Yekitîya Zimanê Îrlandî ku yekemîn tevgera ziman bû, di 1893an de hat damezrandin. Tevgera ku bi dehan salan ji bo parastina îrlandî xebatê dike, niha li tevahîya Îrlandayê xwedî 200 şaxan e. Tevî ku tevgerê nikarîbû îrlandî bike zimanê civakê, bi saya têkoşîna wê zimanê îrlandî îro neketîye nava zimanên mirî.
Yekitîya Zimanê Îrlandî (Conradh na Gaeilge) di 1893an de wekî platformeke demokratîk a ziman hat damezrandin. Damezrînerên tevgerê Eoin Mac Néill û Douglas Hyde dixwestin îrlandî li hemberê îngilîzî biparêzin û wê di her astê de bikin zimanê neteweya îrlandî.
Zimanê îrlandî ku 1000 sal li Îrlandayê dihat axaftin, ji dawiya sedsala 18. û pê ve gav bi gav ciyê xwe ji îngilîzî re dihişt. Bi taybetî, piştî serhildana 1798an û Xelaya Mezin (1845–1852) îrlandî şikestineke giran xwar. Miletê îrlandîaxêf, ji ber hilweşîna aborîya giravê bi girseyî terka welêt dikirin. Perwerdeya bi îngilîzî ya ji 1850an û şûn ve li Îrlandayê bingeha xwe xurt kir, bû derbeyeke din a li hemberê îrlandî.
Rewşenbîrên Îrlandayê di dawîya sedsala 19. ji bo parastina ziman ketin nava tevgerê. Di 1876an de Komeleya Parastina Zimanê Îrlandî p di 1880an de jî Yekitîya Galîk hat damezrandin. Herdu kom herî zêde dixwestin zimanê îrlandî di perwerdeyê de bê naskirin.
Lêbelê Eoin Mac Néill û Douglas Hyde balê dikişandin ser pêdivîya axaftina ziman a ji alîyê civakê. Loma jî her du rewşenbîran di 1893an de Yekitîya Zimanê Îrlandî ava kirin. Pêşengên din ên tevlî tevgerê bûn, li çaralîya welêt dest bi kampanyaya perwerdeya îrlandî kirin.
Tora şaxên tevgera ziman di sala 1906an gihîşt 900î û bi vê hêza xwe tevger parastina ziman kir rojeva neteweya îrlandî.
Xebata piştî serxwebûnê
Piştî serxwebûna Îrlandayê ya di 1922an de jî Yekitîya Zimanê Îrlandî hebûna xwe dom kir û bi rengekî aktîf lî Îrlandaya serbixwe têkoşîna normalîzasyona ziman meşand.
Tevgera ziman di vê demê de bi giranî xwest hebûna îrlandî di perwerdeyê de xurt bike. Bi saya xebata tevgerê, îro li Îrlandayê li 302 dibistanên seretayî û 70 dibistanên navîn perwerde bi zimanê îrlandî tê kirin.
Yek ji encamên xebata tevgerê damezrandina herêmên parastina ziman Gaeltacht bû. Hikumeta Îrlandayê bi şertê ku bi zimanê îrlandî baxivin, desteka fînansî da van herêman ku hemû jî li herêmên beravê Okyanûsa Atlantîkê cî digirin.
Vejîna zimanê îrlandî ya bi rêya xebata tevgerê di qada weşangerîyê de jî pêk hat. Îro ligel rojname û kovaran, salane 100 pirtûkên bi îrlandî tên weşandin.
Encameke din a kampanyaya tevgerê di qada weşangerîya tv û radyoyê de pêk hat. Hukumeta Îrlandayê di 1972an de radyoya bi zimanê îrlandî RTEyê û di 1996an de jî kanala televîzyonê ya bi îrlandî TG4ê damezrand.
Infowelat
Foto: Komeke endamên Yekitîya Zimanê Îrlandî
Nivîs ji hejmara 4. a e-kovara Ziman hatîye girtin.