Digel ku 500 roj zêdetir di ser hilbijartinan re derbas bûn, partîyên belçîkî ji bo hikumetekê li hev nekirin.
Sebeba vê, nakokîya di navbera partîyên fransîaxêv û flamanîavêv de ye.
Partîyên çep ên fransîaxêv naxwazin partîya flaman N-VA tevlî hikumetê bibe.
Bajarê Brukselê 500 roj in nikare hikumetekê ji xwe re hilbijêre.
Partîyên sîyasî yên li paytexta Belçîka û Yekitîya Ewrûpayê ji bo avakirina hikumeta herêmî li hev nakin.
Hilbijartinên federal, Ewrûpayê û herêmî li Belçîkayê di 9ê hezîrana 2024an de hat lidarxistin.
Piştî demekê hikumetên herêmî yên Flander û Walonyayê hatin damezrandin.
Dema dor hat ser hikumeta federal proseya muzakareyên sîyasî dijwar bû.
Tevî vê jî di dawî de elîtên sîyasî ji bo avakirina hikumeta federal li hev kirin.
Heman partî bi dûv hilbijartinê re ji bo Brukselê jî dest bi muzakereyan kirin.
Digel ku 500 roj zêdetir di ser hilbijartinan re derbas bûn, partîyên belçîkî ji bo hikumetekê li hev nekirin.
Sebeba vê nakokîya di navbera partîyên fransîaxêv û flamanîavêv de ye.
Partîyên fransîaxêv ên çep naxwazin N-VA (Tifaqa Flaman a Nû) tevlî hikumetê bibe.
Bi taybetî, PS (Partîya Sosyalîst) ku demeke dirêj Brukselê bi rê ve dibir, mixalefetê ji vê yekê re dike.
N-VAya xwedî xeteke netewperest e û ji damezrandina xwe û vir ve doza serxwebûna Flanderê dike.
Vê partîyê tevlî partîya rasgirt a fransîaxêvan MR û çend partîyên din hikumeta federal kir.
Herwiha, heman partî demeke dirêje li Flanderê li ser kar e.
Bruksel bi dehan salane di navbera du komên ziman ên welêt de meseleyeke giring e.

Nasnameya bajêr a flaman
Bajêr heta nîveka sedsala 19.an bi flamanî diaxivî û wekî bajarê flamanan dihat naskirin.
Loma jî Bruksel niha di heman demê de paytexta Flanderê ye.
Polîtîkayên ziman ên hikumetên Belçîkayê bû sebeb fransî li Brukselê bibe serdest.
Di 1989an de flaman û fransîaxêf ji bo xweserîya bajêr li hev kirin û Herêma Paxtext Brukselê hat damezrandin.
Erkên polîtîkayên aborîyê, hatûçûn, plansazîya bajêr û gelek erkên din destê hikumeta Brukselê de ne.
Parlamentoya Brukselê ji 89 kursîyan pêk tê û ji bo avakirina hikumetê temsîlîyeta piranîya kursîyên komên her du zimanan e (fransî, flamanî) pêwîst e.
Bi vê sîstema kotayê, herî kêm divê 9 kursî bibin para holandîaxêvan û herwiha fransîaxêv jî bibin xwedîyê 37 kursîyan.
Bruksel ji 19 şaredarîyan pêk tê û nifûsa wê 1,200,000 e.
15 milyar euro deyn
Bêhikumetbûn herî zêde ji alîyê aborîyê ve zirarê dide Brukselê.
Deynê Herêma Paytext Brukselê ij 15 milyar euroyî derbastir kirîye.
Deyn gihiştîye ji % 20ê hemû mesrefên salane ku herêm dike.
Tirs ev e, eger hikumet nikaribe were damezrandin problema aborîyê ya Brukseklê hîn zêdetir dikare giran bibe.
Infowelat
Foto: Parlamentoya Brukselê