Cemîl Denlî
Ji çavxezala çiyayê Efrînê û
Lehengên şerrê Kobaniyê re
Cihê kozika min
Mêrava jinxasiyê
Serê Kobaniyê ye ev pal
ji bîr nekin vê derê
****
Dilê xwe datînim li vir
Kulîlkan lê biçînin
Dibistanan vekin
Bila wenda nebe hişê bajêr
****
Ji biçûkan re bêjin
Hebû tune bû
Xifşek û nûra çavên xwe bûn
Li vir ket
Li vir rijiya
Lê teslîm nebûn
****
Tirsê jê bi dûr xin
Navê min li Miştenûr kin
****
Qîrrîn halan
Agir û talan
Nîrê korfersendiyê
Serdemeke har e
Li pişt dîwarên qesrên xwe rûniştî
Dilê xwe xweş dikin hinek zirbênamûs
****
Şara serê min
Senfoniya şerrê min
Zêrr
Zor
Devê tivinga mor
Serê Kobaniyê ye ev pal
Girmîna çekan
Nalenala birîndaran
Gazî û hawara tilîlîyan
Dê weledên xwe diavêjin
****
Ên ku ceger ne ji pola bin
Bila neyên
Hevîrê neteweyekê tê strandin li vir
Ketin heye
Kuştin heye
Wekî din pere nake
****
Cihê kozika min
Mêrava jinxasiyê
Serê Kobaniyê ye ev pal
Ji bîr nekin vê derê
****
Hişê hemû bajarên çar aliyên dilê min
Di serê vî bajarî de ye
Deriyê ronahiyê ye ev der
Ên ku tê re derbas nebin
Rê nabînin
****
Sekin û hedin lê tune
Dev li xwînê ketiye
Bêserî digerrin dagirker
****
Xuyaye ku hîna pê serwext nebûne
Li pişt dîwarên qesrên xwe rûniştî
Dilê xwe xweş dikin hinek zirbênamûs
Ezê diranên xewnên wan bişkînim
Bi van her du destikên xwe
****
Kesê pêşketî
Arşîveke serpêhatiya xwe heye
Mineta pesindaran li serê diyaran
Pêdiviya min bi nêv tune ye
Min destê ometa destdirêjan şikandiye li vir
****
Ji biçûkan re bêjin
Hebû tune bû
Xifşek û nûra çavên xwe bûn
Li vir ket
Li vir rijiya
Lê teslîm nebûn
****
Tirsê jê bi dûr xin
Navê min li miştenûr kin
****
Min têkçûn ji deftera xwe derxistiye
Bila hinek zirbênamûs dilê xwe xweş bikin
Can nebe giyan
Giyan nebe
Nav û dengên min şerrvan in
****
Kêliyek
Qirnek zeman e di cengê de
Wextê lihevhelalkirinê nîne
Yek bi yek dikevin hevalên te
****
Fîşekên min neman
Li asîman teyrên beratan
Tilîya min li ser pîm
Dengekî min bûye hezar
Olan dide
****
Min û te
Me gellek nan û xwiyên hev xwarin
Bi hev şabûn
Ezê bêriya te bikim
****
Tu dizanî
Emanetê biçûkan e ev pal
Destê min ji te nabe
Bes xweşikbûna xwe lê dihêlim
Li xwe miqate be
Bi xatirê te
Kobanê`
Qurbanê
Zürich Gulan-Hezîran 2025
Nivîs ji hejmara 29. a e-kovara Kurdistanê hatîye girtin.