Alîgirên serwerî û parastina ziman biryara Zanîngeha Strasbourgê ya derbarê alsasî de protesto kirin. Rektorîya zanîngehê di biryara xwe de diyar kiribû, wê ji meha îlonê û şûn ve ziman û çanda herêmî ji mifredatê derxin.
Alsasî helwesta li hemberê zimanê xwe bi çalakîyekê protesto kirin. Çalakîya ku ji pêşengîya wê ji alîyê Unser Land (Welatê Me) ve hat kirin, li bajarê Strasbourgê hat lidarxistin.
Alîgirên serwerî û parastina ziman biryara Zanîngeha Strasbourgê ya derbarê alsasî de protesto kirin. Rektorîya zanîngehê di biryara xwe de diyar kiribû, wê ji meha îlonê û şûn ve ziman û çanda herêmî ji mifredatê derxin.
Vê biryara surprîz bêyî ji alîyê raya giştî ve bê gotûbêjkirin, di 3yê tîrmehê de hatibû girtin. Ji ber vê biryarê wê bi sedan xwendekar nikaribin dersa ziman û çanda herêmî bigirin.
Dersa ziman û herêmî li daxwaza xwendekaran hefteyê saet an du saetan tê dayîn. Tevlî astengîyên fermî, ziman û çanda alsasî di 14 sazîyên li herêmê tê dayîn. Li derdora 600 xwendekar vê dersê digirin.
Herçi dewleta fransî ye, het aji dest tê dixwaze perwerdeya ziman û çanda herêmî bisînor bike. Wezareta Perwerdeyê Fransayê bi reforma 2021an cîgirtina vê dersê ya di dîplomaya zanîngehê de asteng kiribû.
Unser Land dîyar dike, gava dawî ya wezareta fransî îşareteke din e ku Parîs dixwaze zimanên kêmar tune bike. Herwiha Unser Land nûnerên sîyasî ku di sazîyên navendî de Alsasê temsîl sûcdar dike û dide zanîn ew dest ji parastina mîrateya çandî ya Alsasî berdane.
Çanda 1500 salî kevn
Tevgera herêmî bibîr tîne ku çanda Alsasê 1500 sal kevn e û banga parastina wê li dewletê dike.

Daxwazeke din a Unser Landê derbarê mifredata perwerdeyê de ye. Tevger dixwaze, berîya 2028an ziman û çanda herêmî di pirtûkên dîrok û cografyayê de cî bigire.
Bi vê armancê, Unser Land dest bi kampanyayeke îmzeyan kir. Heta niha ji 7 hezarî zêdetir kes bi îmzeyên xwe tevlî kampanyayê bûn.
Infowelat
Foto: Protestoya Unser Landê ya li Strasbourgê
Nivîs ji hejmara 4. a e-kovara Ziman hatîye girtin.