Almanya di 1990an de bû welatekî yekgirtî

Roja 3yê cotmehê Roja Yekitîya Almanyayê ye. Rojhilatê Almanyayê di vê rojê de tevlî Almanyaya Federal bû. Ev bûyera ku hem ji Almanyayê û hem jî ji bo Ewrûpayê dîrokî bû, di 1989an de pêk hat.

Paşxaneya dîrokî ya parçebûna Almanyayê xwe dispêre encamên Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Şerê hilweşîner bi têkçûna Almanyaya Nazî bi dawî bû. Welatên serkeftî di 1945an de Almanyayê di navbera xwe de parve kirin û herêmên dagirkirî ava kirin. Amerîka, Brîtanya, Fransa û Yekitîya Sovyetê bûn xwedîyê kontrola herêmeke Almanyayê.

Di 1949an de bi biryara her sê welatên hevpeyman (Amerîka, Brîtanya û Fransa) Komara Federal a Almanyayê û di bin kontrola Moskowê de jî li rojhilat Komara Demokratîk a Almanyayê hat avakirin. Paşê, ji ber kûrbûna nakokîya di navbera sîstema Amerîkî-Ewrûpî û Sovyetê de bajarê Berlînê ku di navbera herdu hêzan de hatibû parvekirin, bi dîwarek ji hev hat veqetandin. Dîwarê ji alîyê Komara Demokratîk a Almanyayê hatibû çêkirin, bû sembola parçebûna Almanyayê û zordestîya rejîma sovyetîk a li rojhilat.

Proseya hilweşîna sîstema Sovyetê ku di dawîya salên 1980an de dest pê kir,  di 1989an de gihîşt ber derîyên Komara Demokratîk a Almanyê. Welatîyên li rojhilatê Berlînê ji bo demokratîkbûna welêt û hiweşîna dîwêr dest bi protestoyan kirin. Çalakîyên gel gihîşt bajarên din ên li rojhilat jî û do dawîya dawî de rejîma sovyetîk neçar hişt Dîwarê Berlînê hilweşîne.

Peymana yekitîyê

Hikumeta Eric Honecker a li rojhilatê Berlînê di bin zexta mezin a çalakîyan de yekitîya bi Komara Almanyaya Federal re qebûl kir. Di 18yê gulana 1990an de her du dewletên alan peymana yekitîya aborî û civakî îmze kirin. Bi peymanê markê Almanyaya rojava dewsa markê Almanyaya rojhilat girt. Bi vê peymanê Komara Demokratîk a Almanyayê serdestîya xwe ya aborî radestî rojavayê Almanyayê kir.

Parlamentoya Komara Demokratîk a Almanyayê (Volkskammer) di 23yê tebaxa 1990an de biryara tevlîbûna rojhilatê Almanyayê a ji bo Komara Federal a Almanyayê girt. Bi vê encamê, dawî li Komara Demokratîk a Almanyayê ya 45 sal hatibû damezrandin hat.

Helwestên hêzên navneteweyî

Peymana tevlîbûnê ji be paşxaneya dîrokî ya Şerê Cîhanê ya Duyemîn divê ji alîyê hêzên hevpeyman û Moskowê jî bihatana erêkirin. Fransa, Brîtanya bi fikara careke din xurtbûna Almanyayê ne qayîl bûn peymanê erê bikirana. Her du welat di encama hewldanên Amerîkayê de neçar man yekitîya Almanyayê qebûl bikin. Paşê, Parlamentoya Yekitîya Sovyetê bi dûv nîqaşên xurt re yekitîya Almanyaya rojava û rojhilat qebûl kir.

Mesrefên ji bo yekitîyê

Encama aborîyê ya yekitîya Almanyayê bi tevahî bandorê li Komara Almanyaya Federal kir. Hikumetên federal ji bo başkirina aborîya lawaz a li rojhilat devê xizneya welêt vekir. Hikumetên alman di çarçoveya piştgîrîya Solidaritätszuschlagê de di navbera 1.5 û 2 trîlyon euro de mesrefê li rojhilatê Almanyayê kirin.

Infowelat

Foto: Polêsên Komara Demokratîk a Almanyayê di dema çalakîyeye girseyî ya li Berlînê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish journalist Heval Aslan detained in Belgium, faces deportation

The detention of Heval Aslan has sparked outrage, with demands for her immediate release and …