Arşîvên Tag: spanya

Protestoyên li hember Qanûna Wert a hikumeta spanyol. Qanûna nû ku wê di 2014-2015’an de bê tetbîqkirin, bêyî beşdariya aktîf a welatiyan û herêmên xweser ên Spanyayê, di modela perwerdeyê de guherîneke mezin çêdike. Bi vê modelê, garantiya ji bo perwerdeya xwedî qelîteyek bilind, sosyal û demokratîk ji holê tê rakirin. Modela nû, modela perwerdeya ziman a li hin herêmên xweser ku 30 sal in tê meşandin jî diguherîne û li van herêman saetên dersa spanyolî zêde dike.

Bêtir »

1,600 kes beşdarê bernameya axaftina bi baskî bûn

Li herêma Baskê ya li Spanyayê 1,600 mirov beşdarê bernameya duyemîn a Berbaguneayê ya li Bilbaoyê bûn. Ev çalakî bi armanca beşdar bi zimanê baskî bi hev re biaxivin û nîqaşan bimeşînincara ewilî sala borî hat lidarxistin. Bername ji aliyê Şaredariya Bilbaoyê û Meclîsa Wîlayetê ya Bizkaiyayê (Diputacion Foral de …

Bêtir »

Galîsya, Bask û Katalonya ji bo xurtkirina zimanên xwe civiyan

  Berpirsên siyaseta ziman ên ji herêmên Galîsya, Bask û Katalonyayê bi armanca xurtkirina bikaranîna zimanên xwe li Santiago de Compostella’yê civiyan. Berpirsê departmanên siyaseta ziman a Galîsyayê Valentin Garcia, ê Baskê Patxi Baztarrika û yê Katalonyayê Ester Franquesa ku her sê jî girêdayî hikumetên xweser ên Galîsya, Bask û …

Bêtir »