Polonya bi ziman hebûna xwe parast

Necat Ayaz

Hişmendiya dîrokî û berxwedana çekdarî ligel hebûna Dêra Katolîk bandorê li zindîbûna hişmendiya neteweyî kirine lê bikaranîna zimanê polonî di hemû qadên xebatê de bi tena serê xwe faktora herî li ber çav e ku pêşî li asîmîlasyonê girtiye. Serxwebûna siyasî ji dest çû be jî, bi israr bikaranîna ziman herdem sînorên çandî yên miletê polonî parastî ye û ev jî bingeha ku serxwebûna welêt li ser bê damezrandin amade kiriye.

Deştên bakurê Ewrûpayê ku ji peravên Atlantîkê dest pê dikin, bi sedan kîlomêtro bênavber ber bi rojhilat ve dirêj dibin. Ev axa bi ber, ji bilî qîmeta xwe ya çandiniyê di dîrokê de herdem hatûçûna di navbera welatên li herêmê jî hêsantir kiriye. Gelek mîr û begên bajargir li pêşiya artêşên xwe yên bi heybet, li çarnikarê van deştan hespên xwe bezandine û bûne xewnereşka miletên niştecî. Yek ji van miletan nişteciyên Polonyayê ne ku bi mewkiya xwe ya cografîk tam di nava dilê van deştan de cî digire. Lewma vî welatê xwedî erdên berfireh ên ji aliyê toreke berfireh a çeman tê avdan, herdem bala cîranên li derdorê kişandî ye. Ev jî bûye sebeba êriş, dagirkirin û bêîstikrariya siyasî ya li welêt û şopeke mayinde li ser hişê miletê polonî hîştî ye.

Têkiliya coxrafyayê ya li ser qedera welatekî bi zelalî dikare di dîroka Polonyayê de bê şopandin. Polonya bi ciyê xwe yê di navbera 3 împaratoriyên herî mezin ên cîhanê de, bi sedan salan wekî welatekî tampon hatiye dîtin. Li rojhilat Rûsya, li rojava Almanya û li başûr Awusturya-Hûngarya ji bo serdestiya li ser erdên vî welatî plan û projeyan meşandine. Ji ber vê realîteya giran, welatperwerên polonî di heman demê de neçar mane bi rengekî hemwext di 3 eniyan de têkoşîna rizgariya neteweyî bimeşînin. Mekanîka êriş û zextên li dijî hebûna neteweyî û berxwedana ji bo hebûnê, dîroka du sed salan a Polonyayê diyar kiriye.

Parvekirina Polonyayê di navbera 3 dewletên herî hêzdar ên Ewrûpayê de. Rûsya bû xwediyê piraniya welêt û erdên rojeva ketin destên Prûsyayayê. Qismek herêmên li başûr jî Awusturya-Hûngaryayê re hatin hiştin,

Têkiliya coxrafyayê ya li ser qedera welatekî bi zelalî dikare di dîroka Polonyayê de bê şopandin. Polonya bi ciyê xwe yê di navbera 3 împaratoriyên herî mezin ên cîhanê de, bi sedan salan wekî welatekî tampon hatiye dîtin.

Parvekirina Polonyayê

Xetereya herî mezin a li hemberê Polonyayê herî zêde bi destên rêvebiriyên Moskow û Berlînê hatiye meşandin.  Lê Rûsyaya xwedî polîtîkaya berfirehbûna ber bi rojava ve, ji Almanyayê hîn bêtir xetere hatiye qebûlkirin. Hukumdarên Moskowê kontrola Polonyayê kirine yek ji esasên polîtîkaya berfirehbûnê û ji dawiya sedsala 17. û pê ve dawî li serxwebûna dewleta polonî anîne. Bi hilweşîna rêvebiriya Varşovayê, her du dewletên keysparêz jî ketine nava tevgerê û di sala 1717’an de hemû erdên Polonyayê di navbera her sê împaratoriyan de hatiye parvekirin. Rûsya digel paytext Varşovayê,  bûye hakimê hemû erdên li rojhilatê welêt. Almanyaya di kemînê de, bajarên mezin û deştên bi ber ên rojavayê Polonyayê dagir kiriye. Herçî Awusturya ye, ew jî ji vê parvekirinê bêpar nemaye û di serî de bajarê dîrokî Krakow, erdên li başûrê Polonyayê dagir kiriye.

Realîteya sereke ya dîroka du sed salên dawî yên Polonyayê ji dagirkirin û parvekirina erdên welêt pêk tê. Parçekirin an parvekirin ji aliyê dewletên hêzdar her car li ser masayê hatiye erêkirin.

Parçekirin û jinûveparvekirina erdên Polonyayê di sedsalên bê de jî berdewam kiriye û bi peymanên navneteweyî kiraseke hiqûqî li dagirkirina vî welatî hatiye kirin. Di Kongreya Viyanayê ya 1815’an parvekirina Polonyayê hatiye erêkirin. Hevdîtinên Versaillesê ya 1919’an ku sîstema navneteweyî ya piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn ava kiriye, mafê hebûna Polonyayê naskiriye û ev jî bûye pêkhatina xewna Polonyaya serbixwe. Lê belê ev serxwebûna demkurt vê care rastî êrişa Almanyaya Nazî hatiye û vê bihara neteweyî ya gelê polonî bûye qurbanê faşîzma Berlînê. Bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn careke din derfetên serxwebûna welêt bi xwe re anî ye. Lê Sovyeta serkeftî destûrê nedaye hêzên siyasî yên polonî li welêt bibin îktîdar û li Varşovayê rêvebiriyek dûvik ava kiriye. Û helbet ev jî careke din bi peymana Yaltayê ya 1945’an a di navbera Sovyet, Amerîka û Brîtanyayê de pêk hatiye.

Serhildana Çileyê ya 1863’an. Berxwedana hêzên polonî ya li dijî Rûsyayê heta 1864’an dom kir. Lêbelê serhildan bi zehmetî be jî hate tepeserkirin.

 Têkoşîna ji bo hebûnê

Ev agahiyên kurt bi zelalî nîşan didin, realîteya sereke ya dîroka du sed salên dawî yên Polonyayê ji dagirkirin û parvekirina erdên welêt pêk tê. Parçekirin an parvekirin ji aliyê dewletên hêzdar her car li ser masayê hatiye erêkirin. Mevkiya cografî ya Polonyayê ya di navbera hêzên mezin ên Ewrûpayê de sebeba herî berbiçav a vê dîroka jandar dikare bê qebûlkirin. Polonya di mijara realîteya coxrafyaya tampon û encamên wê yên hilweşîner de mînaka herî berbiçav a cîhanê ye. Parçebûn û kontrola bi destên sê dewletên hêzdar ên ewrûpî û bi awayekî hemwext têkoşîna li dijî her sê hêzan, aliyê herî balkêş ê vê dîrokê ye. Hedefa hêzên siyasî ya polonî pirî caran bidestxistina serxwebûna welêt bûye. Ji bo vê jî pirî caran serhildanên çekdarî hatine birêxistinkirin. Lê hewldanên ji bo dewletbûnê her car bi şîdeteke mezin hatine tepisandin û dewletên dagirker ji bo vê hevkariyê kirine.

Şerê çekdarî di hin qonaxên dîrokî de li pêş be jî, tevgera polonî herdem têkoşîna çandî-zimanî yek ji stûnên sereke ya rizgariya welêt qebûl kiriye. Bi weşandina xebatên wêjeyî û bi çapemeniya bi zimanê dayikê, forma zimanê standard ê polonî li hemû erdên dagirkirî belav bûye. Perwerdeya bi zimanê polonî bi însîyatîfên lokal û herêmî hema hema li her aliyê Polonyayê bi serfirazî hatiye meşandin.

Józef Klemens Piłsudski (1867 – 1935). Pilsudki damezrînerê Polonyaya serbixwe tê qebûlkirin, Lîderê polonî piştî serxwebûnê heta 1922’an fermî, ji vê dîrokê heta 1935’an jî bi awayekî de facto li ser kar ma.

Helbet dewletên dagirker bi tenê bi kontrola siyasî ya welêt nehatine serî û bi taybetî Rûsya û Almanya projeyên asîmîlasyonê jî meşandine. Rûsya ji destpêka sedsala 19. û şûn ve hewl daye ola Ortodoks li ser erdên di bin destê xwe de ferz bike û zimanê rûsî bike zimanê rêvebiriyê. Almanyaya di dawiya dawiyê de yekitiya xwe ya siyasî pêk anî ye, hewl daye demografyaya erdên dagirkirî biguherîne û li hemû sazî û dezgehên fermî zimanî almanî ferz kiriye.

Rola ziman a di vejîna neteweyî de

Ê baş e, çawa miletekî wekî polonî tena sere xwe dikare li dijî hewldanên înkarkirina neteweyî û asîmîlasyona 3 dewletên mezin xwe li jiyanê rabigire?

Pirsa vê bersivê di xetên sereke yên îdeolojiya tevgera rizgariya neteweyî ya Polonyayê de veşartî ye. Şerê çekdarî di hin qonaxên dîrokî de li pêş be jî, tevgera polonî herdem têkoşîna çandî-zimanî yek ji stûnên sereke ya rizgariya welêt qebûl kiriye. Bi weşandina xebatên wêjeyî û bi çapemeniya bi zimanê dayikê, forma zimanê standard ê polonî li hemû erdên dagirkirî belav bûye. Perwerdeya bi zimanê polonî bi însîyatîfên lokal û herêmî hema hema li her aliyê Polonyayê bi serfirazî hatiye meşandin.  Bo nimûne, di destpêka salên 1900’î de, li herêma di bin destê Rûsyayê de ji sêyan yekê hemû zarokan di dibistanên îlegal ên polonî de hatine perwerdekirin. Lê mînaka herî balkêş a vejîna zimanî dikare ji herêmên di bin serdestiya Almanyayê de bê dayîn.  Li Polonyaya di bin destên dewleta Prûsyayê de tam 1000 pirtûkxaneyên polonî hatine vekirin! Li hemberê polîtîkaya asîmîlasyonîst a kulturkamph a dewleta alman, ligel tora pirtûkxaneyan hejmarake zêde însîyatîfên perwerdeyê belavî erdên di bin kontrola Almanyayê de bûye.

Mirov dikare bêje, dema li bajaran jiyan bi zimanê neteweyî bimeşe hewldanên asîmîlasyonê yên hêzên biyanî nagihîjin armancên xwe. Ku ev nebûna, ne mimkûn bû Polonya xwe bikaribûna ji projeyên asîmîlasyonê yên Prûsya-Almanyayê biparastana.

Ferhenga Samuel Linde ya bi navê Słownik Języka Polskiego ya 1807’an. [Ferhenga Zimanê Polonî].

Hin dersên ji dîroka Polonyayê

Gelo mirov ji dîroka du sed salan a Polonyayê ku li ser mekanîka dagirkirin-parçekirin-berxwedanê pêk hatiye, dersên çawa derbixe?

Yekemîn, piraniya hêzên siyasî yên polonî herdem bi hedefa serxwebûna welêt serhildanên çekdarî birêxistinkirine lê her carî serhildan têkçûne û hêzên mezin di muzakereyên di nava xwe de derbarê qedera siyasî ya Polonyayê de biryar dane.

Duyemîn, gelê polonî xwedî hişmendiyeke dîrokî-siyasî ya xurt bûye ku ji ber hebûneke domdirêj a Kraliyeta Polonyayê pêk hatiye.

Sêyemîn, berevajiya her du dagirkerên xwe (Almanya û Rûsya) hebûna ola katolîkiyê û Dêra Katolîk e. Dêr pirî caran li tenişta doza têkoşîna neteweyî ciyê xwe girtî ye û nebûye alaveke dewletên dagirker.

Çaremîn, hîn di demeke zû de (ji sedsala 16. pê ve) pêkhatine zimanekî edebiyatê û paşê bi riya çapkirinê, belavbûna zimanê standard li her sê parçeyên dagirkirî yên Polonyayê.

Logoya Rêxistina Perwerdeya Veşartî ya bi navê TON. Ev tora berfireh di 1939’an de, piştî dagirkirina Almanyaya Nazî hat damezrandin. Li derdora 1.5 milyon zarok ji aliyê mamosteyên vê rêxistinê hatin perwerdekirin.

Helbet ligel van her sê taybetiyan, hebûna bajarên mezin wekî keleyên zimanên polonî faktoreke din e ku rola wê di parastina nasnameya neteweyî ya polonî de girîng e. Bi taybetî, Varşova, Krakow û Poznan ligel girîngiya xwe yên siyasî, bûne hêlînên parastina ziman. Ev jî yek ji sebebek berbiçav a serfiraziya têkoşîna zimanê polonî ye. Bi gotineke din, mirov dikare bêje, dema li bajaran jiyan bi zimanê neteweyî bimeşe hewldanên asîmîlasyonê yên hêzên biyanî nagihîjin armancên xwe. Ku ev nebûna, ne mimkûn bû Polonya xwe bikaribûna ji projeyên asîmîlasyonê yên Prûsya-Almanyayê biparastana.

Wekî encam, hişmendiya dîrokî û berxwedana çekdarî ligel hebûna Dêra Katolîk bandorê li zindîbûna hişmendiya neteweyî kirine lê bikaranîna zimanê polonî di hemû qadên xebatê de bi tena serê xwe faktora herî li ber çav e ku pêşî li asîmîlasyonê girtiye. Serxwebûna siyasî ji dest çû be jî, bi israr bikaranîna ziman herdem sînorên çandî yên miletê polonî parastî ye û ev jî bingeha ku serxwebûna welêt li ser bê damezrandin amade kiriye.

________

Gotar di 12 Mijdar 2021’an de di rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …