“Dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike lewma guh nade biryara çekberdanê ya ETA’yê”

 

 

Jon Inarritu parlamenterê Parlamentoya Îspanyayê ya ji partiya Aralar a neteweperestên çepgir ên Baskê yê. Aralar ji kevneşopiya Herry Batasunayê (HB) ya ku wekî milê siyasî yê ETA’yê dihat dîtin û demeke dirêj e ji aliyê Spanyayê ve hatiye qedexekirin, tê. Aralar piştî nîqaşa naxweyî ya di nava tevgera serxwebûnxwaz a çepgir de derket holê, ji aliyê derdoreke ku demokrasiya navxweyî daxwaz dikir hat damezrandin. Me di hevpeyvînê de sebebên damezrandina vê partiyê, cûdahiyên di navbera rêxistinên çepgir ên serxwebûnxwaz ên bask de, sebebên rexneyên li dijî statuya xweseriya Baskê û çekberdana ETA’yê nîqaş kir.

Necat Ayaz: Çima hêzên polîtîk ên neteweperestên çepgir ên bask di warê damezrandina partiyek an platformeke xurt heta niha bi ser neketin lê PNV’ya (Partiya Netewerest a Bask) neteweperest a muhafazakar wekî partiya îktîdarê heta niha hebûna xwe ya siyasî domand?

Jon Inarritu: Me gelek caran nîqaş kir û çareseriyên cuda dît. Lewma jî em di paşerojê de di navbera çend partiyên cûda de belav bûn. Du sal berê, me li ser mijara jihevbelavbûnê nîqaş kir û bi armanca bibin alternatîfeke xurt a li Welatê Bask, EH Bilduyê ava kir. Di dawiyê de me di hilbijartinên di 2014’an de encamên baş bi dest xist û nêzîkî PNV’ê bûn. Navê koalîsyona me ya ji bo hilbijartinên giştî Amaiur bû. Di hilbijartinê de me karîbû ji Welatê Bask û Navarrayê 7 parlamentaran bişînin Parlamentoya îspanyol lê PNV dikarîbû bi tenê 5 parlamenter bişîne heman parlamentoyê. Ev cara ewilî bû ku me ji PNV’ê zêdetir deng wergirt. Bi saya vê hevkariyê niha em li Welatê Bask hêza herî xurt a duyemîn in û dikarin bibin alternatîfekê. Vê rastiyê bêhna PNV’ê teng dike. Em di heman demê de li Wîlayeta Gipuzkoayê ku xwedî hebûneke xurt in, ji vê partiyê bêtir deng wergirt. Sebeba vê hevkariya me agirbesta mayinde ku ji aliyê ETA’yê hatibû îlankirin bû. Em li hemberê şidetê ne û vê agirbestê kir ku em bi hesanî hevkariyê bikin. Niha em nîqaş dikin ku di bin sîwana EH Bildu de beşdarê hilbijartinên giştî bibin.

N.Ayaz: Ji bilî Welatê Bask, hûn di hilbijartinên ji bo Parlemantoya ”Îspanyayê de li ku derê namzetan nîşan didin?

J. Inarritu: Li Îspanyayê du herêmên me yên bi navê Herêma Xweser a Bask û Herêma Xweser a Navarra hene.  Em ni tenê li van du herêman dikevin hilbijartinê. Em ti carî li herêmên din ên li Îspanyayê nakevin hilbijartinê.

N.Ayaz: Hêzên polîtîk ên di bin banê EH Bildu li Welatê Baskê çawa xwe birêxistin dikin û dixebitin? Ew bi tenê mekanîzmayên parlamenter bi kar tînin?

J. Inarritu: Ji ber ku em partiyeke çepgir in û gelek rexneyan li sîstemê digirin, em ji bo birêxistinbûn û xebatê demokrasiya dîrekt bi kar tînin. Heta niha me li gelek bajarok û gundan bi armanca ku welatî di derheqê mijarên ku ji bo wan girîng in de biryarê bidin, gelek meclîsan damezrand. Van meclîsan demî ne û em li hemû navendên ku şaredarî di destên me de ne wan li dar dixin. Mafê hemû welatiyan heye ku beşdarê van civînan bibin, di derbarê rêvebiriya aboriyê de, metodên ji nû ve veguherandina madeyên hatine bikaranîn û berhevkirina sergoyê de biaxivin û pêşniyazên xwe pêşkêş bikin. Di asta lokal de bi armanca pirskirina fikrên mirovan ên di derbarê mijarên siyasî, aborî û çandî de gelek referandûm hatin lidarxistin. Lê carinan, ji ber ku li Welatê Bask em ne piranî ne, di warê lidarxistina van referandûman de hin dijwarî derdikevin pêşiya me. Li aliyekî din, hikumeta spanyol destûrê nade me ku em di derbarê çêkirina rê, pir hwd. de referandûm li dar bixin. Me di şaredariyên xwe de ji şaredariyên di destê PNV’ê de bêtir karên baş kirine. Wekî mînak, em li Gipuzkoayê di karê birêvebirina rêvebiriya lokal de pir serfiraz bûn û me di dema krîzê de ji rêvebiriyên lokal ên din bêtir bacê berhev kir.

inarritu2
John Inarritu (Foto: Fatoş Demîrtaş)

N.Ayaz: Kengî û çawa Aralar hat damezrandin? Cûdahiyên di navbera wê û rêxistinên din ên di bin banê EH Bildu de çi ne?

J. Inarritu: Çend sal berê me dest bi nîqaşa ji bo veqetîna ji Abertzaleyê ku piştî girtina wê ji nava Herri Batasunayê çêbibû, kir. Beriya vê demê, ETA agirbestê bidawî kiribû û em difikirin ku ev şaşiyeke pir mezin e. Civaka baskê êdî şîdetê nedixwest û daxwaza aştiya heta hetayê dikir. Sebeba sereke ya veqetîna me ya ji Abertzaleyê ev bû. Ji bilî vê, di navbera me û Abertzaleyê de ku niha bûye Sortu, cûdabûneke mezin hebû. Me got ku divê milîtan endamên partiyê bin. Me daxwaz kir ku divê biryar bi awayekî demokratîk bên girtin û astengkirina kesên xwedî bandoreke xurt û pêvajoya veşartî ya biryargirtinê, parast. Li aliyê din, ew ji bo parlementoyên Bask û Spanyayê dihatin hilbijartin lê wan bi îdiaya ku ew ne saziyên me ne, xebata di nava van saziyan de red dikirin. Me dianî ziman ku bi armanca parastina doza me, divê em têkevin nava her saziyê û me di heman demê de saziyên Baskê wekî saziyên xwe didît. Û di dawiyê de, wan dest bi famkirinê kir ku em pozîsyona rast diparêzin û wan jî wekî me kir.

N.Ayaz: Çima xweseriya niha ku wekî xweseriya herî berfireh a li ‘Îspanya û Ewropayê tê dîtin partiya we û serxwebûnxwazên din ên Baskê memnûn nake?

J.Inarritu: Di 35 salên xweseriyê de nêzîkî 30 hêzên di destên dewletê de transferê Herêma Xweser a Baskê nehatine kirin. Lewma dewleta spanyol di warê Statuya Xweseriyê ya Baskê de berpirsiyên xwe neanîne cî. Em di heman demê de bi armanca sîstema aboriyê û berjewendiyên aboriyê yên Baskê daxwaza temsîlbûna mayinde ya di Konseya Ewropayê de dikin. Ji bilî vê, em daxwaz dikin ku zimanê me di Parlamentoya Ewropayê de wekî zimanê fermî bê naskirin. Lewma, digel encamên wê yên pozîtîf ên di qada temsîlkirina polîtîk, aborî, çandî û ziman de, statuya niha ya gelê baskê ya di nava Spanyayê de me memnûn nake. Di dawiyê de, civaka Baskê dixwaze di warê ku ew têkiliya azad a bi Îspanyayê re biparêzin, dewleta xwe damezrînin an wekî herêmeke xweser hebûna xwe bidomînin, biryarê bidin. Niha mafê gel tuneye ji bo pêşeroja xwe biryarê bide.

N.Ayaz: Hûn nafikirin ku ji aliyekî ve hûn dixwazin bibin dewleteke serdest û li aliyekî din jî hûn dixwazin beşdarê Yekitiya Ewropayê (YE) ku piraniya hêz di destê Brukselê de kom dibe?

J. Inarritu: Hûn dizanin ku di sedsala derbasbûyî de li Ewropayê du şer pêk hatin û di paşerojê de dewlet her dem li dijî dewletên din şer dikirin. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve li Ewropayê di navbera dewletan de şer pêk nehatiye û kêm zêde aştî hebûye. Digel ku carinan problem çêdibin jî welatên YE’yê demokratîk in û ji mafên mirovan re rêz tê girtin. Me di heman demê de dît ku Spanya ji endamtiya tam a YE’yê pir tişt bi dest xistin. Lê li aliyekî din, rêvebiriya YE’yê di dema krîzê de  di azmûneke xerab re derbas bû û encamên nebaş derketin holê. Di dema krîzê de biryarên sereke ji aliyê troykaya ku ji Komîsyona Ewropayê, Bankeya Navendî ya Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) pêk tê hat girtin. Em gelek rexneyan li vê rewşê dikin û em ewropayeke din dixwazin. Û di heman demê de divê bê gotin ku hin welatên ku ji aliyê aboriyê xurt ên di nava YE’yê de li ser girtina biryarên girîng bandorê dikin.  Em rûmetên Ewropayê diparêzin û dixwazin bibin endamê wê lê em di heman demê de ewropayeke bêtir sosyal ku hemû welat tê de wekhev in, dixwazin.

N.Ayaz: Di derbarê Plana Ibarretxe de ku ji bo Baskê têkiliya azad a bi Spanyayê re pêşkêş kir de hûn çi difikirin? Piştî vê planê li Baskê ji bo serdestiyê însîyatîfeke mezin derket holê?

J. Inarritu: Ez ji bo vê planê rêz digirim lê ez têkiliya azad a Baskê ya bi Spanyayê re naparêzim. Ji ber ku baweriya min bi hikumeta Îspanyayê nayê. Bi ya min a herî baş damezrandina dewleteke Baskê ye. Plana Ibarretxe dikare wekî gaveke di riya serxwebûna Baskê de bê dîtin. Serokê Baskê digot ku hûn nekarin bi gavekê tenê bigijîn lûtkeya Çiyayê Everestê. Lê hûn di diya ber bi lûtkeya wê de ji kampekê digijîn kampeke din. Dema vê planê bêyî ku bi me bişiwêre ji aliyê hikumeta spanyol ve hat redkirin, carekê din ji bo me eşkere bû ku ji bilî serxwebûna tam çareseriyeke din tuneye. PNV eşkere kir ku ew ê di sala 2015’an de ji bo serdestiyê ya li Baskê însîyatîfeke nû bide destpêkirin. Niha di Parlamentoya Baskê de 75 wekîl hene ku 48 ji wan neteweperestên bask in û jimara wanb a ji bo destpêkirina vê pêvajoyê ya di parlementoyê de bes e. Û ez difikirim ku pêvajoyeke dişibe ya li Katalonyayê dikare di Parlamentoya Baskê de dest pê bike.

N.Ayaz: Digel agirbesta yekalî û niyeta ETA’yê ya çekberdanê ya ligel hizûra çavdêrên navneteweyî, hikumeta spanyol destekdayina vê pêvajoyê red kir. Bêyî piştgirî û dilxwaziya dewletê, pêvajoya aştiyê ya li Welatê Baskê dikare bi ser keve?

J. Inarritu: Eşkereye ku dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike, ji ber ku ew dewlet e û dewlet herdem xwedî hêz in. Ji ber vê, guh nade niyeta ETA’yê ya ji bo bidawîkirina şerê çekdarî û çekberdana tam. ETA bi tenê got ku ew ê ligel hizûra çavdêrên navneteweyî çekan berde û ji bo girtiyên xwe yên siyasî çareseriyekê daxwaz dike. Eger problemeke we ya polîtîk a bê şîdet hebe hûn mecbûr in wê bi amûrên polîtîk çareser bikin. Îspanya dizane ku eger ETA ji holê rabe divê ew li daxwazên civaka bask guhdarî bike û bi van daxwazên demokratîk re rû bi rû were. Li gorî dewleta îspanyol her tiştên di derbarê meseleya Bask de bi ETA’yê ve girêdayî ye. Ji ber vê sebebê, dewleta Îspanya hîn jî polîtîkaya xwe ya kevn didomîne û red dike ku bi çavdêrên navneteweyî re were cem hev. Bifikirin ku Tirkiye bi PKK’ê re hevdîtinan dike lê Îspanya pêkanîna diyalogê ya bi ETA’yê re red dike. Lewma niha Îspanya ji Tirkiyeyê xerabtire.

Civaka baskê dixwaze şîdet bê bidawîkirin û lewma divê pêvajo dom bike. ETA ji bo çekberdanê cidî ye û ji ber vê yekê bi çavdêrên navneteweyî re dixebite. Biryara wê ya çekberdanê bê şert û merc e. Ji ber ku li Welatê Bask şîdet bi dawî dibe, em niha encamên vê şîdetê nîqaş bikin. Bo nimûne, rewşa girtiyên bask ku jimara wan ji 600’î derbastir kiriye yek ji mijarên ku em di vê demê de nîqaş dikin e. Lewma divê pêvajo bidome.

Amed

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ziman nirxekî di ser sîyasetê re ye

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Zana Farqînî naveke naskirî ye ku di qada ferhengnasîyê de mora xwe …