Li Navarrayê festîwala dibistanên Îkastola hat lidarxistin

Herêma Xweser a Navarrayê di 20’ê Cotmehê de pîrozbahiya salane ya bi navê Nafarroa Oinez ku ji bo destekirina dibistanên ku bi baskî perwerde lê tê kirin, li dar xist.

Festîwala Nafarroa Oinez ji bo fêrkirin û hînbûna zimanî baskî û pêşxistina mercên navendên perwerde lê tê kirin ,tê lidarxistin. Her sal dibistanekê ji bo organîzekirina festîwalê tê peywirdarkirin. Îsal dibistana Ikastola Argia ku 200 zarokên temenê wan di navbera 3 û 16’an de ne lê tê perwerdekirin, vê peywirê girt ser xwe. Çend hezar mirovên ji herêmên Navarra û Baskê  beşdarê festîwala îsal a ku li bajarê Tudelayê hat lidarxistin, bûn.

Îkastola çi ne?

Îkastola toreke dibistanên li Navarrayê û Baskê’ne ku ji aliyê fon û rêvebirinê  girêdayê saziyên perwerdeyê yên herêmên xweser Navarra û Baskê ne. Li herêma bask a li Fransayê dibistanên Ikas-Bi ya ku ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin perwerdeya duzimanî ya baskî û fransewî dide. Li aliyekî din, li Fransayê dibistanên taybet ên ziman ên bi navê Seaska jî hene û têkiliyên wan ên xurt bi dibistanên taybet ên li welatê bask a li Spanyayê hene. Mesrefên dibistanên taybet bi alîkariya dê û bavên xwendekaran û bi pereyê ji festîwalên salane (Herri Urrats, Nafarroa Oinez, Araba Euskaraz û hwd.) tên bidestxistin, tên dayîn.

Çavkanî: NPLD (Tora Destekirina Cihêrengiya Ziman)

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …