Sirbên Kosovayê ji karên dewletê îstifa dikin

Du daxwazên çalakgerên sirb hene:

  • Divê hukumet biryara guherandina plaqeyên trafîkê yên Sirbistanê yên bi plaqeyên Kosovayê re betal bike.

  • Bila ji bo damezrandina Yekitiya Belediyeyên Sirb destûr bê dayîn.

Kosova piştî aramiya kurt dom kir, deriyên xwe li aloziyeke din vedike.

Sirbên li vî welatî biryar dan, bi awayekî girseyî ji saziyên fermî yên Kosovayê îstifa bikin.

Nûnerên kêmara sirban diyar dikin sebeba aktîvîzma wan, binpêkirina peymana di navbera Sirbistan û Kosovayê de ye.

Sirb îdîa dikin, hukumeta Kosova peymana bi li ser plaqeyên wesayitan ya bi navbeynkariya Ewrûpayê hatibû îmzekirin îhlal dike.

Kampanyaya îstifayê, roja şemiyê bi biryara partiya sirban Sirpska Lista dest pê kir.

Piştî civînê, ji duh û pê ve wekîl, endamên meclîsên belediyeyan, dadger, dozger û polêsên sirb ên li Kosovayê dest bi îstifayê kirin.

Polêsên endamên kêmara sirb, kincên fermî ji xwe kirin û bi vî awayî hukumeta Kosovayê protesto kirin.

Li Kosovayê li derdora 140.000 sirb dijîn. Piraniya sirban li bakurê welêt, nêzîkî bajarê Mitrovicayê bi cî bûne.

Çalakgerên sirb ji hukumeta Kosovayê daxwaz dikin, biryara guherandina plaqeyên trafîkê yên Sirbistanê yên bi plaqeyên Kosovayê re betal bike.

Daxwaza duyemîn a çalakgeran di derbarê mafên rêvebiriyên xwecîhî de ye.

Aktîvîstên sirb dixwazin Kosova ji bo damezrandina Yekitiya Belediyeyên Sirb destûrê bide.

Tevî kampanyaya îstîfayê, li herêma sirban a li Kosovayê çalakiyên protestoyî dest pê kirin.

Duh bi hezaran kesên ji wargehên din hatin, li bajarê Mitrovicayê kom bûn.

Tê payîn çalakiyên protestoyî li herêma sirban hîn bêtir belav bibe.

Aloziya li Kosovayê ji ber biryara Kosovayê ya derbarê plaqeyên trafîkê û nasnameyên welatiyên sirb de dest kiribû.

Kurteçîroka aloziyê

Aloziya li Kosovayê ji ber biryara Kosovayê ya derbarê plaqeyên trafîkê û nasnameyên welatiyên sirb de dest kiribû.

Kosova li kêmara sirb ferz kiribû ku plaqeyên trafîkê û nasnameyên Sirbistanê bi kar neynin.

Polêsên sirb ên li Kosovayê, di çarçoveya kampanyaya îstifayê de kincên fermî ji xwe kirin.

Sirbên li Kosovayê, li hember vê biryarê dest bi çalakiyên berfireh kiribûn û riyên bejahî bi barîkatan ji hatûçûnê re girtibûn.

Herçî Sirbistanê bû, wê jî destekê dabû daxwazên welatiyên sirb ên li Kosovayê û hukumeta Pristinayê bi kûrkirina aloziyê tometbar kiribû.

Paşê, Yekitiya Ewrûpayê ji bo bidawîkirina aloziyê lîderê Sirbistan û Kosovayê anîbû cem hev.

Di dawiya vê proseya dijwar de, her du alî ji ber zextên dîplomasiya Yekitiya Ewrûpayê neçar mabûn peymanekê îmze bikin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …