Xwepêşandana Pamplonayê ya ji bo zimanê baskî

Li Herêma Xweser a Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê alîgirên zimanê baskî carekê din daketin kolanan û dengê xwe bilindkirin. Qasî 5000 kes beşdarê meşa ku di 4’ê Pûşperê de li paytexta Navarrayê  Pamplona (bi baskî Iruñea)  hat lidarxistin bûn.

Meş ji aliyê Kontseilua (Konseya Civakî ya Baskî) hat lidarxistin. Kontseilua ji mêj ve ye dide zanîn ku qanûna ziman a li Navarrayê xisarê dide parastina zimanê baskî û divê ji bo guherandina wê hin hewldan bên kirin. Bi mebesta protestokirina vê qanûnê di meşê de slogana “Qanûna Baskî xisarê dide herkesî” hat bilindkirin. Ji bilî vê, aktîvîstên ziman daxwaz kirin ku asta bikaranîna baskî di rêvebiriya xweser a Navarrayê de bê zêdekirin.

Sekreterê Giştî Kontseiluayê Paul Bilbao, şaredarên Pamplonayê Joseba Asiron û parlamenterên Parlamentoya Navarrayê yê ji partiya EH Bildu Maiorga Ramirez û Miren Aranoa jî beşdarê vê meşê bûn.

Piştî meşê Paul Bilbao axaftinekê kir û got ku ji ber biryarên negatîf ên dadgehên herêmî yên di derbarê dibistanên seretayî yên Pamplonayê û yên di derbarê plana ji bo baskî ya şaredariya Baztanê de ew mecbûr mane ku dakevin kolanan. Bilbao diyar kir ku pêşxistina bikaranîna zimanê baskî heq e û ji bo wekheviya civakî pêdivî pê heye.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …