Hesekê, medya û rêxistinên cîhanî

Medyaya rojava di weşana xwe ya heftiyekê de êrişa girtîgehê wekî bûyereke rûtîn a ji cîhanê da û nexwest paşperdeya vê bûyera mezin derxe pêş.

Rêxistinên cîhanî jî ligel medyayê ji testa qebûlkirina heqîqeta bûyera girtîgehê derbas nebûn û careke din nîşan dan ew bi tenê alaveke sîstema cîhanê ne ku li ser bêedaletiyê hatiye damezrandin.

Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li girtîgeha Sînaayê wekî bûyereke mezin di hemû medyaya cîhanê de cî girt.

Lêbelê  herî zêde di vê mijarê de helwesta medyaya welatên mezin ên Ewrûpa û Amerîkayê dihat miraqkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di destpêka operasyona xwe de di derbarê armanca êrişa li dijî girtîgehê agahî parve kirin û bang li civaka navneteweyî kir welatiyên xwe yên girtî yên endamê DAIŞê ji rêvebiriya xweser teslîm bigirin.

HSD di destpêka operasyona xwe de derbarê paşperdeya êrişê de agahî parve kirin.

Bi heman daxuyaniyê hat ragihandin mîmarê vê êrişê Tirkiye ye û armanc ev e di navbera Til Temir û Hesekê de korîdoreke dagirkirinê bê vekirin.

Lêbelê digel vê daxuyaniyê û cîdiyeta meseleyê jî hêzên navneteweyî û welatên bi mijarê re eleqeder xwe qederek xwe li bêdeng kirin.

Koalîsyona navneteweyî di roja sêyemîn ê pevçûnên giran de daxuyaniyekê da desteka xwe ya bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk dûbare kir.

Di daxuyaniyê de pesnê biryardarî û midaxaleya lezgîn a QSDê derket pêş û biryardariya têkoşîna bi DAIŞê re hat îfadekirin.

Medyaya cîhanê

Şîrketa medyayê ya brîtanî BBC di kêliya ewil de wekî nûçeyeke lezgîn qala bûyera li Hesekê kir û vê wekî “xetereya zindîbûna DAIŞ”ê bi nav kir.

Weşana fermî ya Washingtonê Dengê Amerîkayê di malpera xwe de encamên operasyona QSDê derxist pêş û mizgîniya têkçûna DAIŞê da.

DW li Sûriye û Iraqê qala zindîbûna DAIŞê kir lê got rêxistin ji bo Ewrûpa ne xetere ye.

Rojnameya navdar a amerîkî The New York Times bi manşeta “DAIŞ hîn ji holê ranebû ye” ket weşanê û xetereya heyî qebûl kir.

Televîyona fermî ya fransayê FRANCE 24 û rojnameyên mezin ên fransî jî bi giranî li ser xetereke înformatîk weşanê kirin û derbarê bûyerê de agahiyên teze dan.

Ajansa fermî ya alman DW qala xetereya DAIŞê kir lê got, rêxistin êdî ne xetereyeke global e.

Bi kurtahî, medyaya rojava di weşana xwe ya heftiyekê de êrişa girtîgehê wekî bûyereke rûtîn a ji cîhanê da û nexwest paşperdeya vê bûyera mezin derxe pêş.

Juliette Touma ku berpirsa ragihandinê ya Rojhilata Navîn a UNICEFê ye di daxuyanî û hevdîtinên xwe de xetereya zarokan derxist pêş. Touma bi bi vî awayî bi zanebûn xwest derbarê operasyonê de fikar û gumanan çêbike.

Rêxistinên humanîter

Bûyera Hesekê hat rojeva rêxistinên humanîter jî û beriya herkesê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî UNICEF bi daxuyaniyek balê kişand ser ewlehiya 850 zarokên DAIŞê.

Nûnera rêxistinê Juliette Touma got zarokên di girtîgehê de di xetereyê de ne.

Neteweyên Yekbûyî jî li Cenevê derbarê heman mijarê daxuyaniyek da got ew derbarê aqûbeta zarok û malbatên girtî xwedî fikar in.

Piştî vê îcar Xaça Sor a Navneteweyî ket dewrê derbarê aliyê humanîter ê meseleyê de daxuyaniyek da.

Nûnerê delegasyona Libnanê ya Xaça Sor a Navneteweyî Christophe Martin di daxuyaniya xwe de hîç qala rêvebiriya xweser a Rojava nekir û got, ew bi riya Heyva Sor a Rejîma Sûriyeyê alîkariya malbatên li dora girtîgehê dikin.

Herwiha nûnerê xaça sor bang li welatên eleqeder kir, welatiyên xwe yên DAIŞî yên li rojava girtî şûn ve bigirin.

Bi van daxuyaniyan, rêxistinên cîhanî jî wekî medyaya mezin a ji testa qebûlkirina heqîqeta bûyera girtîgehê derbas nebûn û careke din nîşan dan ew bi tenê alaveke sîstema cîhanê ne ku li ser bêedaletiyê hatiye damezrandin.

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …