Li Baskê çalakiya mezin a ji bo mafê biryardayinê

 

 

Li Welatê Bask bi armanca xurtkirina doza diyarkirina qederê çalakiya zincîreke ji mirovan a ku dirêjahiya wê 123 km bû, hat lidarxistin. Ji 150,000’an zêdetir welatiyên alîgirê bikaranîna mafê biryardayina ji bo qederêb(self-determînasyon) beşdarê çalakiyê bûn.

Çalakiya zincîra ji mirovan ku bi mehane amadekariya wê ji aliyê însîyatîfa Gure Esku Dago ve dihat kirin, di 9’ê Gulanê de hat lidarxistin. Di çarçoveya vê çalakiyê de ji bajarê Durangoyê yê li Herêma Xweser a Baskê heta paytexta Herêma Xweser a Navarra Pamplonayê (bi baskî Iruna) bi dehezaran kes bê navber bi destê hev girtin.

Çalakî nîvro saet di 12:00’an de li Durangoyê dest pê kir û bi pêkanîna zincîra ji mirovan saet di 12:30’an de li Pamplonayê bi dawî bû. Berdevkê însîyatîfê Angel Oiarbide di derbarê çalakiyê de da xuyakirin ku “welatiyên bask bi dehan salane li benda vê demê ne” û ew ê vê daxwaza demokratîk bilind bikin: “Em gel in, mafê me yê biryardayinê heye û dema wê hatiye.” Berdevk pê de çû û got ku ev “ne daxwazeke neteweperest e lê daxwazeke demokratîk e.”

Berdevkekî din ê însîyatîfê Ander Larunbe jî da xuyakirin ku beşdariya pêk hatiye hemû texmînan derbas kiriye. Larunbe got ku ew sê milyon kes in û meşruiyet li ser bikaranîna mafê biryardayina van kesan hatiye damezrandin

Ji bilî du partiyên spanyolparêz ên di Parlamentoya Baskê de, partiyên baskê ên wekî PNV, Sortu, EA, Bildu, sendîkayên wekî ELA, LAB ên bask, baskê sendîkaya CCOO’yê li herêmê û gelek saziyên sivîl ên çandî, hunerî û ziman destekê dan vê çalakiyê.

Çavkanî: Eitb.com

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …