Macron di tevahiya kampanyayê de bi zimanekî maqûl nêzîkî daxwazên hilbêjêrên rasta nîjadperest bû.
Ev yek ji aliyekî ve wekî rêbazek ji bo jinûvehilbijartinê dikare bê nîşandayîn.
Lê ji aliyekî din ve jî wekî nimûneya zemîna îdeolojîk a Macron li ser disekine, dikare bê dîtin.
Bi gotineke din, civaka Fransî çiqas ber bi rasta radîkal ve diçe, Macron jî ewqas zêde dixwaze xwe bike şîrînê ber dilê siyaseta nîjadperest.
Macron dema di 2017’an de bû serokê Fransayê, wî xwe wekî parazvanê rûmetên demokratîk ên komara demokratîk pêşkêşî civakê kir.
Lê di nava demê de wî bi destên xwe îmaja destpêkê xera kir û gav bi gav veguherî lîdereke xwedî polîtîkayên otokratîk.
Hin biryarên Macron
Macron kêliya ewil a rêvebiriya xwe de qanûna bacê guherand û baca hebûna aboriyê qedexe kir.
Bi bî awayî barê li ser milên zengînên welêt kêm kir û dilê malmezinên xwedî endustriya Fransayê xweş kir.
Lîderê Fransî di gava xwe ya duyemîn de vê carê berê xwe da xizan û kesên bi heqdestekî kêm dixebitin û desteka ji bo xwedîtiya xaniyan kêm kir.
Lê Macron li vir jî nesekinî û vê carê ajot ser karkerên teqawidbûyî û destheqên vê koma civakê kêm kir.
Paşê jî bi qanûneke nû ya kedê, dora zextan hat rêxistinên karkeran û mafên sendîkayan hat bisînorkirin.
Di salên dawî yên rêvebiriya xwe de serokê Fransî bêtir xwe nêzîkî mekanîzmaya ewlekariyê ya welêt kir û erkên di destên polêsan de zêde kir.
Bi qanûna ewlekariya global, mafên polêsan a biserdegirtina malan û kontrolên li ser riyan hatin zêdekirin.
Şîdeta li dijî Êlegzeran
Polîtîkayên otorîter û neolîberal ên hukumeta Macron li Fransayê bû sebeba raperîna tevgera Êlegzeran.
Lê belê çalakiyên ji bo edaleta aboriyê û reformên siyasî rastî şîdeteke mezin a polêsan hat.
Di encama şîdeta polêsan de 2.500 endamên tevgerê birîndar bûn û 30 ji wan yek ji çavên xwe winda kirin.
Avhewa û Parazvaniya sexte
Qadeke din ku Macron herdem xwe wekî parazvanê wê nîşan da, bê guman avhewaya cîhanê bû.
Macron bi awayekî enerjîk parastina Peymana Avhewayê ya Parîsê kir û bi vî awayî xwe wekî serkêşê doza avhewayê pêşkêşî cîhanê kir.
Macron di hemû bernameyên global ên ji bo avhewayê de derket pêş û li Fransayê jî avakirina Konvansiyona Welatiyan a ji bo Avhewayê pêşniyaz kir.
Lê paşê ji vê zivêr bû û guh neda biryarên girîng ên ji aliyê vê konvansiyonê ve hatin girtin.
Aktîvîstên avhewayê giliyê hukumeta Macron kirin û di encama dozeke dîrokî de cara pêşiyê dewlet ji ber negirtina sozên xwe yên ji bo avhewayê hat cezakirin.
Şerê li dijî penaberiyê
Meseleyeke din ku herî zêde serokê Fransayê midaxil bû, penaberiya ber bi Ewrûpayê ve bû.
Di dema Macron de, li bajarên Fransayê şîdeta polêsan a li dijî daxwazên rewa yên penaberan bû mijareke rojane.
Heta zextên li dijî penaberên dixwestin derbasî Fransayê bin, derket asta êrişên organîze.
Macron ev jî têr nedît û biryar girt li ser sînoran bi riya artêşê û rêbazên leşkerî pêşî li penaberiyê bigire.
Polîtîkayên hişk ên li hemberê penaberan bû sebeb gelek penaberên bêkaxiz berê xwe bidin Brîtanyayê.
Di encama vê de jî bi sedan penaberên li ser riya vî welatî di encama noqavbûna botan de xeniqîn.
Kampanyaya hilbijartinê
Nimûneyeke din a ji sekna siyasî ya serokê Fransî, dikare ji kampanyaya hilbijartina serokatiyê bê dayîn.
Macron di tevahiya kampanyayê de bi zimanekî maqûl nêzîkî daxwazên hilbêjêrên rasta nîjadperest bû.
Ev yek ji aliyekî ve wekî rêbazek ji bo jinûvehilbijartinê dikare bê nîşandayîn.
Lê ji aliyekî din ve jî wekî nimûneya zemîna îdeolojîk a Macron li ser disekine, dikare bê dîtin.
Bi gotineke din, civaka Fransî çiqas ber bi rasta radîkal ve diçe, Macron jî ewqas zêde dixwaze xwe bike şîrînê ber dilê nîjadperestiya çavkor.