Amerîka gefa dagirkirinê li Solomonê xwar

Amerîka li Okyanûsa Pasîfîkê stratejiya pêşîgirtina li Çînê dimeşîne.

Washington diyar kir, eger Çîn li Solomonê baregehan ava bike ew ê jî vî welatî dagir bike.

Beriya niha serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison jî derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû ew tu carî naxwazin Çîn li Solomonê baregehan ava bike.

Aloziya Amerîka û Çînê ya li dora giravên Solomonê, careke din zindî dibe.

Çîn di salên dawî de bi riya alîkariya fînans û peymanan, bandora xwe ya li vê herêmê zêde dike.

Rêvebiriya Çînê li vê herêmê gaveke din avêt û bi hukumeta Giravên Solomonê re peymaneke ewlekariyê mor kir.

Lêbelê naveroka peymanê ku serokwezîrê welêt Manasseh Sogavare îmzeya xwe avêt binî nehat eşkerekirin.

Hukumeta Solomonê bi Çînê re peymaneke ewlekariyê mor kir. Lê naveroka peymanê nehate eşkerekirin.

Gefa Amerîkayê

Ev jî bû sebeb, Amerîka têkeve nava hereketê û bi daxuyaniyeke tund gef li hukumeta Solomonê bixwe.

Cîgirê sekreterê Karûbarên Asyaya Rojhilat û Pasîfîkê yê Amerîkayê Daniel Kritenbrink got, di çarçoveya peymanê de Çîn li Solomonê baregehên leşkerî ava bike, ew ê Washington mudaxale bike.

Bi gotineke din Amerîka ji bo pêşîgirtina bandora Çînê, cara pêşî gefa dagirkirinê li welatekî Pasîfîkê dixwe.

Beriya niha serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison jî derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû ew tu carî naxwazin Çîn li Solomonê baregehan ava bike.

Bi vî awayî Awustralya, di aloziya li Pasîfîkê ya bi Çînê re careke din li tenişta Amerîkayê ciyê xwe girtibû.

Serokwezîr alîgirê Çînê ye

Hêjayî gotinê ye, serokwezîr Solomonê Manassaeh Sogavare, parazvanê alîgiriya Çînê ye û ev jî li giravê dibe sebeba dubendiyekê.

Par Sogavare du caran bi dengên pêbaweriyê ji kar hatibû girtin, lê di hilbijartinan de dîsa bi ser ketibû û hatibû ser kar.

Solomon welatekî li Okyanûsa Pasîfîkê ye ku ji 900 giravan pêk tê.

Bûyerên civakî

Par di meha kanûnê de li Giravên Solomonê bi mebesta protestokirina polîtîkayên hukumetê û têkiliyên wê yên bi Çînê re protestoyên mezin hatibûn lidarxistin.

Çalakgerên solomonî  avêtibûn ser Taxa Çîniyan û gelek avahiyên li vê taxê dabûn ber agir.

Paşê Awustralya û Fîjî bi hinceta aramiyê bîne welêt polês û leşker şandibûn giravan.

Ku der e Solomon?

Giravên Solomonê, 6 jê mezin, bi tevahî ji 900 giravan pêk tê û li rojavayê Okyanûsa Pasîfîkê cî digire.

Berfirehbûna erdên welêt, nêzîkî 30 hezar qaremêtro ye û nifûsa welêt 650 hezar e.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …