Komîteya Diplomasiya Hevbeş a KNKê civîna xwe ya 31. li dar xist.
Di dawîya civînê de encamnamekeyê ku tê de gelek mijarên aktuel ên derbarê kurdan de cî girt, hat ragihandin.
Komîteya Diplomasiya Hevbeş a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brukselê di 10ê çîrîya pêşîn de civîna xwe ya lidarxist.
Bi civîna dawî, ev bû civîna 31. ku komîteya dîplomasîyê li dar dixe. Komîte ji nûnerên partî ê rêxistin û ji şexsîyetên kurdistanê pêk tê. Di dawîya civînê de encamnamekeyê ku tê gelek mijarên aktuel ên derbarê kurdan de cî girt, hat ragihandin. Belgeya bi sernivîsa “Encamnameya civîna sihûyekemîna (31) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî” hat weşandin wiha ye:
Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 04.10.2025an, civîna xwe ya sihûyekemîn li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Piştî nîqaşên berfireh plansazîyek hevbeş hate çêkirin.
Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal nîqaşên li ser çareserîya pirsa Kurd li bakura Kurdistanê, di vê pêvajoyê de rewş û rola Birêz
Abdullah Ocalan, rewşa rojavaya Kurdistanê û peywendîyên bi deshilata Şamê re, li başûra Kurdistanê kêşe û qeyrana siysî, îdarî û aborî, hilbijartinên Parlamentoya Êraqê, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, şerê Îsraîl û Hemas – Hizbullah – Îranê, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, yekrêzîya nav mala Kurd û xebatên yekîtîya neteweyî, bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Li gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
“1- Ev saleke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên çareseriya pirsa Kurd têne kirin. Nîqaş ji aliyê hikumetê ve hatin destpêkirin û berdewam in. Di nava vê salê de, bi pêşengiya Birêz Ocalan, ji aliyê Kurd ve gelek gavên giring hatin avêtin. Lê dewleta Tirk weke tê xwestin gav neavêtine. Erê hevdîtin berdewam in, lê hîna jî li ser Birêz Ocalan tecrîd berdewam e. Civîn, nîqaş û gavatinên li ser çareseriya pirsa Kurd giring dinirxîne û hêvî dike ku ev nîqaş û gav avêtin zêdetir bibin û ev pêvajo bigihije çareseriyek mayîne. Civîn, bang li hikumeta Tirkiye dike ku demildest Birêz Ocalan serbest berde û di çareseriya pirsa Kurdî de gavên bingehîn biavêje.
2- Li Sûriyeyê rejîma Baas têk çûye û niha hêzên selefî li Şamê deshilat in. Paşeroja Suriyê ne diyar e. Li hember pêkhateyên Elewî, Durzî û Mesîhiyan komkujî pêk tên. Rojavayê Kurdistanê jî di demeke hesas de derbaz dibe. Her çend 10’ê Adarê bi rêveberiya Şamê re peymanek jî hatibe îmzekirin, lê heta niha gavavêtinek pozîtîf nîne û rewşeke ne diyar li pêş me ye. Divê deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û divê hemû hevdîtinên dîplomatîk, li Sûriyeyeke ne navendî bête xwestin û statuteyek destûrî ji Rojavayê Kurdistanê re bê misogerkirin.
Dema encamnameya civînê dihate nivîsandin, li bajarê Helebê li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, niştecihên Kurd hatin dorpêçkirin û ji aliyê hêzên girêdayî rêveberiya Şamê ve êrîşî gelê me hate kirin. Şer û pevçûn derketin. Piştre jî bi rêveberiya Şamê re hevdîtin pêk hatin û şer hate rawestandin. Ev bûyer jî nîşan dide ku rewş çiqas hesas û nazik e. Di rojên pêşiya me de jî dikare rewşên weke vê û ji vê rewşê girantir jî bêne jiyankirin. Ji ber vê yekê divê em weke gel û rêxistin her tim hişyar bin û tedbîrên xwe bigrin, gel û deskeftiyên Rojava biparêzin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye.
Di vê demê de li rojava yekrêziya navmala Kurdî gelek giringe. Civîna meha Nîsanê li Qamişlo ya di nav hêzên Kurdî de pêkhatî cihê şanaziyê ye. Civîn, bang li hemû hêz û dezgehên Rojavayê Kurdistanê dike ku civînek weke ya Qamişlo li Ewropa jî bikin û komîteyek dîplomasiyê ya hevbeş çêbikin.
Hemû Kurd û Kurdistanî li ser meseleya Rojavayê Kurdistanê hesas in û serketina Rojava destek dikin û dixwazin hemû deskeftî bêne parastin. Bi vê munasbetê civîn, careke din bang li hemû hêzên Kurdistanî dike ku xwedî li destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê derkevin mil bi mil bi Rojava re hereket bikin.
Her wiha civîn, bang li hêzên cîhanî dike ku di avakirina Suriyeya nû de, sîstema ne navendî biparêzin û da ku mafê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra nû de bêne misogerkirin.
3- Êrîş, tehdît û destwerdanên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam in. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statuya federal û gelek deskeftiyên me dikarin têk biçin. Li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Divê hemû hêzên Kurdistanî, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina deskeftiyên Kurdistanê bi hev re tevbigerin.
Qeyrana aborî û nedana mûçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewam e. Wisa lê hatiye ku mehê çend caran weftên herêmê diçin Bexdayê û tenê li ser pirsa mûçeyan disekinin. Ev polîtîkayek dagirkeran e ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girê bidin.
Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewam in. Ev saleke hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê pêk hatine, mixabin heta niha parlamento ne li ser kar e, hikumeta nû pêk nehatiye û serokatiya herêmê nehatiye hilbijartin. Niha jî hilbijartinên parlamentoya Iraqê di rojevê de ne û mixabin di van hilbijartinan de jî yekîtiyek navxweyî nîne. Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke aloz û giring de derbaz dibe. Civîn, bang li hemû hêz û dezgehên Başûrê Kurdistanê dike ku demildest parlamentoyê aktîf bikin, hikumeta nû çêkin û serokatiya herêmê hilbijêrin.
4- Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, mafên jinan û mafên demokratîk ên hemû gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran ji bo jinan û ji bo hemû gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehet in, ne razî ne û doza azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel ên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwepêşandêran û hemû çalakvanan. Her wiha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandêran û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.
Di zîndanên Îranê de rewşa girtiyên siyasî her diçe girantir dibe, zext û çewisandin li ser girtiyan zêdetir dibin. Ji ber van zext û çewisandinan, girtiyên siyasî, bertek nîşan didin û dem dem dikevin grevên birçîbûnê. Polîtîkaya îdam û darvekirinê jî berdewam e û di serî de çalakvanên jin gelek girtî li ber darê îdamê ne. Her wiha bi vê ve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêde kirine û rojane kolber têne qetilkirin. Civîn xwestin û çalakiyên girtiyan heq û meşru dibîne û kampanyayên li dijî îdamê destek dike û bang li rayedarên Îranê dike ku dev ji zilm, zordarî û bê hiqûqiyê berdin.
Ev demeke partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê, di nav xwe de bi navê ‘Navenda Diyalogê’ hevkariyek dane destpêkirin. Civîn, vê hevkariyê weke gaveke erênî dibîne, silav dike û hêvî dike ku ev hevkarî bibe yekîtiyek mayînde. Her wiha ji bo Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi dîplomasiyek hevbeş heye, civîn ji van hizban dixwaze ku navendekî diplomasiya hevbeş jî ava bikin.
Her wiha civîn, bang li hêzên cîhana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlin û li hember despotan çalakvanan destek bikin.
5- Ev du sal in li Filistînê şer berdewame. Ev şer bi Filistînê ve sînordar nema û derbazî Lubnan, Sûriye, Îran û Yemenê jî bû. Ev şer hingî diçe berfireh dibe û ber bi şerekî cîhanî ve diçe. Ji xwe gelek hêz vê rewşê weke şerê cîhanê yê sêyem bi nav dikin. Dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî terefê vî şerî ne. Yanî şer hingî diçe ber bi Kurdistanê ve jî tê. Di vê rewşê de yekrêziya nav mala Kurd, yekîtiya neteweyî gelek girîng e. Di vê demê de xebatên yekîtiya neteweyî gelek giring in. Civîn, bang li hemû partî, sazî, dezgeh, kesayet û hemû gelê Kurdistanê dike ku di vê demê de ji bo yekîtiya neteweyî têbikoşin û xebatên di vî warî da têne meşandin destek bikin.
6- Ev saleke bi Birêz Ocalan re hevdîtin têne kirin. Lê heta niha jî tecrîda li ser birêz Ocalan ranebûye. Tenê rakirina tecrîdê têrê nake, divê Birêz Ocalan were azadkirin. Ji ber vê divê çalakî û kampanyayên azadiyê bêne xurtkirin. Civîn, Kampaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destek dike û bang li hemû Kurdistaniyan û dostên Kurdan dike ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
Di çerçoveya vê kampanyê de di roja 08. 11. 2025’an de, li bajarê Koln ê Elmanyayê, meş û mitîngek mezin tê lidarxistin. Civîn bang li hemû Kurd û dostên Kurdan dike ku tevlî vê meş û mîtîngê bibin û kampanya azadiyê xurt bikin.
7- Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karên diplomasiyê bimeşînin.
Piştî nirxandinên rewşa siyasî yên li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek ji bo dema pêş hate çêkirin.
Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!
Jin, Jiyan, Azadî!”