Parlamentoya Fransayê pêşniyazqanûneke din a ji bo berfirehkirina mafên zimanên hatine kêmarkirin red kir. Bi tenê 27 parlamenter beşdarê dengdayina ku di 14’yê Çileyê de hate lidarxistin bûn û ji wan 14 parlamenter li dijî Pêşniyazqanûnê dengên xwe bi kar anîn. Pêşniyazanûn ji aliyê parlamenterê breton Paul Molac ve …
Bêtir »Polonya hebûna Sîlezyayê red dike
Polonya di modela xwe ya netew-dewletê de israr dike. Hikumeta nû ya Polonyayê daxwaza naskirina hebûna etnîk û ziman a Li Sîlezyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistinred kir. Însîyatîfeke Sîlezyayê daxwaznameyeke ku 140,000 kes îmze kiribû pêşkêşî hikumetê kiribû. Di daxwaznameyê de ji hikumetê hatibû xwestin ku …
Bêtir »Cezayir zimanê amazîgî bi fermî nasdike
Hikumeta Cezayirê di çarçoveya reforma destûra bingehîn de bi awayekî fermî zimanê amazîgî nasdike. Reform ji bo erêkirinê wê di vê mehê de pêşkêşî parlamentoyê bê kirin. Serokê Cezayirê Abdulazîz Bûteflîka ku di Nîsana 2014’an de carekê din hatibû hilbijartin, ji bo pêkanîna soza xwe ya xurtkirina demokrasiyê …
Bêtir »RAI cî nade zimanên sardînî û frîûlî
Pêşnûmaqanûneke ji bo reformê ya li Îtalyayê, li dijî zimanên kêmar ên li hin herêman tê axaftin cudaxwaziyê dike. Li gorî vê reformê, wê weşanên RAI’yê (Radyo-Televîzyona Îtalyayê) ji bilî îtalî, bi tenê bi fransî, almanî û slovenî bên kirin. Her sê zimanên wê weşan pê bê kirin …
Bêtir »Polîtîkaya gelên aborîcîn û Girava Tengava Torresê
Ji bo bi dehezaran salan gelê aborîcîn û Girava Tengava Torresê yê vê parzemînê û giravên wê ekosîstemên cihêreng parastine, ziman û çandên kompleks pêşxistine û di navbera xwe û kesên ji derve hatine bazirganiyê kirine. Di nava 200 salên ku kurt dikare bê dîtin ku dema destpêka kolonîzasyona …
Bêtir »Li Silopî dibistana seretayî ya kurdî vebû
Li navçeya Silopî ligel avakirina rêveberiya cewherî, xebatên kurdî jî bênvaber didomin. Li Silopî Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat a bi kurdî perwerdehiyê dide hat vekirin. Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi pêşengiya KURDÎ-DER, Mala Piştgirtiya Perwerdehiyê (MAPER) û nûnertiya Egîtîm Sena Silopî di çarçoveya 9 lingên rêveberiya cewherî …
Bêtir »`Kurd` li Hember Perwerdeya Kurdî
Li Rojavayê Kurdistanê Kantona Cizîrê di sala xwendinê ya 2015-2016 de di her sê salên Seretayî de hemû ders bi Kurdî têne dayîn. Wezareta Perwerdê ya Kantona Cizîrê ji bo vê yekê di havîna borî de amadekariyek xurt ji bo pirtûkên Kurdî kir. Ji bo her …
Bêtir »Li Nisêbînê xebatên kurdewar geş dibin
KURDÎ-DER’a Nisêbînê li hemberî polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî xebatên xwe yên ziman pêş dixe. KURDÎ-DER ji bo welatî beşdarî xebatên ziman bibin xebatan bi awayekî pirhêlî didomîne Li Kurdistanê bi îlankirina rêveberiyên cewherî re li gelek navçe û bajarên Kurdistanê jî KURDÎ-DER’ê lez da …
Bêtir »Dibistana kurdî ya Nisêbînê hate mohrkirin
Li Nisêbînê Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan ku çend roj berê hatibû vekirin, bi hînceta ku “dibistan bê destûr hatiye vekirin” ji aliyê polîsan ve hate mohrkirin. Li taxa Girnawas a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dibistana ku ji aliyê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Nisêbînê û Nûnertiya Egîtîm Senê …
Bêtir »Li Swîsreyê hîndekariya kurdî belavî sê kantonan bû
Photo: Diyarname.com Li sê kantonên li Swîsreyê êdî kurd dikarin zarokên xwe bişînin kursên zimanê kurdî yên li dibistanên fermî. Ji îsal û şûn ve, hîndekariya kurdî (kurmancî) ji bilî kantonên Zurich û Baselê, wê li Kantona Bernê jî dest pê bike. Perwerdeya kurdî ku di çarçoveya Hîndekariya Ziman …
Bêtir »Li Fransayê pênc xwepêşandanên ji bo parastina ziman
Li herêmên cuda yên Fransayê di heman demê de pênc xwepêşandanên ji bo parastina zimanên hatine marjînalkirin hatin lidarxistin. Parazvanên ziman daxwaz kirin ku zimanên wan ji aliyê dewletê ve bên naskirin û parastin. Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandên ku di 24’ê mehê de li Montpeller (Oksîtanya), Bayona …
Bêtir »Nisêbîn bû xwediyê dibistana kurdî
Li Nisêbînê bi pêşengiya KURDÎ-DER’ê û Nûnertiya Egîtîm Senê dibistanake ku wê bi kurdî perwerdeyê bike hat vekirin. Di merasîma dibistana bi navê Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan de parlementer Gulser Yildirim axivî û bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanê. Dibistan a ku li …
Bêtir »Pêdiviya zimanê galî bi axêverên nû heye
Cymdeithas yr Iaith Gymraeg (Komeleya Zimanê Galî) komeke mirov in ku ji bo zimanê galî têkoşînê dikin. Komele bawer dike ku kampanyaya ji bo zimanê galî parçeyeke têkoşîna li seranserê cîhanê ya ji bo maf û azadiyên kêmaran e. Di demên dawiyê de Cymdeithas dokumaneke ku pêşniyaz dikir ku axêverên …
Bêtir »Li Zarokistanan dersê dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 3-6 salî odeyên lîstikên bi navê zarokistan ava kirine, li van 10 zarokistanan heyama perwerdeyê dest pê kir. Îsal 264 zarok ji zarokistanan sûdê werdigirin, armanca Şaredariya me ew e li her taxekê zarokistanekê vekin û ji bo şaredariyên navçeyan ku …
Bêtir »Operatorên Cornwallê wê bi kornîşî xizmetê bidin
Konseya Cornwallê (Kernow) ya li başûrêrojavayê Brîtanyayê ji operatorên xwe xwest ku di axaftinên xwe yên li ser telefonê ya bi gel re peyvên sereke yên kornîşî bi kar bînin. Ji ber ku zimanê kornîşî ji aliyê hejmareke pir biçûk a welatiyên li herêmê tê bikaranîn, vê tedbîrê wekî …
Bêtir »ELEN Civîna Giştî ya 2015’an li dar xist
Civîna Giştî ya Tevna Wekheviya Ziman a Ewropa (ELEN) di navbera 10 û 11’yê Cotmehê de li paytexta Romanya Bukreşê hat lidarxistin. Civîna giştî bang li Fransayê kir ku statuya fermî bide zimanên di xetereyê de. Herwiha civînê bang li welatên ku arman lê dijîn kir ku …
Bêtir »Senatoya Fransayê erêkirina peymana ziman red kir
Senatoya Fransayê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar red kir. Senatorên rastgir dengên xwe li dijî pêşnûmaqanûna ji bo erêkirina vê peymanê bi kar anîn. Erêkirina peymana ziman a Ewropayê yek ji sozên kampanyaya hilbijartinê ya 2012’an ê serokê niha François Holland bû. Fransa …
Bêtir »Kurmancîya Ermenîstanê û kurmancîya ”Hawar”ê wek hev e!
Têmûrê Xelîl Piranîya ronakbîrên kurdên dervayî Yekîtîya Sovyet gelek caran bi rastnivîsandina me – kurdên Sovyetistana berê – qayîl nabin û bona gotinên xwe mak bikin, rastnivîsandina ”Hawar”ê wek bingeh qebûl dikin. Ez di vê pirsê da ne her dem bi wan ra me û …
Bêtir »Baskî û qada kedê
Cîgirê Wezîrê Polîtîkaya Ziman a Baskê Patxi Baztarrika di derbarê însîyatîfên nû yên hikumetê ya ji bo pêşxistina bikaranîna baskî ya di qada kedê de agahî dan. Baztarrika beşdarê bernameya ku di 7’ê Cotmehê de li Enstîtuya Máquina-Herramienta de Elgoibar hat lidarxistin, bû. Di bernameyê de mijara …
Bêtir »Li Amed, Cizîr û Geverê dibistanên kurdî dest bi perwerdeyê kirin
Li Amed, Gever û Cizîrê dibistanên Kurdî dest bi serdema nû ya perwerdeyê kirin. Dibistana Seratayî ya Ferzad Kemanger û Elî Erel ên li Amedê bi 250 xwendekarî, Dibistana Seretayî ya Bêrîvan li Cizîrê bi 70 xwendekarên nû deriyên xwe ji perwerdeyê re vekirin. Li Amedê Dibistanên Seretayî …
Bêtir »‘Bila rêveberiyên xwecihî xizmeta bi zimanê dayikê bikin’
Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, di vekirina duyemîn dibistana kurdî de axivî, da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, di vî warî de gelek berdêl hatine dayîn û got, ger hikûmeta navendî di vî warî de îmtîna bike, wek rêveberiyên xwecihî ew dikarin xizmeta …
Bêtir »