Li Başûrê Mongolyayê serhildana ji bo ziman

Dibistan ji bo netew-dewletan navendên asîmîlasyona nasnameyên cihê yên etnîk û ziman in.

Çîna ku dixwaze zimanê Mandarîn li ser hemû gelan ferz bike dibistanan wekî mewziyên eniya asîmîlasyonê bikar tîne.

Rêvebiriya Pekînê bi vê mebestê li herêma Başûrê Mongolyayê Mandarîn kir zimanê yekemîn ê perwerdeyê..

Lê ev yek ji aliyê civaka Mongol ve nehat qebûlkirin û dibistan bûn ciyê xwepêşandanên berfireh..

Ev der herêma Başûrê Mongolyayê ya bi ser Çînê ve ye.

Welatiyên li herêmê çend roj in li dijî hukumeta Çînê xwepêşandan li dar dixin.

Wêne berxwedana mongolî a li dijî zimanê çînî sembolîze dike

Rêvebiriya Pekînê meha borî biryar da, îsal bi zimanê mandarîn li Başûrê Mongolyayê perwerdeyê bimeşîne.  

Û ev gava ji bo asîmîlasyona zimanî, rastî reaksiyonên berfireh ên civaka mongol hat.

Ji 29’ê tebaxê û vir ve dêbav û xwendekar her roj li ber dibistanan kom dibin û vê biryarê protesto dikin.

Di yek ji van çalakiyan de, di encama êrişa polêsan de xwendekarek hat kuştin.

Ev jî bû sebeba zêdebûna hêrsa welatiyan û çalakiyan mezintir kir.

Serokê kevnê Mongolyayê Çakiya Elbegdorc jî bi daxuyaniyekê destekê da çalakiyên ji bo parastina ziman.

Serokê kevn ê Mongolyayê Çakiya Elbegdoc

Elbegdorc wiha axivî:

“Hûn li ku derê dibin bila bibin, eger hûn endamekî miletê mongol bin tevlî çalakiyan bibin. Eger zimanê mongolî tune be, ma mirov dikare bêje miletê mongol heye?

Hêjayî gotinê ye ji nifûsa qasî 20 milyonî ya Başûrê Mongolyayê, bi tenê 5 milyon jê mongol in.

Piraniya nifûsa mayî, di encama polîtîkaya îskanê ya hukumetên Pekînê de, ji Çînê koçî herêmê kirine.

Û bi vî awayî, li Başûrê Mongolyayê xwediyê esil ên axê bûne civakeke marjînal ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû maye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …