Civaka baskê dibêje ‘Euskaraz Bai’* -I

Paul Bilbao Sarria Sekreterê Giştî yê KONTSEILUA’yê ye ku rêxistineke ji gelek rêxistinên ku di qada zimanê baskî de dixebitin, pêk tê.  Bilbao-Sarria beşdarê Sempozyûma Perwerdeya Zimanê Dayikê ya ku du hefte berê li Amedê hat li dar xistin bû û di derbarê parastina zimanê baskî de hin agahiyên balkêş da ku hin ji wan ji bo beşdarê sempozyûmê xwedî taybetiyeke ku gelek nîqaş li ser dikaribû bihata kirin bûn. Em di derbarê tevgera zimanê baskî û serfiraziyên wê, astengiyên li dijî xebatên tevgerê, tevger çawa destekê dide planên normalkirinê yên ku di asta şaredariyê de tên meşandin, axivîn.

Necat Ayaz: Dema em qadeke berfireh a çalakiyan li ber çav bigirin, em dikarin Kontseiluayê çawa terîf bikin? Ew bi tenê tevgereke ziman a ji jêr ve hatiye birêxistinkirin e an dema em li rastiyên ku ew di nava rêvebiriyên lokal ên li Welatê Baskê de dixebite binêre, ew ji tevgereke ziman wêdetir e?

Paul Bilbao Sarria: Ji 2005’an û vir ve rewş guherî. Niha Peymana Bai Euskarari bi serê xwe ji aliyê rêxistineke xwedî heman navî ye tê meşandin. Kontseilua jî yek ji rêxistinên di nava Bai Euskarari de ye. Di eslê xwe de vê peymanê projeyeke Kontseiluayê ye lê me biryarê da ku wê ji cihê bikin. Ji ber ku em fikirîn ku vê projeyê bêtir pêdiviyê bi serxwebûnê dibîne.

Cudahiya sereke ya di navbera me û tevgerên zimanên din de ev e ku Kontseilua rêxistineke ku ji rêxistinên cuda pêk tê ye. Di 1997’an de me li Welatê Bask hin semîneran li dar xistin. Ji van çalakiyan re unîversala (gerdûn) baskî hat gotin û ji 100’î zêdetir sazî beşdarê vê pêvajoyê bûn. Kesên vê pêvajoyê bi rê ve dibirin difikirîn ku civaka sivîl a zimanê baskî pêdiviyê bi dengeke bilind dibîne. Ji ber vê yekê, wan biryar da ku rêxistineke ku di bin banê xwe de rêxistinên cuda dihewîne ava bikin. Ev, cudahiya sereke ya di navbera me û tevgerên din ên ziman de ye. Bi awayekî normal, tevgerên din ên ziman ji kesan pêk tên. Di mînaka me de ne kes lê rêxistin bûne yek. Ev tê vê wateyê ku hema hema hemû sazî, komele û rêxistinên ku ji bo zimanê baskî dixebitin, endamên Kontseilua’yê ne. Û dîsa ev tê vê wateyê ku dema ku Kontseilua diaxive û hin tiştan pêşniyaz dike aliyê ku diaxive û pêşniyaz dike civaka sivîl a Baskê ya alîgirê ziman e.

N.Ayaz: Têkiliya we bi rêvebirî û rêxistinên siyasî re tuneye?

B.Sarria: Erê, têkiliya me bi rêvebiriyê, partiyên siyasî û sendîkayan re heye. Divê hûn bifikirin ku em jî xurt in. Hemû rêxistinên di hundirê Kontseiluayê de xwedî bi hezaran endaman in. Wekî mînak, hemû dê û bavên zarokên di dibistanên îmersiyonê yên zimanê baskî de perwerdeyê dibînin endamên Kontseiluayê ne. Lewma partiyên siyasî û rêvebirî dizanin ku dema sekreterê giştî diaxive ew ne li ser navê xwe lê li ser navê hemû civaka sivîl a zimanê baskî diaxive. Dema em di derbarê ku divê polîtîkaya ziman a rast a li Welatê Bask kîjan bibe de pêşniyazekê dikin, siyasetmedar dizanin ku vê pêşniyazê ji aliyê van hemû rêxistinan hatiye kirin.

Acto de Kontseilua

N.Ayaz: Kontseilua ji bo normalkirina zimanê baskî çi dike? Ji dema damezrandina wê ya 1998’an û vir ve di warê planên xwe yên dem kurt û dem dirêj de çiqas serfiraz bûye?

B.Sarria: Kontseilua di du qadan de dixebite: Siyasî û civakî. Di qada siyasî de bi armanca guherandina polîtîkaya ziman me pêşniyazên cuda kirine. Me hemû polîtîkayên ziman ên li Welatê Baskê yên dewleta spanyol, dewleta fransewî, Herêma Xweser a Baskê û Herêma Navarrayê lêkolîn kir û dokumanên balkêş amade kir. Hin kes dibêjin ku hûn bi tenê rexne dikin. Ev ne rast e. Dema em hin tiştan rexne dikin, em di heman demê de alternatîfekê pêşniyaz dikin. Di meseleyên siyasî de me gelek pêşniyazan kiriye. Yek ji van pêşniyazan a ku min duh li sempozyûma li Amedê kiriye. Min pêşniyaz kir ku hemû xwendekarên li Welatê Baskê dema xwendina xwe ya ferz bi dawî bikin divê bibin pirzimanî. Pêşniyazeke din di derbarê destekirina zimanê baskî ya di qada sosyo-aboriyê de ye û ya dawî jî destekirina zimanê baskî ya li hemû şaredariyan e.

Me bi projeke bi navê Bai Euskarari dest bi kar kir. Ew bi armanca destekirina bikaranîna baskî ya di şîrketan de û avakirina tabelayên bi baskî hat amadekirin. Dema şîrketekê di Bai Euskarari de bi ser bikeve, ev tê vê wateyê ku wê di lehê zimanê baskî de hin teahudên xwe pêk aniye. Van teahudan ji sê astên cuda pêk tên: Asta destpêkê, asta duyemîn ku tê de hemû xizmet bi zimanê baskî tê pêşkêşkirin û asta sêyemîn ku pêşkêşkirina hemû xizmetên bi zimanê baskî û şarezahiya xebata bi zimanê baskî. Her sal divê xebatên her saziyê bê nirxandin û encama vê nirxandinê erênî be. Ev hemû hewldan ji bo destekirina bikaranîna zimanê baskî ya di qada civakî de ye. Ji 1200’î zêdetir şîrket di nava vê sîstemê de ne.

Çalakiya yekemîn a mezin a Kontseiluayê di heman demê de li pênc stadyûman hat kirin ku di vê çalakiyê de rêxistinê karibû 125,000 kes kom bike. Ev cureyeke çalakiyê bû ku me ji civakê re got ku me Kontseiluayê damezrandiye û Kontseilua dikare di lehê zimanê baskî de çalakiyên wiha mezin li dar bixe. Slogana me Bai Euskarari bû. Lê di nava demê de em lê hay bûn ku gelê li Welatê Baskê alîgirê zimanê baskî ne. Ti kes nabêje ‘em li dijî ziman in’. Lewma me biryar da ku slogana xwe biguherînin. Em ji Bai Euskarari derbasî Euskaraz Bai ku tê wateya ‘Bi baskî erê’ (ango ‘Ji jiyana bi baskî re erê’. Eger ez bêjim “ji baskî re erê’ ev tê vê wateyê ku ez alîgirê zimanê baskî me lê ez tiştekî nakim an ez hin pereyan didim dibistanên ikastolas û hew. Lê dema ez bêjim “bi baskî erê’ ev tê vê wateyê ku tu teahudekê îfade dikî. Eger tu ziman nizanibî tu yê dest bi fêrkirina wê bibî, eger tu ziman bizanibî tu yê wê bi kar binî. Wersiyona dawî ya Bai Eukarari ev e: Euskaraz Bizi Nahu Dut. Ev tê wateya ‘ez dixwazim bi zimanê baskî bijîm’. Wateya wê hema hema wekî Euskaraz Bai ye lê em difikirin ku gel betir vê fam dike. Û me ferq kir ku bi rastî jî gel dixwaze bi zimanê baskî bijî. Eger tu bêjî ‘ez dixwazim bi zimanê baskî bijîm’ ev tê wê wateyê ku ‘ez endamekî civakê me, ez baca xwe didim û mafê min ê ji bo vê helwestê heye’.

euskaraz-bizi-nahi-dut-

N.Ayaz: Hûn dikarin di derbarê ku çend kes heta niha beşdarê vê kampanyayê bûne de agahî bidin? Û li kîjan aliyê Welatê Bask hûn bêtir serfiraz bûne?

B.Sarria: Pir dijware ku ez jimareke teqez bidim. Di warê serfiraziya kampanyaya me de bajarên mezin û biçûk ji hev vediqetin. Bo nimûne, digel ku jimara herî zêde ya axêverên baskî li wir in, destekirina zimanê baskî ya li Bilbaoyê pir dijwar e. Li vir problem ev e ku dema bi axêverên spanyolî re bê miqayesekirin, rêjeya axêverên baskî ne zêdeye. Em difikirin ku divê dest bi xebata li bajaran bikin. Eger hûn ê zimanê xwe vejînin, pedivî heye ku hûn du aliyan li ber çav bigirin. Yekemîn, pêdiviya we bi pêkanîna axêveran heye lê bi tenê bi peydekirina axêveran hûn nekarin bi zimanekî bijîn. Divê hûn qadên ku hûn tê de bikaribin bi baskî biaxivin ava bikin. Bi nêrina min, polîtîkayên ziman rastiya ku divê ew axêveran peyde bikin li ber çav girtine lê rastiya ku divê ew qadan damezrînin ji bîr kirine. Eger ez bixwazim biçim sînemayê şensê min tuneye ku ez fîlmekê bi zimane baskî temaşe bikim. Bi tenê qenaleke fermî yê TV’yê bi baskî heye û di her cureyên berhemên TV’yê de bernameyên vê qenalê tunene. Bi tenê rojnameyeke me ya bi baskî ku ji aliyê civaka sivîl ve hatiye damezrandin heye. Em difikirin ku şensê civaka baskê tuneye ku li her derê baskî bi kar bîne. Çima hikumet rêgezên ku ew ê bi tenê reklaman bidin rojnameyên ku cî didin nûçeyên zimanê baskî jî qebûl nake? Ev, polîtîkayeke ziman e ku ne pêwîst e hûn pere xerc bikin û di encama vê de wê rojname mecbûr bimînin biguherin.

Em ji hikumetê re dibêjin ku gelek tiştên ku bêyî hûn mesrefê bikin bînin cî hene. Li gorî rêgezekê, divê ew reklaman bidin rojnameyên ku xwedî tîrajeke mezin in. Bê guman hikumeta bask dikare vê rêgezê biguherîne. Ez pêşniyaz dikim ku rêgezeke nû yê ku li gorî wê reklam dikarin di rojnameyên ku herî kêm ji % 10’ê naveroka wan bi baskî be de bê weşandin bê qebûlkirin. Bi riya kirina vê yekê, em ji bo baskî qadeke din ava dikin. Mînakeke din etîketên berheman e. Dema ez tiştekî bikirim ez dixwazim ew bi zimanê baskî be. Çima ez mecbûr dimînim ku berheman bi spanyolî û portekîzî bibînim? Bi awayekî normal hemû berhem bi van her du ziman e. Ji ber ku şîrketên mezin heman berhemên duzimanî li Spanya û Portekîzê difroşin. Çima hûn rêgezekê ku ferz dike ku eger hûn dixwazin li Welatê Bask berhemekê bifiroşin, qet nebe divê vê berhemê bi baskî be jî?

Bu taybetî hikumeta kevn a bask herdem digot ku divê azadiya tercîhkirina ziman hebe. Ez jî dipirsim ku ‘azadiya kî?’. Ez ji bo bikaranîna zimanê xwe ne azad im. Ez nekarim li her derê zimanê xwe bikar bînim. Ew li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî tevdigerin lê Kontseilua bi tenê li gorî berjewendiyên zimanê baskî tevdigere.


Kamera: Fatoş Demîrtaş

* Euskaraz Bai: Bi zimanê baski tê wateya ‘bi baskî erê’ (ji jiyana bi baski re erê)

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Skotland butçeya saziya ziman kêm dike

Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî kêm bike. Aktîvîst di wê …