Çîn zimanê mandarîn li Başûrê Mongolyayê ferz dike

Asîmîlasyon yek ji çekên herî kêrhatî ya dewletan e da ku bikaribin hebûna neteweyên kêmar tune bikin

Rêvebiriya Çînê ji destpêka aloziya Hong Kongê û vir ve polîtîkaya xwe ya asîmîlasyona ziman a li dijî kêmarên etnîk zêdedit dike

Pekîn, perwerdeyê di vê mijarê de wekî qada bingehîn dihesibîne û polîtîkayên xwe bi giranî li dibistanan dimeşîne

Û niha wisa xuya dike, piştî midaxeleyên asîmîlasyonîst ên li Tîbet û Hong Kongê, niha jî dor hatiye ser Mongolyayê

Başûrê Mongolyayê welatekî di bin destê Çînê de ye û berûberê sînorê Mongolyaya serbixwe dirêj dibe.

Li vî welatê ji beriyên zer û bê dawî pêk tên, ji 25 milyona mongolan tenê 5 milyon mane.

Ji ber ku di demên dawî de bi qasî 20 milyon mongolî ji Çînê koç kirin û hatin li welatê xwe bicih bûne.

Û bi vî awayî li beşa li bin destê Çînê ya xaka bavûkalên xwe mongolî îro ketine rewşa hindikahiyê û roj bi roj ji mafên xwe jî bêpar tên hiştin.

Çîn niha dixwaze benê asîmîlasyonê yê li dora gewriya vî gelê aştîxwaz pêçaye zêdetir bişidîne.

Tê ragihandin, rêvebiriya Pekînê, bi bernameyeke din a asîmîlasyonê midaxaleyê perwerdeya li Mongolyaya Başûr dike.

Ev agahî ji aliyê Navenda Mafên Mirov a Mongolyayê Başûr a li Amerîkayê hat parvekirin.

Navendê, bi belgeyên orjînal dide zanîn, ji 1’ê Îlonê û şûn de wê çînî li hemû dibistanên seretayî û navîn ên Mongolyaya başûr, bibe zimanê perwerdeyê.

Digel ku Mongolyaya Başûr xwedî rêvebiriyeke xweser e, haya rêvebiriyê ji vê biryarê tuneye.

Biryara hukumeta Çînê ya di derbarê perwerdeyê

Ev jî wekî binpêkirina Qanûna Otonomiya Kêmarên Etnîk tê hesibandin.

Parêzerên zimanê mongolî, biryara hukumeta navendî wekî hewldaneke jenosîda zimanî dibînin û li dij radibin.

Herwiha ji niha ve gelek malbat didin zanîn, ew ê zarokên xwe îsal neşînin dibistanê.

Dîrektorê Navenda Mafên Mirov a Mongolyayê Başûr Enghebatû Togoçog rexneyên giran li polîtîkaya Çînê dike û derbarê encamên asîmîlasyonê de van agahiyan dide:

Enghebatu-Togochog

Di 30 salên dawî de, li Başûrê Mongolyayê perwerdeya bi zimanê mongolî hema hema ji holê hat rakirin. Li seranserê welêt xwendekarên bi zimanê mongolî perwerde dibûn ji sedî 80 kêm bûn. Bi vê bernameya asîmîlasyonê jî êdî qirkirina çandî li Başûrê Mongolyayê gihîştiye asta herî dijwar..

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …