“Heke Kurd bi awayekî qanûnî statuyekê bi dest nexin bi hezaran dibistan venebin û bi milyonan zarok li Kurdî venegerin divê mirov li defa hewarê bixe. Li saziyên sivîl salê tu perwerdehiyê didî 200-500 kesan lê li dibistanekê 3-4 hezar zarok asîmîle dibin. Loma divê Kurd herî kêm federalîzma zimanî be jî divê ji bo zimanê xwe, çanda xwe û ji vê tora asîmîlasyonê xelas bibin daxwaza statuyekê bikin.”
Zimanzan û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul derbarê asîmîlasyonê de hişyarîyeke xurt da. Bulbul got, “ji bo kurdî divê li defa hawarê bê xistin.”
Bulbul tesbîtên xwe yên li ser rewşa kurdî û banga hişyarîyê di hevpeyvîna bi Ajansa Welat re kirin. Hevpeyvîn ji alîyê rojnamevan Fexredîn Kiliç ve hat kirin.
Mikaîl Bulbul li ser polîtîkayên dewletê wiha axivî:
“Berê helwesteke dewletê ya zelal hebû. Dixwest Kurdan asîmîle bike û Kurdan bike Tirk. Polîtîkaya dewletê ya sereke ev bû. Di sala 2012an de hin gavên piçûk hatin avêtin. Di sala 2010an de li zaningehê beşa Kurdî hate vekirin. Di sala 2012an de li dibistanan du saetan mafê dersên bijartî hate dayîn. Bi awayekî fermî ev maf hate dayîn. Ev yek di polîtîkaya asîmîlasyonê de şikestinek bû. Lê ev gav jî bi rêk û pêk nemeşiya. Divê ji bo dersên Kurdî bi hezaran mamoste hatibûna tayînkirin ji ber ku bi hezaran xwendekaran dersa Kurdî hilbijarti bû. Îsal jî 60 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine lê dewlet bi awayekî sîstematîk pêşiya Kurdî digire. Di tayînkirina mamosteyan de neheqiyeke mezin dike. Xwendekarên ku ders hilbijartine ji mamosteyan bêpar dimînin. Bi awayekî fiîlî ev kar nameşe. Li gelek dibistanan ligel ku mafekî fermî ye jî midurên dibistanan dersa Kurdî venakin.”
Israra dewletê ya ji bo asîmîlasyonê
Zimanzanê kurd bi van gotinan qala şovenîzma tirk kirin:
“Di gelek serdeman de Kurdî tê terorîzekirin. Karkerên Kurd ên ji bo xebatê diçin bajarên Tirkiyeyê ji bo ku bi Kurdî diaxivin rastî êrişan tên. Dema wisa be Kurdî tê terorîzekirin. Ji bo normalîzekirina di warê Kurdî de ev du saet ders dikarîbû bibûya derfeteke baş. Dewlet cidîbûya, pêşiya Kurdî vekiribûya bi hezaran dibistanan ev ders hebûya ji bo prestîja Kurdî gelekî baş dibû. Divê gavên cidîtir du saet bibin 6-8 saet. Wexta em li rewşê dinêrin û van 13 salên dawî dinirxînin ji tunebûnê çêtir e lê astengî gelekî zêde ne di vî warî de, dewlet dudil e. Car caran ji bo Kurdî hin gavan diavêjin lê dîsa jî polîtîkaya dewletê ya sereke asîmîlasyon e. Naxwazin nifşên nû bi Kurdî mezin bibin û Kurdî bikeve navenda jiyana mirovan. Mirov bi Kurdî sosyalîze bibin. Dewlet di polîtîkayên asîmînasyolîst de israr dike.”
Statu tune be kurdî nikare di ber xwe bide
Mîkaîl Bulbul li ser têkiliya statu û parastina ziman jî sekinî û wiha axivî:
“Dezgehên sivîl muhîm in divê nesekinin, bixebitin. Lê heke bi awayekî siyasî pêşiya Kurdî venebe, destkeftinek çênebe anku statuyeke Kurdî tune be û pêk neyê Kurdî li hember vê pêla asîmîlasyonê nikare zêde li ber xwe bide. Belê li gundan û li cihên piçûk zindîbûna Kurdî hêj heye lê li bajaran ber bi têkçûnê ve diçe. Ji ber ku tenduristiya zimanekî çawa tê pîvan? Di navbera nifşan de transfer hebe ew ziman dikare berdewam bike. Mesele herî dawî anketeke li 23 bajaran hatiye kirin rêjeya zarokên ku Kurdî dizanin ji sedî 20î kêmtir bûye. Zarokên ku bi dayîk û bavên xwe re bi Kurdî diaxivin ji sedî yek û nîv bû. Ne ji sedî du jî bû. Loma xetereyeke gelek mezin li pêş Kurdî heye. Divê siyaseta Kurdan û sazî û dezgehên Kurdan ji bo statuya ziman têkoşîneke xurttir bikin. Heke Kurd bi awayekî qanûnî statuyekê bi dest nexin bi hezaran dibistan venebin û bi milyonan zarok li Kurdî venegerin divê mirov li defa hewarê bixe. Li saziyên sivîl salê tu perwerdehiyê didî 200-500 kesan lê li dibistanekê 3-4 hezar zarok asîmîle dibin. Loma divê Kurd herî kêm federalîzma zimanî be jî divê ji bo zimanê xwe, çanda xwe û ji vê tora asîmîlasyonê xelas bibin daxwaza statuyekê bikin.”
Hişmendîya polîtîk heye lê…
Bulbul bi van gotinan ji sazîyên kurdan daxwaz kir ji bo ziman têkevin bava tevgerê:
“Divê siyasetmedar û şaredarên Kurdan li defa hewarê bixin û ji bo ziman bernameyên wan hebin. Ji bo ku pêşî li asîmîlasyonê bigirin di şaredariyan de dikarin plansaziyên zimanî destnîşan bikin. Şaredarî bigihin hev dikarin her karî ji bo ziman bikin. Her şaredarî dikare di bin banê xwe de Kursên bibandortir veke. Dikarin mamosteyên Kurdî yên ji zanîngehan mezûn dibin îstîhdam nabin dikarin wan bi cih bikin. Bi hezaran mirov perwerde bibin hişmendiyeke zimanî bi pêş ve biçe. Hişmendiyeke polîtîk çêbûye. Li wê hişmendiya polîtîk rengekî netewî lê bar bibe wê demê ev bar hinekî din sivik dibe. Helbet mafê ziman û bidestxistina wê bi karên siyasî organîzasyonên civakî pêk tê. Heke yekîtiyeke bi vî awayî çêbibe, dewlet dê neçar bimîne gavan biavêje.”
Infowelat
Foto: Mikaîl Bulbul