Welatekî azad lê bêziman!

Necat Ayaz


Kolonyalîzma ziman ji bo gelê kurd ji kolonyalîzma siyasî û leşkerî girantir e. Zincîrên vê koletiya modern ewqas giran in ku heta niha ji bo şikandina wan yek hewldanek pêk nehatiye.

Franz Fanon di pirtûka xwe ya bi navê ‘Lanetkiriyên Cîhanê’ de dibêje, kolonyalîzm rêvebiriya xwe ya li ser roja îro û paşeroja welêt têr nabîne û divê teqez li ser hebûna welêt a dîrokî jî hukmê xwe bike. Lêkolînerê antî-kolonyalîst dîtinên xwe yên di vê mijarê de wisa formûle dike:


Kolonyalîzm tenê bi kontrola xwe ya li ser miletekî û bi valakirina form û naveroka mejiyê mirov têr nabe. Bi fikreke ji vê jî xerabtir, li dîroka miletekî bindest vedigere, wê xera dike, tevlîhev dike û hildiweşîne. Ev karê bêqîmetkirina dîroka beriya dema kolonyal, îro xwedî girîngiyeke diyalektîk e.


Eger mirovê afrîkî li kokên xwe venegere û xwe di nav gelê xwe yê ji aliyê ewropiyan ve wekî “barbar” tê binavkirin winda neke, ew nikare rizgar bibe.

Neteweya hîbrîd a kurdo-tirk ku niha li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê rojane serkeftina xwe pîroz dike, jixwe dibe neteweya me hemûyan!

Li gorî nivîskar, vegera li dîrokê bi riya avakirina çandeke neteweyî pêkan e û ji bo pêkhatina vê jî têkoşîna ji bo hebûna neteweyî pêwîst e. Fanon dide zanîn, di vê têkoşînê de netewe ji nû ve tê damezirandin û pê re jî çanda neteweyî derdikeve holê.

Îcar em bi vê perspektîfa Fanon a şerê li dijî kolonyalîzmê li têkoşîna kurd binêrin, em dikarin bêjin mercên ji bo çandeke neteweyî ya kurd guncaw in. Bi têkoşîneke bêeman a bi dehan salan, hemû sînorên herêmî, olî, zaravayî û civakî hatine bêwatekirin û bingeheke xurt a ji bo netewe û çanda wê derketiye holê.

Di vê xalê de mijareke din a heyatî heye ku divê bi bersiva vê pirsê bê zelalkirin:

Li Kurdistanê, heta rizgariya ziman pêk neyê, hiyerarşiya di navbera tirkî û kurdî de neyê hilweşandin, bêedaletiya civakî-aborî ya li ser vê hiyerarşiyê bilind dibe ji holê neyê rakirin, em nikarin qala “neteweya kurd” û “rizgariya neteweyî” bikin.

Çandeke neteweyî ya kurd bi zimanê tirkî dikare bê afirandin?

Eger dema bersiva vê pirsê “erê” be, neteweya hîbrîd a kurdo-tirk ku niha li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê rojane serkeftina xwe pîroz dike, jixwe dibe neteweya me hemûyan! Lê belê eger em bidin ser riya kevneşopa têkoşîna li dijî kolonyalîzmê, divê em bersiva “na”yê bidin vê pirsê. Li Kurdistanê, heta rizgariya ziman pêk neyê, hiyerarşiya di navbera tirkî û kurdî de neyê hilweşandin, bêedaletiya civakî-aborî ya li ser vê hiyerarşiyê bilind dibe ji holê neyê rakirin, em nikarin qala “neteweya kurd” û “rizgariya neteweyî” bikin.

Kurdistana azad û bêziman çêtir e ji Kurdistana bindest û xwedî ziman?

Kolonyalîzma ziman ji bo gelê kurd ji kolonyalîzma siyasî û leşkerî girantir e. Zincîrên vê koletiya modern ewqas giran in ku heta niha ji bo şikandina wan yek hewldanek pêk nehatiye. Bi riya naskirin û statuyekê an bi riya serxwebûnê meseleya axê dikare bê çareserkirin. Lê digel vê, wê hîn jî dest û lingên gelê kurd bi zincîrên koletiya ziman girêdayî bin.

Her milet di dîroka xwe de dikare carekê bibe xwedî şensê têkoşîna rizgariya neteweyî. Eger ev proseya avakirinê serfiraz be, neteweyek bi ziman wê pêk were. Yan na, wekî Fanon dibêje, wê neteweyeke “bêaso, bêreng û bêkok” derkeve holê.

Bi pirseke din a ji bo her kesî em vê gotarê bi dawî bikin:

Kurdistana azad û bêziman çêtir e ji Kurdistana bindest û xwedî ziman?
Ji bo bersiva vê pirsê, divê wateya li azadiyê hatiye barkirin bê nîqaşkirin.
Lê ez di vê mijarê de zelal im. Ez welatekî xwedî statu lê bêziman naxwazim!

Ev nivîs di rojnameya Xwebûnê de hatiye xweşandin-

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …