Li Baskê meşa girseyî ya ji bo aştiyê

 

 

Li Welatê Bask ê li Spanyayê ji bo aştiyê meşeke girseyî hat lidarxistin. 130,000 kesên ku alîgirên hêzên siyasî yên cûrbecûr bûn, beşdarê meşê bûn.

Meşa ku bi beşdariya xwe ya xurt wekî “dîrokî” hat binavkirin, ji aliyê Partiya Neteweperest a Bask (PNV), Sortu, EA, Aralar, ELA û LAB’ê ve hat lidarxistin û tevgera Geroa Bai destekê da meşê. Bi vê beşdariya berfireh a polîtîk ku hemû hêzên Baskê hembêz kir, meş balê kişand ser xwe. Meşa ji bo aştiyê saet di 18:00’an de ji Meydana La Casilla’yê dest pê kir û saet di 19:00’an de li ber Şaredariya Bilbaoyê bi dawî bû.

Beriya lidarxistina meşê, hewldanên qedexekirinê yên sê komeleyên qurbanên terorîzmê derketin holê. Digel daxwazên vê derdorê ya ji bo qedexekirina meşê, dadger Ismael Moreno yê ji Dadgeha Neteweyî du saet beriya ku meş bê lidarxistin biryara serbestberdana meşê da. Dadger, piştî raporên ji hikumeta Bask, polîsên bask û polîsên neteweyî wergirt, biryara xwe de da û dîyar kir ku delîlekî sûc an daneyên objektîf ku lidarxistina meşê asteng bike di dest de tune ne.

Di dawiya meşê de manîsfestoya hatibû amadekirin, bi zimanên bask, spanyolî, fransî û zimanê îşaretan hat xwendin. Di tekstê de pesnê wêrekî û serbilindiya xizmên girtiyên bask hat dayîn û siyasetmedarên spanyol û fransewî ku di dewsa çareseriyeke berfireh polîtîkayên cezakirinê bi kar tînin, hat şermezarkirin. Ji Fransa û Spanyayê hat xwestin ku dev ji polîtîkayên xwe yên belavkirina girtiyên bask li girtîgehên cihêreng berdin û riya aştiyê ya ji bo problema Bask vekin.

Hin hêzên siyasî yên herêma Bask a li Fransayê, herêma xweser a Navarra û Katalonyayê jî beşdarê beşdarê meşê bûn.

Çavkanî: Eitb.com / Naiz.info

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …