ETA dest bi çekberdanê kir

 

 

Rêxistina çekdar a Baskê ETA (Bask û Azadî) dest bi çekberdanê kir û ji bo vê yekê di bin çavdêriya komîsyoneke çavdêran a navneteweyî de komeke çekên xwe nîşanê raya giştî da.

Di vîdyoyeke ku hefteya borî ji rûpela spanyolî ya malpera BBC’yê re hat şandin de hat nîşandan ku endamên bi maske yên ETA’yê çawa ligel Komîsyona Îspatkirinê ya Navneteweyî komeke çek û teqemeniyê nîşan didin û bi awayekî fermî qebûl dikin ku wan êdî bi kar neynin.

Berpirsê komîsyona navneteweyî Ram Manikkalingam li bajarê Baskê Bîlbaoyê diyar kir ku “Dilê komîsyonê rihet e ku vê gavê girîng e û bawerî pê tê anîn” û wiha berdewam kir: “Em bawer dikin ku wê di encama vê gavê de hemû çek, cebilxane û teqemeniyên ETA’yê êdî neyên bikaranîn.”

Vê gava ETA’yê ji aliyê hikumeta Baskê ve bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Serokwezîrê Herêma Xweser a Baskê Inigo Urkulluyê ji Partiya Neteweperest a Baskê (PNV) got ku “ ev gava pêşiyê ye lê ji bo bi tevahî çekberdanê asteke pêşiyê ya girîng e.”

belge

Berevajiya partiyên baskê, serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy ji mêj ve ye dide xuyakirin ku ew naxwaze bi ETA’yê re hevdîtinê bike û ji rêxistinê daxwaz dike ku bi awayekî yekalî hemû çekan berde. Leopoldo Barredayê ji şaxa Partiya Gel (PP) ya Baskê ku di heman demê de li Spanyayê îktîdar e, got ku “Tiştên ku ew dikin teqez bê wate ye. Em bi tenê dixwazin ew dawî li hebûna xwe bînin û di berdêla vê de tiştekî nexwazin.”

ETA du sal berê agirbesta yekalî îlan kiribû û kurtedemek berê jî dabû xuyakirin ku ew dixwaze dev ji çekan berde. Hin derdor didin zanîn ku ji ber operasyonên dewletê, rêxistin mecbûr maye ku vê gavê bavêje û lê hin kes jî dibêjin ku rêxistin dixwaze bi vê yekê rewşa girtiyên xwe yên di girtîgehên Spanyayê de muzakere bike. Li Spanyayê bi tevahî 530 girtiyên ETA’yê hene ku gelek ji wan li girtîgehên dûrî Baskê tên girtin.

Derdorên eleqeder pêvajoya çekberdanê ya IRA’yê (Artêşa Komarger a Îrlandayê) û ETA’yê didin berhev û di navbera wan de hin cûdahiyan dibînin. Pêvajoya çekberdanê ya IRA’yê qasî çar sal ajotibû û komîsyona navneteweyî ku çavdêriya vê pêvajoyê dikir ji aliyê hikumeta brîtanî ve hatibû naskirin. Lê hikumeta spanyol ji niha ve dide xuyakirin ku ew naxwaze bi awayekî fermî komîsyona navneteweyî nasbike.

eta_2

Di komîsyona navneteweyî de kî heye?

Komîsyona Îspatkirinê ya Navneteweyî ya demeke dirêj a beriya îlankirina çekberdanê ya ji aliyê ETA’yê, di Îlona 2011’an de hat damezrandin. Endamên komîsyonê ev in:

Ram Manikkalingam (Srî Lanka): Berpirsê vê komîsyonê ye û di heman demê de damezrîner û gerînendeyê “Koma Şêwirmendiyê ya Diyalogê”ye ku li paytexta Holanda Amsterdamê hatiye damezrandin.

Ronnie Kasrils (Afrîkaya Başûr): Siyasetmedarekî teqawûtbûyî ye ku di şerê li dijî rejîma apartheidê de roleke girîng lîstiye.

Aracelly Santana (Ekwator): Di sala 2008’an de Cîgirê Nûnerê Taybet ê a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Nepalê bû.

Chris Maccabe (Brîtanya): Berpirsê siyasî yê Ofîsa Îrlandaya Bakur a (NIO) girêdayî Hikumeta Brîtanyayê bû ku di hevdîtinên ji bo aştiyê yên li Îrlandaya Bakur de rolekê lîstiye.

Satîş Nambiar (Hîndîstan): Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Hîndîstanê bû û di 1992-93’an de li Yûgoslavyayê berpirsê hêzên Neteweyên Yekbûyî bûye.

Fleur Ravensbergen (Holanda): Cîgirê Gerînendeyê Koma Şêwirmendiyê ya Diyalogê ye û di vê saziyê de karê navbeynkariya di navbera hêzên dijber de dike.

Çavkanî: Guardian.co.uk /Eitb.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …