Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman

 

 

Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de ji bo parastina zimanê katalanî li Barselonayê dakevin kolanan.

Di 31 û 1’ê Heziranê de ji 40,000’î zêdetir kes bi armanca protestokirina êrîşên li dijî zimanê katalanî ên di qada perwerdeyê de li herêmên Balear û Valensiyayê daketin kolanan. Di xwepêşandanan de hewldanên rêvebiriyên van her du herêman ên li hember katalanî hatin şermezarkirin.

OCB

Xwepêşandana ewilî di 31’ê Hezîranê de li paytexta Herêma Xweser a Balearê Mayorkayê hat lidarxistin. Li gorî agahiyên ji rêxistina zimanê katalanî Obra Cultural Balearê (OCB) hat wergirtin, ji 10,000 zêdetir kes beşdarî meşa ku ji aliyê 20 saziyên sivîl hat destekirin, bûn.

Li Spanyayê êrîşên li dijî zimanê katalanî bi giranî ji ber qanûnên ku di demên dawî de ji aliyê hikumeta Madrîdê tên qebûlkirin û biryarên dadgehên bilind pêk tên. Rêvebiriya hikumeta herêmî ya Balearê jî destekê dide polîtîkaya hikumeta navendî ya di warên zimanê katalanî û li herêmê kiryarên ji bo bisînorkirina katalanî dimeşîne.

Di 1’ê Hezîranê de bi heman armancî li bajarê Valensiyayê ku paytexta herêma Valensiyayê ye û li navendeke din a vê herêmê Orxetayê xwepêşandan pêk hatin. Organîzatorê her du meşan rêxistina Escola Valenciana ragihand ku li Orxetayê 5,000 kes û li Valensiyayê 25,000 kes beşdarê meşê bûne. Berpirsê rêxistinê Vicent Moreno ji ber “biryardariya” hikumeta herêmî ya Valensiyayê ya “ji bo girtina dibistanên fermî yên ku bi zimanê valensiyayî (li vê herêmê navê lokal ê zimanê katalanî ye) perwerdeyê dikin û êrîşên wê yên din ên li dijî dibistanên zimanê valensiyayî yên fermî û xwedî perwerdeya bi qelîte” van meşan pêwîst bûne.

escola valenciana

Li gorî Escola Valencianayê niha 14,000 zarok ji ber kêmasiya hiqûqa di warê dibistanên zimanê valensiyayî yên di sîstema perwerdeya fermî de, ji perwerdeya bi vî zimanî bêpar in. Rêxistinê ji ber zextên li dijî navendên katalan ên li herêmê yên ji aliyê hikumeta herêmî tê plankirin, ditirse ku wê rewşa perwerdeya bi zimanê katalanî xerabtir bibe.
Li Katalonyayê jî rêxistina Som Escola bangî welatiyên katalan kir ku di 14’yê Tîrmehê de ji bo parastina zimanê katalanî li Barselonayê dakevin kolanan. Di daxuyaniya rêxistinê de ji xwepêşanderan hat xwestin ku li dijî planên hikumeta spanyol û biryarên dadgehan ên ku ferz dikin ku hebûna spanyolî qasî ji % 25’ê dersên ziman be, rola katalanî ya wekî zimanê navgîn ên li dibistanên li Katalonyayê biparêzin. Çav li rêye ku bi hezaran xwepêşander li ser vê bangê li Barselonayê dakevin kolanan.
Çavkanî: Nationalia.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal dikare bibe xwedî mîlyonek axêverên ziman?

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike …