Rewşenbîrên kurd çand û polîtîkayê ji hev cûda nedikirin

Rewşenbîrên Osmanî yên wê demê jî xebatên paralel dikin lê xebatên siyasî yên rewşenbîrên sirb, bûlgar, yewnan û ermenî di nava gelên wan de ji xwe re bingehekê dibîne û lewma jî derdikeve asteke bilind.

Ev derdor avantajên xwe yên kêmarbûn û neteweyeke xrîstiyan ji bo veqetîna ji Osmanî bi kar tînin û di destpêka sedsala 20’emîn de di riya damezrandina dewletên xwe de dimeşin. Mixabin rewşenbîrên kurd hîn nikarin problemên ji wê demê mane çareser bikin.

Necat Ayaz: Hûn bi xebatên xwe piranî li ser rewşenbîrên dema dawî ya osmanî disekinin. Çima we bi taybetî rewşenbîrên wê demê wekî mijara xebatê hilbijart?

Veysel Aydenîz: Ev ji ber miraqa min a lêkolînê pêk hat. Di destê me de ji bilî rewşenbîrên kurd ên populer ên wekî Cemîlpaşa û Bedirxaniyan zêde tiştekî tune bû. Li ser Hemzeyê Muksî, Hîlmiyê Siwêregî, Ebdulkqadir Nûrî Berzencî, Şefîk Arvasî û malbata Zapsû agahî kêm in. Dîsa li ser Abdulrezzak Beg ku di Serhildana Bedlîsê ya 1914’an de rolekê lîstiye agahî zede tune ye.  Wî di heman demê de li bajarê Xoyê ya li Rojhilatê Kurdistanê dibistana yekemîn a kurdî a bi navê Cîhanzani damezrandî ye. Ji ber van sebeban min biryar da ku li ser vê demê lêkolîn bikim û min ji Hemzeyê Muksî û Şefîk Arvasî dest pê kir.

Di warê bidestxistina çavkaniyên di vê demê de kîjan dijwarî derketin pêşberî we? Li pêşiya lêkolînerên ku dixwazin li ser vê lêkolînan bikin kîjan astengî hene?

Li Amedê mayîn problemeke mezin e. Ji ber ku rewşenbîrên dema em li ser disekinin li Stenbolê dijiyan û piraniya xizmên wan jî niha li  Stenbolê dijîn. Ev ji bo lêkolîner dezavantajek e. Di pirtûkxaneyên Amedê de çavkaniyên li ser wê demê tune ne û lewma divê her pirtûkê di vî warî de çi nusxayên wan ên kevn çi jî çapên wan ên nû, divê bê bi dest xistin an kirîn. Ji bo vê derfetên aboriyê pêwîst in. Arşîvên Serokwezîriyê, Osmanî û Komarê li Stenbol û Enqereyê ye û nivîsarên di derbarê kurdan de di pirtûkxane û arşîvan de tuneye. Ev rewş li ser riya lêkolînan astengiyeke mezin e. Tê bîra min ku ji bo nivîseke di kovara “Roja Nû” de hatibû weşandin min ji lekolinerekî li Swêdê alîkarî xwestî bû.

Rewşenbîrên mijara lêkolînên we digel xebatên xwe yên weşangerî/çandî, di nava xebatên polîtîk de bûn. Çima wê demê van her du xebatan ewqas derbasî nava hev bûne? Gelo sebeba ku îro xebatên çandî-hunerî û yên polîtîk ewqas din ava hev de ne, di wê demê de veşartî ye? .

Di dema Osmanî de xebatên çandî yên kurd di destpêkê de di bin Komeleya Kurd a Weşan û Zanînê’de (Kürt Neşri Maarif Cemiyeti) hatin meşandin. Paşê komeleya bi navê Komela Kurd a Belavkirina Zanîne û Weşanan (Kurd Tamîm Maarîf ve Neşrî Cemîyetî) ku girêdayî Komeleya Pêşketina Kurd bû, hat damezrandin. Vê komeleyê bi hewldanên Hemzeyê Muksî Mem û Zîn çap dike. Komele paşê kovara Jîn û Kurdistanê jî çap dike. Rewşenbîrên kurd ên Osmanî xebatên çandî û siyasî bi hev re dimeşandin. Ji ber ku hejmara rewşenbîrên kurd pir kêm bûn, mecbûr hatiye mayîn ku her du xebat jî bi hev re bê meşandin. Rewşa siyasî ku Osmanî tê de bû, rewşenbîrên kurd mecbûr hiştiye ku aliyekî bigirin.

Di dema rewşenbîrên kurd ên Osmanî de xebatên çandî û sîyasî ji hev nehatiye veqetandin. Îro rewş hinekî cûda ye. Li vir pêşiyê rewşenbîr xebata siyasî dikin û dema di temenên xwe yên mezin de an dema ku navberê didin xebatên xwe yên siyasî dest bi xebatên çandî dikin.

Di dema dawiya Osmanî de împaratorî hêdî hêdî hildiweşe û gelên di bin banê wê de yên wekî sirb, arnawût û bûlgar qedera xwe diyar dikin. Di carekê de kurd û ermenî xwe di nava vê pêvajoyê de dibînin. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta II’emîn a di 1908’an de bi alîkariya Komela Hevkarî û Pêşketina Kurdan (Kurd Teavun ve Terakî Cemiyetî) Dibistana Meşrûtiyetê ya Kurd ava dikin û dest bi xebatên çandî  û siyasi dikin. Lê di dema hilweşîna împaratoriyê de şert û mercên nû derdikevin holê. Ji ber xebata tevgera neteweyî ya ermenî û kurd jî pêdiviya xebata sîyasî dibînin. Lewma jî xebatên çandî û yên siyasî tevlî hev dibe.

Di dema rewşenbîrên kurd ên Osmanî de xebatên çandî û sîyasî ji hev nehatiye veqetandin. Îro rewş hinekî cûda ye. Li vir pêşiyê rewşenbîr xebata siyasî dikin û dema di temenên xwe yên mezin de an dema ku navberê didin xebatên xwe yên siyasî, dest bi xebatên çandî dikin.

Rewşenbîrên kurd ên wê demê ji bo meseleya kurd çareseriyeke çawa pêşniyaz dikirin?

Rewşenbîrên kurd piranî di sîstema milet a Osmanî de xweserî dixwestin. Ev fikir demeke dirêj di nava komeleya kurd de hatiye nîqaşkirin.  Wekî mînak, Şefîk Arvasî û Seyyid Abdulqadirê  ku wekî nifşa yextiyar dihatin binavkirin, alîgirên xweseriyê bûn. Lê nifşa ciwan a ku hinekî din jî ketiye bin tesîra neteweperestiyê serxwebûnê dixwest. Şexsiyetê naskirî yê komê Emîr Alî Bedirxan bû. Komeleya Pêşketina Kurdistanê xweseriyê diparast lê piştî sala 1900’î vê koma ciwanan Komeleya Rêxistina Civakî ya Kurd damezrand û ji Komeleya Pêşketina Kurdistanê veqetiya. Endamên vê komeleyê çareseriyeke radîkal dixwestin. Program û daxwazên Komeleya Pêşketina Kurdistanê îro jî derbasdar e û ji aliyê tetbîqkirinê ya pêvajoya îro de divê ji nû ve bên nîqaşkirin.

Dema em rewşenbîrên kurd û Osmanî yên wê demê miqayese dikin kîjan alî dişibin hev û kîjan alî ji hev cûda ne?

Trajediya rewşenbîrên niha û yên dema dawî ya Osmanî wekî hev bû. Her du derdor jî divê xebatên çandî û yên sîyasî bi hev re bimeşandina. Li aliyekî din, rewşenbîrên kurd, çerkez, arnavût, bûlgar û heta yên tirk xwedî daxwazên hevpar bûne. Hemû derdor xwestine qedexeya li ser çapemeniyê bê rakirin, mafên ziman bên berfirehkirin û kiryarên Partiya Îttîhat û Terakî  yên weki ferzkirina tirkîtiyê bên betalkirin.  Rewşenbîrên arnawût, çerkez û kurd nîqaşa di warê bikaranîna alfabeya latînî û erebî meşandine. Lê ev nîqaş ji bo kurdan piranî di asta teorîk de ma û derbasî pratîkê nebû. Kurd qasî rewşenbîrên gelên balkan polîtîze nebûn û neteweperestiyê neparastin.

Rewşenbîrê kurd di carekê de xwe di nava xebatên çandî û siyasî de dibîne. Ji aliyekî ve kovar û klasîkên kurdî diweşîne, ji aliyekî din ve jî di warê ziman û di qada siyasî de xebatan dike. Rewşenbîrên Osmanî yên wê demê jî xebatên paralel dikin lê xebatên siyasî yên rewşenbîrên sirb, bûlgar, yewnan û ermenî di nava gelên wan de ji xwe re bingehekê dibîne û lewma jî derdikeve asteke bilind. Ev derdor avantajên xwe yên kêmarbûn û neteweyeke xrîstiyan ji bo veqetîna ji Osmanî bi kar tînin û di destpêka sedsala 20’emîn de di riya damezrandina dewletên xwe de dimeşin. Mixabin rewşenbîrên kurd hîn nikarin problemên ji wê demê mane çareser bikin.

Bi damezrandina komarê re rewşenbîrên kurd ku xebatên çandî û polîtîk dimeşandin derketin derveyê welat an jî ji aliyê rejîma nû hatin tasfiyekirin lê Şefîk Arvasî li welat ma û heta sala 1970’yan jiyana xwe domand. Em dikarin qala tesîra Arvasi ya li ser a li ser rewşenbîrên kurd ên ku wê demê dijiyan û hişmendiya neteweyî bikin?

Şefîk Arvasî bi weşandina çend pirtûkên klasîk ên wekî Dîwana Melayê Cizîrî, Mevlûda Melayê Batê û Nûbara Ehmedê Xanî û kovara Kurdistanê cîhana çandî ya kurd zengîn kiriye. Piştî damezrandina komarê  di 1925’an de  hatiye girtin û li Elezîzê hatiye darizandin.  Di dadgehê de bira û birazyê wî cezayê îdamê wergirtine lê ew hatiye berdan. Pişt re wekî şêxê nexşîbendî li tekeya Husrev Paşa ya li Stenbolê heta mirina xwe postnîşînî kiriye.

Arvasî di vê demê de têkiliyên polîtîk bi derdorên kurd re çênekiriye. Ji xwe bixwestana jî ev pir dijwar bû, ji ber ku qanûnên ku hemû cûre xebatên polîtîk ên kurd qedexe dikirin hebûn. Lê wê demê gelek kesên ku di nava wan de Saîdê Nûrsî, Mûsa Anter, Pertew Zapsû, Abdurahîm Zapsû, Nacî Kûtlay, Mîhrî Hîlav, Kemal Badilî û Medet Serhad Bûcak jî tê de gelek rewşenbîrên kurd diçûn dîtîna wî. Em dikarin bêjin ku tesîreke wî li ser rewşenbîrên kurd ên salên 1960’an û 1970’yan ên li Tirkiyeyê hebûye. Bo nimûne, li ser nivîsên Mûsa Anter ên di kovara Dîcle-Firatê de hatine weşandin, tesîreke Arvasî heye.

Wê demê ne Arvasî tenê, yek ji nivîskarê kovara Jînê Hîlmiyê Siwêregî û Abdulqadir Nûrî Berzencî ku endamê Komeleya Pêşketina Kurd jî vekişiyabû mala xwe û bêdeng bûbû. Dîsa, rewşenbîrê kurd Mehmed Mîhrî Hîlav, nivîsên xwe bi tenê dişand kovara Jînê ya ku li Başûrê Kurdistanê dihat weşandin. Digel vê jî, tesîra kesên wekî Arvasî û Hîlav li ser rewşenbîrên wê demê hebûn.

Hûn li ser girîngiya Hemzeyî Muksî ku we xebateke xwe jî li ser wî kiriye, dikarin hin agahî bidin me?

Hemzeyê Muksî di dema dawiyê ya Osmanî de berpirsê karên nivîsaran yên kovara Jîn bû. Nasnameya wî ya çandî û siyasî ji hev ne cûda ne. Wî cara ewîlî Mem û Zîn di çapxaneyê de çap dike lê vê çapê ji aliyê rêvebiriya Osmanî tê berhevkirin û tê şewitandin. Ji ber hêmanên milî yên di pirtûkê de, di 1925’an de tê darizandin û bi 15 sal cezayê hepsê ji bo Girtîgeha Kastamonû tê şandin. Hemze bi efûya giştî ya 1928’an serbest tê berdan. Paşê diçe Sûriyeyê û xebatên xwe yên çandî û siyasî li wir didomîne. Li wir demeke dirêj mamostetiya zarokên kurd dike û di heman demê de di rêxistina Xoybûnê de jî ciyê xwe digire.

Hemzeyê Muksî di hemû komeleyên di dema Osmanî de hatiye damezrandin wekî endam ciyê xwe girtiye. Wî cara ewîlî jiyana Seîdê Nûrsî nivîsandiye û weşandiye. Wî di Serhildana Bedlîsê ku serhildana dawî ya kurd a di dema Osmanî de bû roleke girîng lîstiye. Mem û Zîna ku wî çap kiriye, di dema komarê de tê qedexekirin. Qedexeya vê pirtûkê 89 sal dom dike û bi saya qanûnên ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê hatine derxistin pirtûk bi awayekî bêsansûr tê weşandin.

Hemzeyê Muksî wekî rewşenbîrekî kurd enerjiya xwe di riya xebatên çandî û siyasî de xerckiriye. Wî tevlî Şefîk Arvasî, Mîhrî Hîlav, Abdurehîm Zapsû û rewşenbîrên malbatên Bedirxanî, Cemîlpaşa û ya Haco re  xebitiye.

Akkoyûnlûyan mîrîtiyên kurdan ji holê rakirine û di seranserê sedsala 15’emîn de di navbera wan û kurdan de şer dom kiriye. Di vê demê de aboriya kurdan hilweşiya ye, xebatên çandî sekinî ne û perwerdeya li medreseyan hema hema sekinî ye.

We di pirtûka xwe ya di derbarê Akkoyûnlû û kurdan de tesîra sîyasî, aborî û çandî ya Akkoyunlûyan ya li ser mîrîtiyên kurd ên sedsala 15’emîn lêkolîn kir. Hûn di vê lêkolînê xwe de gihîştin kîjan encaman?

Sedsala 15’emîn yek ji dema herî girîng a di dîroka kurdan de ye. Nêzîkbûna Akkoyûnlûyan a li hember kurdan ji Karakoyûnlûyan cûdatir bûye. Digel ku Karakoyûnlûyan şiî bûne, xweseriya kurdan qebûl kirine. Lê Akkoyûnlûyan mîrîtiyên kurdan ji holê rakirine û di seranserê sedsala 15’emîn de di navbera wan û kurdan de şer dom kiriye. Di vê demê de aboriya kurdan hilweşiya ye, xebatên çandî sekinî ne û perwerdeya li medreseyan hema hema sekinî ye.  Di medreyên ku mîrîtiyên kurd damezrandine perwerde sekiniye û xebatên bazirganî yên hilberînê yên boyaxane, bozaxane û ciyê çêkirina rûn sekiniye. Akoyûnlû bi riya kontrolkirina riyên bazirganiyê bi hêsanî bac berhevkirine. Îktîdara Akkoyûnlû ku li ser bingeha tirkmen û mezheba henîfîtiyê hatibû damezrandin, di hemû qadên jiyanê xwestiye kurdan tasfîye bike. Mîrîtiyên serbixwe û nîv-serbixwe hatine hilweşandin û hatiye xwestin ku ji mîmariyê heta jiyana çandî her tiştên heyî bên tirkirin. Kiryarên kolonyol ên yekemîn di wê demê dest pê kiriye û li welat bazarên koleyan hatiye avakirin. Cara ewîlî Kurdistan di dema hikimdarê Akkoyûnlû Ûzûn Hasan de hatiye dagirkirin û ji yek destekê hatiye birêvebirin.

Tiştekî pir balkêşe ku di sedsala 15’emîn de berhemeke bi kurdiya kurmanci nehatiye weşandin. Ji ber zexta li ser kurdên bakur, li erdên kurdan ên di destê Karakoyûnlûyan de goranî pêş ket û bû zimanê serayê.

Tiştekî pir balkêşe ku di sedsala 15’emîn de berhemeke bi kurdiya kurmanci nehatiye weşandin. Ji ber zexta li ser kurdên bakur, li erdên kurdan ên di destê Karakoyûnlûyan de goranî pêş ket û bû zimanê serayê.

Mirov dikare bêje Akkoyûnlû di stratejiya xwe ya li hember kurdan bi ser ketin?

