Aînû: Miletê ku 400 sal in nifûsa wî zêde nabe

Li ser axa xwe bûn kêmar, erdên wan hat dagirkirin û paşê zimanê wan hat qedexekirin…

Çîroka jandar a gelê aînû, ji vir 700 sed sal berê bi kolonîzasyona Japonyayê dest pê kir

Di encama dagirkerî û asîmîlasyona xedar de, aînû veguherî komeke etnîk a li ber sikratê

Di 400 salan de hejmara wan di dewsa zêde bibe, her ku çû kêm bû û zimanê wan hat ber birinê

Îro li tevahiya Japonyayê, bi tenê 10 kes bi zimanê aînû diaxivin

Peravên bi teht ku herdem ji aliyê xelekek kefê hatine dorpêçkirin, çiyayên bilind û deştên û biber…

Hokkaîdoya li bakurê Japonyayê, herî zêde bi diyardeyên xwe yên xwezayî tê naskirin.

Ev girava ku çaralî wê ji aliyê deryayên sar hatine dorpêçkirin, welatê gelê aînû ye.

Pêşiyên vî gelî, bi sedan sal beriya japonan navê Aînû Moşîr li van erdan kirine.

Lê piştî demekê, çavkaniyên erdê û deryayê bala monarşiya japon kişandiye.

Nişteciyên giravê, ji destpêkê ve ji aliyê kolonîstên japon wekî “ezo” ango “barbar” hatine binavkirin. Ew li gorî dagirkeran, “zilamên dirêj ên xwediyê riyên dirêj” bûne.

Dîmenek ji welatê Aînû Moşîr ku japon navê Hokkaido lê kirine

Di sedsala 12. de li herêma Oşîma ya li başûrê giravê koloniyên ewil ên japon hatine avakirin.

Nişteciyên giravê, ji destpêkê ve ji aliyê kolonîstên japon wekî “ezo” ango “barbar” hatine binavkirin.

Ew li gorî dagirkeran, “zilamên dirêj ên xwediyê riyên dirêj” bûne.

Mîrên biyanî, di nava demê de talan û dagirkeriya xwe ya li giravê berfireh kirine.

Aînuyên gav bi gav bûne bindestên mîrên japon, vê yekê qebûlnekirin û di 1457’an de serî rakirin.

Zilm û zora giran, jidestçûyina çavkaniyên debarê û zêdebûna nexweşiyan li ser nifûsa aînûyan bandoreke giran kir. Di sedsala 19’emîn de nifûsa nişteciyên giravê daket 20 hezaran.

Hokkaîdo li bakurê Japonyayê û erda herî dawiye ku ketiye destê dewleta japon

Hêzên serhildêr, bi rêberiya Koşamayîn de, piraniya koloniyên japon ên li Oşîmayê bi axê re kirin yek.

Lêbelê paşê, japon ketin pey vî lîderê wêrek û di kemîneke bêbext de ew bi hovane kuştin

Di sedsala 17’an de, di dema mîrektiya matsûmayan de, Japon erdên di bin kontrola xwe de berfirehtir kirin.

Bi vê re, talana dewlemendiyên erdê û deryayê yên herêma Aînûyan jî derket asta herî bilind.

Ev yek hêrsa gelê giravê bilind kir û aînû di 1668’an de îcar di bin rêvebiriya Şakûşaîn de serî rakirin.

Şakûşaîn bi serfirazî hêzên biyanî têk birin û hêviya azadiya di dilê gel de zindî kir. 

Leşkerên japon ên diçin sefera welatê aînûyan

Mixabin, gelek mîrên japon, bi hawara Matsûmay de hatin û careke din berxwedana aînûyan tepisandin.

Piştî vê têkçûnê, hukumdarên japon endamên civaka aînû wekî kole ji bo berjwendiyên dan xebitandin.

Lingekî din ê kolonyalîzmê bêguman ji polîtîkayên qirkirina çandî pêk dihatin. Zimanê aînû hat qedexekirin û axaftin û perwerdeya bi zimanê japonî li hemû erdên nişteciyan hat ferzkirin.

Zilm û zora giran, jidestçûyina çavkaniyên debarê û zêdebûna nexweşiyan li ser nifûsa aînûyan bandoreke giran kir.

Di sedsala 19’emîn de nifûsa nişteciyên giravê daket 20 hezaran.

Û bi vê encamê, cara pêşiyê aînû li ser erdên xwe bûn miletekî kêmar.

Di dawiya vê sedsalê de rêvebiriya Tokyoyê dawî li mîrektiya Matsûmay anî û giravê rastest kir milkê hukumeta navendî.

Jineke bi kinc û dora devê boyaxkirî ku taybetiyeke jinên aînû ne

Di vê demê de, ji ber koça girseyî ya Japonyayê, li giravê bajarê Hakodate û paşê Sapporo hatin avakirin.

Li aliyekî din, cotkarên japon jî qefle bi qefle hatin û li erdên aînûyan gundan avakirin.

Ev, proseya dawî ya kolonyalîzma japon bû û pê re, aînû bêmilk hatin hiştin.

Lingekî din ê kolonyalîzmê bêguman ji polîtîkayên qirkirina çandî pêk dihatin.

Parlemena Japonyayê di 1899’an de bi qanûnekê, kiraseke fermî li asîmîlasyona aînûyan kir. Îro nifûsa Hokkaîdoyê qasî 5 milyon e lê ji vê nifûsê bi tenê 10 kes dikarin bi zimanê aînû biaxivin.

Di salên 90’î de zimanê aînû êdî bûbû zimanekî komeke kesên pîr û zarok bi zimanê xwe nedipeyivîn.

Zimanê aînû hat qedexekirin û axaftin û perwerdeya bi zimanê japonî li hemû erdên nişteciyan hat ferzkirin.

Ev qanûna şermê ya Japonyayê hema hema 100 sal hebûna xwe dom kir.

Di 1997’an de parlemenê vê qanûnê betal kir û di dewsa wê de Qanûna Parastina Çandî qebûl kir.Parastina Çandî qebûl kir.

Lêbelê ji bo parastina çand û zimanê aînû dewlet dereng mabû.

Malbateke xizan a aînû

Di salên 90’î de zimanê aînû êdî bûbû zimanekî komeke kesên pîr û zarok bi zimanê xwe nedipeyivîn.

Mîrasgirê vî gelê têkoşêr, hîn bi dansa hancîkapê, dixwazin mîrateya pêşeroja jandar zindî bihêlin.

Lê ji bo parastina ziman wext dereng e û êdî hew ji devê zarokan gotinên bi zimanê dayikê derdikevin.

Îro nifûsa Hokkaîdoyê qasî 5 milyon e lê ji vê nifûsê bi tenê 10 kes dikarin bi zimanê aînû biaxivin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …