Li Belçîkayê hejmara penaberan zêde dibe

Li Belçîkayê di mehekê de ji 4 hezaran zêdetir kes serî li mafên penaberiyê dan.

Ji serê salê û vir ve 26.636 kes ji bo penaberiyê hatine Belçîkayê.

Tirkiye di warê serîlêdanên li Belçîkayê welatê pêncemîn e.

Hejmara kesên li Belçîkayê serî li penaberiyê didin her ku diçe zêde dibe.

Cara pêşiyê di mehekê de ji 4 hezaran zêdetir kes serî li mafên penaberiyê dan.

Agahiya derbarê mijarê de ji aliyê CGRA’yê (Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan) ve hate weşandin.

CGRA kurtedemek berê daneyên serîlêdanên penaberiyê yên ji bo meha îlonê weşand.

Li gorî daneyan, 4009 kes di îlonê de ji bo mafê parastina navneteweyî serî li Belçîkayê dane.

CGRA (bi holendÎ CGVS) Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye. Sazî serîlêdanan penaberan a ji bo mafên îkametê dinirxîne.

Afganistan bi 680 kesî di warî serîlêdanan de welatê yekemîn e.

Burundi, Suriye, Filistin, Erître û çend welatên Rojhilata Navîn Afrîkayê di jora vê lîsteyê de cî digirin.

Ji serê salê heta aniha 26.636 kes li Belçîkayê serî li mafê penaberiyê dane.

Afganistan bi 4474’an dîsa di vî warî de di lîsteyê de welatê yekemîn e.

Di sala 2021’an de hejmara kesên ji bo mafê penaberiyê hatine Belçîkayê 25.971 bû.

Ev jî nîşan dide hejmara penaberan di sala 2022’an de zêde bûye.

CGRA diyar dike, di meha îlonê de ji bo 2428 kes biryar hatiye dayin.

Serîlêdana bi qasî 40,8 ji % ji penaberxwazan hatiye qebûlkirin.

Herwiha CGRA radigihîne, 16,793 dosyeyên îltîcaxwazan li ber destên wê ye.

Saziyê heta niha nedaye zanîn ka wê biryarên derbarê van dosyeyan de kengî bên bersivandin.

Di 2022’an de kesên ji 10 welatan ji bo penaberiyê serî li Belçîkayê dane. Çavkanî: CGRA

Serîlêdanên ji Tirkiyeyê

Di meha sala 2022’an de hejmara îltîcaxwazên ji Tirkiyeyê gihîştî ye 1235’an.

Derbarê 593 dosyeyên ji Tirkiyeyê biryar hatine dayîn û daxwaza penaberiyê ya 442 kesî hatiye qebûlkirin.

Di agahiyên hatin parvekirin de Tirkiye di warê serîlêdanên li Belçîkayê welatê pêncemîn e.

Îlonê 278 welatiyên Tirkiyeyê ji bo mafê penaberiyê serî li Belçîkayê dane.

Di meha sala 2022’an de hejmara îltîcaxwazên ji Tirkiyeyê gihîştî ye 1235’an.

Derbarê 593 dosyeyên ji Tirkiyeyê biryar hatine dayîn û daxwaza penaberiyê ya 442 kesî hatiye qebûlkirin.

CGRA daxwaza îltîcayê ya 150 kesî jî red kiriye.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …