Komara Pêncemîn a Fransayê di xetereyê de ye

Hikumeta serokwezîrê dawî Sébastien Lecornu piştî 14 saetan hilweşîya.

Ji 2024an û vir ve pênc hikumet tên hatin ser kar û di demeke kurt de ji kar vedikişin.

Gelek analîstên sîyasî û pisporên Fransayê di wê bawerîyê de ne, Komara Pêncemîn a Fransayê ku di 1958 an de ji alîyê General Charles de Gaulle ve hatibû damezrandin di xetereyê de ye.

Krîza sîyasî ya li Fransayê bi hilweşîna berdewam a hikumetan kûr dibe.

Hikumeta serokwezîrê dawî Sébastien Lecornu piştî 14 saetan hilweşîya.

Bi îstifaya xwe, Lecornu di dîroka Fransayê de bû serokwezîrê herî kurt ku li ser  kar ma.

Ji 2024an û vir ve pênc hikumet tên hatin ser kar û di demeke kurt de ji kar vedikişin.

Hewldanên avakirina hikumetê cara ewil bi serokwezîrîya Michel Barnier dest pê kiribû.

Barnierê ji alîyê Macron ve hatibû peywirdarkirin, piştî 3 mehan ji parlamentoyê dengdana pêbaweriyê negirtibû.

Meseleya esas a blokaja parlamentoyê ya li hemberê hikumetan tedbîrên tesarûfê û zêdekirina bacê ye.

Hikumeya Barnier bi butçeya amade kiribû dixwest 60 milyar euro bi dest bixe.

Macron û serokwezîrên ew dîyar dike hewl didin bi rêya xala  49.3an a Destûra Bingehîn astengîya parlamentoyê ji holê rabikin.

Sébastien Lecornu bû serokwezîrê dawî yê Fransayê ku îstifa kir.

Xala 49.3’an destûrê dide Serokwezîr ku bêyî dengdana di parlamentoyê de qanûnan qebûl bike.

Piştî hilweşîna hikûmeta Barnier, François Bayrou wekî serokwezîr hatibû wezîfedarkirin.

Lê vê hikumetê jî di dengdana pêwarîyê ya di îlona 2025an de hilweşîya.

Bi dûv vê re, Macron Sebastien Lecornu ji avakirina hikumetê peywirdar kiribû.

Macron tê sûcdarkirin

Serokê Fransayê Macron ji ber krîza sîyasî ya dawî ji alîyê piranîya partîyan ve berpirs tê qebûlkirin.

RN (Meşa Neteweyî) ku rasta radîkal temsîl dike, di hilbijartinên di hezîrana 2024an de ji % 40 dengan girtibû.

Partîya Ronesans a Emanuel Macron dikarîbû ji 15.2ê dengan bi dest bixe.

Piştî vê encamê, Macron ji nişkava biryara hilbijartinên pêşwext dabû.

Di encama vê hilbijartinê de jî  Enîya Gel a Nû ku xwedî programeke radîkal a çepgir bû, bûbû hêza sîyasî ya yekemîn.

RN bi dûv vê tifaqa çepgir re bûbû partîya duyemîn a mezin a parlamentoyê.

Macronê ku dixwest xeta wî ya lîberal di balansa hêzê de bibe xwedî gotin, bi encama van herdu hilbijartinan têk çûbû.

Encamên krîza sîyasî

Lêbelê parlamentoya ku piranîya wan ji partîyên çep û rasta radîkal pêk tê, li hember bikaranîna vî xalî bi helwest e.

Di encama vê têkoşîna navxweyî ya sîyaseta Fransayê heta niha butçeya 2025an ji parlamentoyê derbas nebû.

Ev yek bandoreke negatîf li aborîyêdike û dibe sebeb sazîyên kredîyê notên didin welêt kêm bike.

Herwiha, tengasîyên dawî yên Fransayê zirarê dide îstikrara aborîyê ya Yekitîya Ewrûpayê.

Gelek analîstên sîyasî û pisporên Fransayê di wê bawerîyê de ne, Komara Pêncemîn a Fransayê ku di 1958 an de ji alîyê General Charles de Gaulle ve hatibû damezrandin di xetereyê de ye.

Infowelat

Fotoyê sereke: Parlamentoya Fransayê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hilbijartina Gurcistanê alozîyê kûrtir kir

Partîya Xewna Gurcî di hilbijartinên beledîyeyan de ji % 80.7ê dengan bi dest xist. Alîgirên …