Kurdistan 30 hejmar li dûv xwe hişt

Danasîna Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmarê de jî bi Kantona Cenevê dewam dike. Agahîyên sereke yên li ser kurtedîrok, demografî, aborî û erkên vê kantona fransîaxêf mijarên vê dosyeyê ne.

Hejmara nû ya e-kovara Kurdistanê hat weşandin. Bi hejmara dawî Kurdistan 30 hejmar xwe li dûv xwe hişt.

Hişyarîya Murat Karayilan û Ahmet Karamûs a ji bo rêveberîya Tirkîyeyê, talana li Botanê û karesata xwezayê ya hatîye serê Gola Urmîyeyê nûçeyên beşa Kurdistanê ne.

Nûçeya beşa cîhanê derbarê Roja Neteweyî ya Katalan û kurtedîroka wê de ye.

Danasîna Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmarê de jî bi Kantona Cenevê dewam dike. Agahîyên sereke yên li ser kurtedîrok, demografî, aborî û erkên vê kantona fransîaxêf mijarên vê dosyeyê ne.

Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. E-kovar ji 10 rûpelan pêk tê.

Nivîsên e-kovarê

  • Nûnerên kurdan Tirkîyeyê hişyar kirin
  • Sendîkaya brîtanî piştgirîya kurdan dike
  • Hedefa kolonyalîzmê Botan e
  • Gola Urmîyeyê zîwa bû
  • Roja Neteweyî ya Katalan hat pîrozkirin
  • Konfederalîzma Swîsreyê: Kantona Cenevê

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Tevgera zimanê îrlandî bû 133 salî

Yekitîya Zimanê Îrlandî ku yekemîn tevgera ziman bû, di 1893an de hat damezrandin. Tevgera ku …