Em dikarin bêjin ku Akkoyûnlû ji aliyê çandî û zimanî heta ciyekî bi ser ketin.  Di xebatên çandî, olî abori û perwerdeyê de li Bakur valahiyeke 100 sal derket holê. Di vê demê de nasnameya şafîtiyê hat tehrîpkirin û hat xwestin ku di dewsa wê de henîfîtî pêş bikeve. Li ser axa kurdan kurmancî û zazakî paş ve diçe û tirkî pêş dikeve. Li ciyên wekî Erxenî, Çêrmûk û Çîngûş ku nifûsa Akkoyûnlû lê zêde ye zimanê tirkî dibe serdest. Ev rewş heta ku Akkoyûnlû paytexta xwe ji Amedê dibin Tebrîzê dom dike û ji vê demê şûn ve jî zexta çandî û olî kêm dibe.

Îro tesîrên polîtîkayên ji dema Akoyûnlûyan hene gelo?

Tiştekî balkêşe ku Komarê jî xwestiye siyaseta Akkoyûnlûyan bimeşîne û hi ji wan jî hatine tetbîqkirin. Wekî mînak, ferkirina henîfîtiyê û astengkirina xebatên çandî û zimanî.

Li gori famkirina kurdan ya dîrokê, mîrîtiyên kurd heta salên 1830’yan ku proseya navendîkirinê ya ji aliyê Osmaniyan ve dest pê kir, mîrîtiyan kurdan serbixwe jiyane. Lê em bi vê xebata we dibînin ku dewleta Akoyûnlû hîn di demeke zû ya wekî sedsala 15’emîn de xweseriya kurdan ji holê rakirine. Gelo em dikarin bêjin problema kurd hîn di wê demê de derketiye holê?

Hilweşandina mîrîtiyên kurd cara pêşiyê di sedsala 15’emîn de hatiye destpêkirin Ji bilî hin mîrê wekî yên Tercil û yên wekî Eglê ku bi riya zewacê têkiliyên xizmantiyê çêkirine, mîrîtiyên mezin ên serbixwe yên wekî Bedlîs, Cizîrê û Heskîfê hatine hilweşandin. Di destpêka sedsala 16’emîn de, ji ber polîtîkaya şiîkirinê ya hilweşandina mîrîtiyên kurd yên nû hatine damezrandin a ji aliyê safewiyan, mîrîtiyên kurd mecbûr mane ku bi osmaniyan re têkiliyên nêzîk çêbikin. Em

Em dikarin bêjin ku heta wê demê mîrîtiyên kurd ji xweseriyê jî wê de serbixwe bûne. Osmaniyan di sedsala 16’emîn de bi bikaranîna Îdrîs-î Bedlîsî xweseriya mîrîtiyê kurdan qebûl kiriye û bi vî awayî ne di asta berê de be jî xweseriya kurdan hatiye restorekirin. Ev yek heta sedsala 19’an dom kiriye û bi Qanûna Ereziyê ya di vê sedsalê de Osmanî jî dawî li xweseriya kurdan anî ne.

Problema neteweyî ya kurd wekî problemekê di sedsala 15’emîn de dest pê kiriye. Kurdên ku di vê sedsalê de bi probleman re rû bi rû mane, di sedsala 16’emîn de bi damezrandina herêmên xweser ên di bin hîmayeya osmanî de bi awayekî qismî çareser kirine. Piştî hilweşîna osmanî, kurd ji nû ve bi heman problemê re rû bi rû mane.

Hûn niha li ser kîjan mijarê dixebitin? Di nêzîk de berhemeke we ya ku wê bigihîje ber destê xwendevanan heye?

Ez niha li ser rewşenbîrên kurd ên osmanî Hîlmiyê Siwêregî, Xelîl Xeyalî û Serhildana Bedlîsê ya 1914’an dixebitim.

Heypeyvîn: Necat Ayaz 

Veysel Aydenîz di 1972’an de li navçeya Dîce ya Amedê hat dinyê. Aydenîz perwerdeya xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Amedê temam kir. Nivîskar paşê li Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Heranê perwerdeya xwe ya bilind temam kir. Pirtûkên bi navê Mukuslu Hamza û Akkoyunlu-Kurt ilişkileri û Şefîk Arvasî ji aliyê Nûbiharê we hat weşandin. Herwiha hin nivîsên Aydenîz yên derbarê fotograf, sînema û tiyatroya radyoyê di kovarên wekî War, Bîr, Firatta Yaşam. Deng, Newroz û Peyv de hatinn weşandin.

Derbarê Necat Ayaz DE

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …