Partîya Andrej Babis li Çekyayê bû yekemîn

Andrej Babisê karsaz ku Trump wekî model qebûl dike, di hilbijartinên li Komara Çek de bi ser ket.

Partîya Babis ANO bi % 36ê dengan bû xwedîyê 80 kursîyên parlamentoyê.

Encamên hilbijartinan fikarên Yekitîya Ewrpûpa û NATOyê ya ji bo parastina Ukraynayê zêde kirin.

Andrej Babisê rasta populîst temsîl dike di hilbijartinên Komara Çek de bi ser ket.

Hilbijartinên li vî welatî di 4ê cotmehê de hatin lidarxistin.

Partîya Babis ANO bi % 36ê dengan bû xwedîyê 80 kursîyên parlamentoyê.

Partîya serokwezîr Petr Fiala ya bi navê Spolu (Em bi hev re) encax dikaribû ji % 22.4ê dengan bigire.

Ev encam ji bo alîgirên Yekitîya Ewrûpayê yên li welêt tê wateya têkçûnê.

Partîya Babis ANO ligel wateya xwe ya bi zimanê çekî “erê” kurteya Çalakîya Welatîyên Nedilxweş.

Parlamentoya Çekyayê ji 200 wekîlan pêk tê û ji bo avakirina hikumetê pêdîvîya ANO   partîyên din heye.

Babis li welêt û li cîhanê wekî Trumpê Çekyayê tê pênasekirin.

Lîderê çek ji Trump bawer dike û dixwaze polîtîkayên Trump li welatê xwe serdest bike.

Babis ji 1989an û vir ve karsazeke mezin ê Çekyayê ye ku di sektorên medya û kîmyayê de kar dike.

Nexşeya herêmên Komara Çekyayê

Balansa hêzê ya li Ewrûpayê

Encamên hilbijartina Komara Çek fikarên Yekitîya Ewrpûpa û NATOyê ya ji bo Ukraynayê zêde kir.

Andrej Babis bi eşkereyê li hember alîkarîya leşkerî ya ji bo Ukraynayê helwest digire.

Babis dixwaze bi Rûsyayê re hevdîtin dest pê bikin û dawî li şer bê anîn.

Hêjayî gotinêye, Çekya di warê şandina cebilxaneyê ya ji bo Rûsyayê welatekî li pêş e.

Babis were ser kar dikare sewqîyata cebilxaneyê ji bo vî welatî bisekinîne.

Xetereye din a hikumeteke muhtemek a Babis a ji bo sîstema Rojava têkiliyên wî yên bi Hungarya û Slovakyayê re ne.

Hikumetên Hûngarya û Slovakyayê jî li hember alîkarîya ji bo Ukraynayê ne û dixwazin ambargoyên li dijî Rûsyayê bê betalkirin.

Eger Babis hikumetê damezrîne û welatê xwe têxe xeta Hûngarya û Slovakyayê wê serê Yekitîya Ewrûpayê pir bêşîne.

Infowelat

Foto: Lîderê rasta populîst a Çekyayê Andrej Babis 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hilbijartina Gurcistanê alozîyê kûrtir kir

Partîya Xewna Gurcî di hilbijartinên beledîyeyan de ji % 80.7ê dengan bi dest xist. Alîgirên …