bêtir »Doza Che Guevarayê Afrîkayê bi dawî bû
Ev gotinên balkêş ên Sankara hîn jî di têkoşîna li dijî kolonyalîzm û neokolonyalîzmê de riya miletên bindest ronî dike: Koleyê ku li hemberê zilmê nikare serî hilde bila gazinan ji qedera xwe neke. Eger ew ji sozên azadiyê yên efendiyê xwe bawer bike, wê demê sebeba qedera wî/wê ya …
Bêtir »Lêborîna ji ber sûcên kolonyalîzmê
A.Rahman Çelîk Lêkolîneran îspat kir, di dema şerê serxwebûna Indonezya de, artêşa Holandayê li vî welatî şîddeteke sîstematîk bi kar aniye. Serokwezîrê Hollandayê piştî vê derket pêşberî çapemeniyê û ji Indonezyayê lêborîn xwest Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, ji bo şîddeta ku artêşa Holandayê di navbera salên 1945 û 49’an de …
Bêtir »Hesekê, medya û rêxistinên cîhanî
Medyaya rojava di weşana xwe ya heftiyekê de êrişa girtîgehê wekî bûyereke rûtîn a ji cîhanê da û nexwest paşperdeya vê bûyera mezin derxe pêş. Rêxistinên cîhanî jî ligel medyayê ji testa qebûlkirina heqîqeta bûyera girtîgehê derbas nebûn û careke din nîşan dan ew bi tenê alaveke sîstema cîhanê ne …
Bêtir »Samî li Rûsyayê rastî zextan tên
Hêjayî gotinê ye ligel Norwêc, Swêd û Fînlandê qismekî samî ji 3 hezar salî zêdetir e li herêma Mûrmansk a li bakurê Rûsyayê dijîn. Di encama polîtîkaya talan û asîmîlasyonê ya dema Sovyetê û Rûsyayê de gelê samî hat marjînalkirin û hejmara wan a li herêma Kolayê daket 2 hezarî. …
Bêtir »Sakîne û Marianne bi hev re hatin kuştin
Sal 2013… Roja 9’ê çileyê…Li navenda Ewrûpa Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bi sûîkasteke bêbext hatin qetilkirin. Piş tre derket holê ku ev reşkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û pêkanîn. Fransaya xwedî şoreşa navdar, xwedî sê prensîbên “azadî, wekhevî û biratî” çawa …
Bêtir »Li Tirkiyeyê medyaya kurdî tune dibe
Li Tirkiyeyê medyaya bi kurdî di hin qadan de êdî ji holê rabûye. Li Tirkiyeyê rojnameyek bi kurdî tune ye, qenaleke radyoyê ya ji bo hemû welat weşanê dike tune ye, ajanseke nûçeyan a zimanê wê yê sereke kurdî be tune ye û herwiha qenaleke televîzyonê ya di destê şexsan …
Bêtir »Polonya bi ziman hebûna xwe parast
Necat Ayaz Hişmendiya dîrokî û berxwedana çekdarî ligel hebûna Dêra Katolîk bandorê li zindîbûna hişmendiya neteweyî kirine lê bikaranîna zimanê polonî di hemû qadên xebatê de bi tena serê xwe faktora herî li ber çav e ku pêşî li asîmîlasyonê girtiye. Serxwebûna siyasî ji dest çû be jî, bi israr …
Bêtir »Parastina neteweyekê
Necat Ayaz Eger dewlet dixwaze kurdîtiyê di şexsê gerîla de li kozikên çiyayên bilind tune bike, divê em ji qadên sivîl bersivê bidin vê barbariyê û kurdîtiya di şer de êsîr hatiye girtin rizgar bikin. Li Afganistanê serkeftina Talîbanê li dijî Amerîkayê ji bo Tevgera Kurd bû sebeba lêxistina zengila …
Bêtir »Amerîka li Afganistanê têk çû an têk neçû?
Necat Ayaz Lewma divê em jî vê rastiya li ber çavên hemû dinyayê pêk hat qebûl bikin. Divê helwestên me yên siyasî nebin berçavkên îdeolojîk û nekevin navbera me û realîteyên cîhanî. Amerîka çawa ku li Vîetnamê têk çû ligel şer û projeyên xwe yên 20 salan li Afganistanê jî …
Bêtir »Jan van Beers: Pêşengê perwerdeya holandî li Belçîkayê
Di zarokatiya Jan van Beers de gelên flaman û walon bi serhildanekê dawî li rêvebiriya Qraliyeta Holandayê anîn û di 1830’an de Belçîkayê ava kirin. Lêbelê digel beşdariya flamanan a bo têkoşîna serxwebûnê, zimanê fransî bû zimanê fermî yê dewletê û zimanê holandî gav bi gav ket nava proseya marjînalbûnê. …
Bêtir »Bantûstana Başûr
Bantûstan peyveke di wateya “welatê bantûyan” de ye û di dema rejîma apartheid a Afrîkaya Başûr de hatiye bikaranîn. Rejîma nîjadperest ji bo afrîkiyên reşik û spî ji hev veqetîne di salên 1940’an de vê mijarê aniye rojevê û bi Qanûna Otonomiya Welatîbûna Bantû ya di 1970’î de kiraseke fermî …
Bêtir »Ziman tune be şer ji bo çi ye?
Necat Ayaz Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin. Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke …
Bêtir »Doza Rizgariya Belûcistanê
Welatek ji aliyê çavkaniyan dewlemend be, lê miletê wî bi xizaniyek xedar re rû bi rû be…Ev, trajediya hemû welatan e ku rastî dagirkirina hêzên derve hatine.Belûcistana di nava Pakistan û Îranê de hatiye parvekirin, xwedî heman çîroka dilsoj e. Her du dewlet, ligel şerekî qirêj, buhust bi buhust erdên …
Bêtir »Amazîx: Xwediyê esil ên bakurê Afrîkayê
Wan 10 hezar sal, li ser erdên xwe li gorî qanûn û edetên xwe jiyana xwe berdewam kir. Hêzên derve, herdem êrişên dagirkeriyû û talanê birin ser wan û aşên asîmîlasyonê li welatê wan damezrandin. Di van demên dijwar de, çol û çiya hatin hawara wan û ji van …
Bêtir »Maorî bi têkoşînê bûn hevparê New Zelandê
Maorî bi têkoşînê bên hevparê New Zelandê Rêvebiriya kolonyal, fam kir ku bi êrişên leşkerî mesele çareser nabe û bi maoriyan re dest bi muzakereyan kir. Di encama hevdîtinan de li ser aştiyê hat lihevkirin û Peymana Waîtangî hat amadekirin. Nûnerê Qraliyeta Brîtanî William Hobson û 500 serekeşîrên maorî îmzeya …
Bêtir »Myanmar: Yek ji 100 komên etnîk efendiyê hemû welat e
Myanmar ji destpêka damezrandina xwe ve polîtîkayeke asîmîlasyon û şîdetê li dijî gelên li bakur dimeşîne. Gelên kêmar ji mafên xwerêvebirinê û perwerdeya zimanê dayikê bêparin. Myanmar welatê herî mezin ê başûrê rojhilatê Asyayê ye ku di 1948’an de ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xistiye. Vî welatê ji aliyê …
Bêtir »Berxwedana hebûnê ya Mapûçeyê
Mapûçiyên serhildêr, li stargehên nû xwe amade kirin û paşê bi êrişeke mezin, keleyên sembola zilm a kolonyalîzmê bi axê re kirin yek. Ev cara yekemîn bu ku miletekî li parzemîna Amerîkayê, kolonyalîstên hêzdar ên Îspanyol têk dibir. Ev çiyayên herdem serê wan bi berf, çemên avzelal û daristanên wekî …
Bêtir »Samî li 4 dewletan li ber xwe didin
Ew bi hezaran salan, li ser erdên ji berf û qeşayê, tevlî naxirên pezkoviyan bi serbestî geriyan. Lê netew-dewletên nû, welatê wan parçe kirin û ew xistin nava tevneke giran a asîmîlasyonê. Digel êş û kulên bindestiya 100 salên dawî, gelê Samî ji bo ji erdên xwe yên dîrokî …
Bêtir »Aînû: Miletê ku 400 sal in nifûsa wî zêde nabe
Li ser axa xwe bûn kêmar, erdên wan hat dagirkirin û paşê zimanê wan hat qedexekirin…Çîroka jandar a gelê aînû, ji vir 700 sed sal berê bi kolonîzasyona Japonyayê dest pê kirDi encama dagirkerî û asîmîlasyona xedar de, aînû veguherî komeke etnîk a li ber sikratêDi 400 salan de hejmara …
Bêtir »