Kurdî ber bi xetereya potansiyel ve diçe

Lêkolîner Necat Ayaz îdîa kir ku zimanê kurdî ber bi xetereya potansiyel ve diçe. Ayaz got ku ji ber koça hundir, koça ber bi derve û bilindbûna statuya civakî ya li bajarên kurdan kurdî bi lez ji nava civakê vedikişe û ciyê xwe ji tirkî re dihêle.

Di roja yekemîn a 2. Fûara Pirtûkan a Amedê de paneleke bi mijara Perwerdeya Azadker hat lidarxistin. Di panelê de lêkolîner Ayaz di derbarê rewşa zimanê kurdî de dîtinên xwe pêşkêşî beşdaran kir. Ayaz xetereyên li dijî kurdî bi wiha senifand:

Koça hundir/bajarîbûn: Di navbera 20-25 salan de 4-5 milyon kes li welat koçî bajaran kirine. Ji ber ku li bajaran zimanê sazî û xizmetan bi tirkî ye, di navbera kurdî û tirkî de hiyerarşiyeke pêk tê û demeke şûn de kurdî ji jiyana civakî vedikişe.

Bilindbûna statuya civakî: Pêkhatina çîna navîn û windabûna kurdî bi hev re pêk tên. Tirkî wekî zimanê xwedî prestîja sosyal di dema mobîlîzasyona ber bi jor ve tê hilbijartin.

Koça derve: Di navbera 20-25 salan de bi texmînî 5-6 milyon kes koçî herêmên rojavayê Tirkiyeyê kirine. Li rojavayê Tirkiyeyê tirkî zimanê hegemon ê hemû qadên civakî ye.

Şerê bajêr: Hema hema hemû şerên bajêr li hêlînên klasîk ên kurdî pêk hatin. Bajarên kurdîaxêf hilweşiyan, aborî têk çû û bi hezaran kes bi koçkirinê re rû bi rû man.

Ayaz piştî diyarkirina xetereyên li jor, gihîşt van encaman:

  • Zimanê kurdî ji koça hundir hez nake.
  • Ziman kurdî ji pêkhatina çînên bilindtir hez nake.
  • Zimanê kurdî ji koça ber bi derve hez nake.

Rizgariya siyasî û rizgariya ziman herdem bi hev re pêk nayên

Di dawiya axaftina xwe de Ayaz hin dîtin û nêzîkbûnên şaş ên Siyaseta kurd rexne kir û wiha axivî: “Heta 2005’an Siyaseta Kurd ziman wekî qadeke xweser a xebatê nedît û piştî vê demê, heta 2015’an  xebateke berfireh pêk nehat.”

Ayaz da zanîn ku tecrûbeya Îrlanda, Quebec, Bask û Bolîvyayê nîşan dide ku derdora ku dibêje wê rizgariya siyasî rizgariya ziman bi xwe re bîne bê bingeh e. Ayaz diyar kir ku digel ku ji sala 1922 û vir ve Îrlanda welateke serbixwe ye, ji % 98’ê civakê bi îngilîzî diaxive û lewma zimanê îrlandî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.

ayaz2

Yek dîtinên ku ji rexneyên Ayaz para girt di derbarê perwerdeyê de bû. Ayaz destnîşan kir ku Siyaseta Kurd heta demeke nêzîk perwerdeyê bi tenê wekî karê dewletê dîtiye û pêdiviyê bi însîyatîfên sivîl nedîtiye. Li aliyekî din, Ayaz got ku heman siyaset bi awayekî maksîmalîst nêzîkî perwerdeyê bûye û derfetên biçûk wekî dersa hilbijarî, vekirina kurdolojiyê û dibistanên taybet red kiriye.

Ji bo pûçkirina vê helwesta îktîdarparêz Ayaz ji Baskê û Îrlandayê hin mînak dan û got ku beriya li van her du welatan mafên ziman bên naskirin û perwerdeya bi zimanê baskî û îrlandî dest pê bike, bi destê însîyatîfên ziman karê perwerdeyê hatiye kirin û ji bo dema piştî statuyê bingeha perwerdeyê hatiye amadekirin.

Lîberalîzma ziman li dijî mafê ziman xetereye

Ayaz balê kişand ser hewldanên ku hin sazî û akademîsyen bi argumana “duzimanî û pirzimanî” pêk tînin û vê nêzîkbûnê wekî lîberalîzma ziman rexne kir. Ayaz got ku vê derdorê di dewsa Perwerdeya Zimanê Dayikê de çend modelên perwerdeyê pêşkêşî malbatan dikin û dixwazin malbat modelekê hilbijêrin.

Ayaz got ku di nava civaka kurd de bingeha lîberalîzma ziman heye û di vî warî de van rastiyan destnîşan kir: Belavbûna tirkî di nava civakê de, pêkhatina çîna navîn, ji aliyê şarezahiya kurdî ve pêkhatina komên cuda û belavbûna kurdî di nava saziyên kurd de.

Encam: Kurdî ber bi xetereya potansiyel ve diçe

Di dawiya panelê de lêkolîner Ayaz gihîşt van encaman:

  • Kurdî ber vi xetereya potansiyel ve diçe
  • Nêzîkbûna aktorên siyasî li pêşiya vejîna ziman dibin asteng
  • Siyaset ji îdeolojiya rizgariya ziman bêpar e û radîkalîzm xisarê dide parastina ziman
  • Akademî û hin saziyên sivîl li pêşiya rizgariya ziman dîwareke lîberalîzmê lê dikin.

Înfowelat

About infowelat.com

Check Also

Fransî li Kanadayê ne di ewlehiyê de ye

Îngilîzî li Quebecê ji fransî deh car zêdetir pêş dikeve Kesên bi îngilîzî diaxivin li …