Arşîvên Tag: spanya

Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman

    Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …

Bêtir »

Li Baskê çalakiya mezin a ji bo mafê biryardayinê

    Li Welatê Bask bi armanca xurtkirina doza diyarkirina qederê çalakiya zincîreke ji mirovan a ku dirêjahiya wê 123 km bû, hat lidarxistin. Ji 150,000’an zêdetir welatiyên alîgirê bikaranîna mafê biryardayina ji bo qederêb(self-determînasyon) beşdarê çalakiyê bûn. Çalakiya zincîra ji mirovan ku bi mehane amadekariya wê ji aliyê însîyatîfa …

Bêtir »

Erîşên polîtîk ên li hember zimanê katalanî

    Komeleya Katalan a Sosyolîngûîstîkê (SOCS) li ser rewşa dawî ya katalanî li herêmên cîran ên Katalonyayê, di 4’ê Tîrmehê de li Barselonayê deklerasyonekê weşand. Komele di deklerasyonê de îdia kir ku Spanya peymanên navneweyî ya di derbarê rêzdariya ji cihêrengiya çandî û zimanî de ne îhlal dike. Li …

Bêtir »

Parlamentoya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê red kir

    Parlamentoya Spanyayê daxwazên Katalonyayê ya ji bo lidarxistina referandûma di derbarê statuya herêmê ya di nava Spanyayê de red kir. Serokê Katalonyayê da xuyakirin ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û referandûmê li dar bixin. Daxwaza Parlamentoya Katalonyayê ya transferkirina hin hêzên ku ji bo lidarxistina referandûmê …

Bêtir »

“Dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike lewma guh nade biryara çekberdanê ya ETA’yê”

    Jon Inarritu parlamenterê Parlamentoya Îspanyayê ya ji partiya Aralar a neteweperestên çepgir ên Baskê yê. Aralar ji kevneşopiya Herry Batasunayê (HB) ya ku wekî milê siyasî yê ETA’yê dihat dîtin û demeke dirêj e ji aliyê Spanyayê ve hatiye qedexekirin, tê. Aralar piştî nîqaşa naxweyî ya di nava …

Bêtir »

Katalonya biryara referandûma serxwebûnê da

    Katalonya di riya lidarxistina referandûma serxwebûnê de gaveke girîng avêt. Piraniya endamên Parlamentoya Katalonyayê, di dengayina ji bo lidarxistina referandûmê de dengên erênî dan. Serfiraziya alîgirên serxwebûnê di encama hevkariya partiyên neteweperest ên katalan de derket holê. Di dengayina ku di 9’ê Çileyê de hat lidarxistin de pêşniyaza …

Bêtir »

Katalonya di 2014’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe

    Serokê Parlamentoya Katalonyayê Artur Mas diyar kir ku wê di sala 2014’an de li Katalonyayê  referandûma ji bo serxwebûnê bê li dar xistin. Ji 135 parlementerên katalan 87 parlementer destekê didin lidarxistina referandûmê serxwebûnê. Artur Mas di 12’ê Kanûnê de eşkere kir ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an …

Bêtir »

Di Parlamentoya Baskê de Tora Şaredariyên Bask a ji bo Şefafiyê

  Di Parlamentoya Baskê de rûniştinek li ser “Şefafî û Rêvebirina Vekirî ya Sazî û Rêvebiriyên Raya Giştî” hat li dar xistin. Nûnerê EUDEL’ê (Komeleya Şaredariyên Bask) Getxo Imanol Landa ku di heman demê de şaredarê Getxoyê ye, beşdarê rûniştinê bû û di derbarê xebata Tora Şaredariyên Bask a ji …

Bêtir »