Hejmara 29. a Kurdistanê hat weşandin

Hejmara 29. a e-kovara Kurdistanê ya hat weşandin.

Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin.

Hejmara 29. a e-kovara Kurdistanê hat weşandin.

Di beşa Kurdistanê ya kovarê de nivîseke li ser 41. a salvegera pengava 15. tebaxê hatîye weşandin.

Gotareke Metîn Dag a helwesta Şaredara Aydina bajarê Tirkîyeyê ku temaya wê şovenîzma tirk e û bêdengîya di vê mijarê de ye, di vê hejmarê de cî digire.

Rûpeleke din a e-kovarê ji helbesteke din a Cemîl Denlî re ya bi navê “Bi Xatirê te Kobanê” re hatîye veqetandin.

Nivîsên mayî yên beşa cîhanê ne ku du ji wan li ser federalîzmê ne.

Nivîsa dawî ya beşa cîhanê li ser lêborîna ji ber kiryarên kolonyalîst ên Denmarkê ne ku li hemberê jinên Greenlandê hatibû meşandin.

Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin.

E-kovara ku heta niha 14 rûpel dihat weşandin, bi vê hejmarê re rûpelên xwe daxistîye 10an.

Nivîsên e-kovarê

  • Şerê gerîla 41 sal berê dest pê kir
  • Ozlem Çerçîoglû, baz, etar û bombeya îmzekirî
  • Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin
  • Federalîya Swîsreyê ji bo Nepalê mînak e
  • Denmark ji Greenlandê lêborîn xwest
  • Bi xatirê te Kobanê

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

LEWerger gihîşt hejmara 10.

Hejmara dawî ya LEWergerê ji bo mehên îlon, çirîya pêşîn, çirîya paşîn û kanûna pêşîn …