Penaber ji bo Tirkiyeyê alaveke siyasî ne

Piraniya pispor di wê baweriyê de ne, projeya vegerandina penabaran ne realîst e û şensê wê yê serfiraziyê tune ye.

Lêkolînên dawî nîşan didin,  78 ji %  penaberên ji Sûriyeyê, ji ber sebebên ewlekarî û aboriyê naxwazin terka Tirkiyeyê bikin.

Fikra hevpar a analîstan ev e, digel zêdebûna êrişên nîjadperest û polîtîkaya tund a dijî wan, heta aloziya li Sûriyeyê çareser nebe, wê dewleta Tirk nikaribe milyonek ji penaberan vegerîne vî welatî.

Serokê Tirkiyeyê Erdogan di serê gulanê de ragihand, Tirkiye bernameyeke berfireh a vegerandina penaberên ji Sûriyeyê wê têxe meriyetê.

Erdogan got wê bi vê bernameyê milyonekî penaber bi dilxwazî terka Tirkiyeyê bike û li hin deverên li bakurê Sûriyeyê bên bicîkirin.

Bi vê projeyê armanca dewleta tirk ev e, nifûsa penaberên Sûriyeyî ku li nava welêt gihîştiye 4 milyonî, kêm bike.

Erdogan ragihand, ji bo penaberên wê bi dilxwazî vegerin; li Ezaz, Cerablûs û Tel Abyadê ewê wargehên nû bên amadekirin.

Li Stenbolê komek kurdên ji Rojavayê Kurdistanê. (2019)

Yanî bi gotineke din, Tirkiye projeya berê li Efrînê dabû destpêkirin, dixwaze vê carê li erdên dagirkirî yên li Rojavayê Kurdistanê bidomîne.

Esasên projeya li Efrînê, ji bicîkirina penaberên Ereb û qewirandina kurdan pêk tê û ev polîtîka heta astekê gihîşt armanca xwe.

Rêvebiriya Enqere vê carê diyar dike, wê li ser xeta Ezaz û Tel Abyadê hejmara xaniyên tên çêkirin ji 50 hezarî derkeve 100 hezarî û bi vî awayî gelek ji penaberan wê bibin xwediyê xaniyên nû.

Li gorî nexşeriya Enqere amade kiriye wê di destpêkê de penaberên li bajarên Stenbol, Enqere, Konya, Edene û Entabê li Sûriyeyê bên vegerandin.

Ji vê jî armanc ev e, nifûsa penaberên li bajarên mezin ên Tirkiyeyê were kêmkirin û dawî li aloziya di navbera şêniyên van bajaran û penaberan de bê anîn.

Çima vegera penaberan ket rojevê?

Meseleya vegerandina penaberên li Tirkiyeyê cara pêşiyê di 2019’an de bi axaftina Erdogan a li rûniştina giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatibû rojevê.

Erdogan di civînê de plana bicîkirina 2 milyon penaberan li Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kiribû.

Lê dewleta Tirk ji bo meşandina vê plana xwe ji qada navneteweyî desteka fînansî bi dest nexistibû û lewma jî plan hatibû betalkirin.

Li bajarê Hatayê yê li başûrê Tirkiyeyê kampeke penaberên ji Sûriyeyê. Berevajiya salên destpêkê, niha piraniya penaber li bajaran dijîn.

Gelo Erdoganê xwe wekî şampiyonê piştgiriya Îslamî nîşan dide, çima careke din vê projeya kevn tîne rojevê?

Gelek pisporên vê mijarê, di rojên dawî de li ser vê analîzan dikin û hewl didin bersiva vê pirsê bidin.

Hilbijartin û nîjadperestî

Hin ji pisporan didin zanîn, sala bê wê hilbijartin bên lidarxistin û Erdogan dixwaze bi riya vegerandina penaberan, bingeha xwe ya siyasî ya di nava civakê de biparêze.

Li gorî anketeke dawî, ji 66 ji sedê nifûsa Tirkiyeyê dixwaze welat deriyên xwe li penaberan bigire û penaberên li nava welêt dersînor bike.

Lêkolîner didin zanîn, bi krîza aboriyê re di nava civaka Tirk de nîjadperestî bilind dibe û ev jî dibe sebeb rêvebiriya Enqereyê polîtîkayeke zext û çewsandinê li hemberê penaberan têxe meriyetê.

Projeya Erdogan ne realîst e

Lê piraniya pispor di wê baweriyê de ne, projeya vegerandina penabaran ne realîst e û şensê wê yê serfiraziyê tune ye.

Tirkiye bi riya bicîkirina penaberan dixwaze modela guherîna etnîk a li Efrînê ceriband li xeta di navbera Ezaz û Serêkaniyê de jî biceribîne.

Lêkolînên dawî nîşan didin, sedî 78 penaberên ji Sûriyeyê, ji ber sebebên ewlekarî û aboriyê naxwazin terka Tirkiyeyê bikin.

Qismek ji lêkolîneran jî diyar dikin, heta Tirkiye bi rejîma Beşar Esad a li Şamê re peymanekê îmze neke, wê tu car penaber bi girseyî venegerin Sûriyeyê.

Wekî encam, fikra hevpar a analîstan ev e, digel zêdebûna êrişên nîjadperest û polîtîkaya tund a dijî wan, heta aloziya li Sûriyeyê çareser nebe, wê dewleta Tirk nikaribe milyonek ji penaberan vegerîne vî welatî.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …