Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê hat weşandin

Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike.

Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên ji aliyê weşanên Cervantes hat weşandin. Pirtûk ji aliyê wergêr û nivîskar Fahriye Adsay ji îngilîzî hatiye wergerandin.

Pirtûka ku ji aliyê  Ngugî wa Thiong’o hatibû nivîsandin,  di 1986’an de bi navê Decolonizing Mind: The Politics of Language in African Literature hatibû weşandin. Ev xebat, ji gotarên nivîskar pêk tê ku li ser rola ziman a di çand, dîrok û nasnameya neteweyî de disekine. Pirtûk yek ji xebata herî naskirî ya nivîskar e û li seranserê cîhanê wekî mînakeke serketî ya têkoşîna çandî ya li dijî mêtingeriyê (kolonîzasyon) hatiye nîşandayîn.

Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Rizgarkiririna Hiş ji Mêtingeriyê ji çar gotaran pêk tê: “Zimanê Wêjeya Afrîkî,” Zimanê Şanoya (Tiyatro) Afrîkî, “Zimanê Romana Afrîkî” û “Lêgerîna bo Guncandinê” pêk tê. Thiong’o ji bo vê xebatê diyar dike ku “xebat ji kurteya hin mijarên wekî roman, şano, rexnegirî û fêrkirina wêjeyê ne ku ez di bîst salên dawî de gelek jidil beşdar bû me, pêk tê”.

Ngugî wa Thiong’o kî ye?

Nivîskar Thiong’o aniha li beşa Wêjeya Îngilîzî û ya Danbehevkirî (Komparatîv) a Zanîngeha Kalîfornayê ya DYA’yê profesor e. Nivîskar di salên xwe yên pêşiyê yên li Kenyayê bi kurteçîrokan dest bi xebata xwe kiriye û paşê di gelek beşê hunerê de berhemên hêja nivîsandine.

Ji ber ku di berhemeke xwe de rewşa Kenyaya post-kolonyal rexne dike, di 1977’an de tê girtin. Piştî kampanyayeke navneteweyî, ji aliyê rêvebiriyê serbest tê berdan. Thiong’a piştî girtîgehê diçe derveyê welat û ji bo demokratîkbûna Kenyayê xebatên siyasî dimeşîne.

Thiong’o hîn jî xebatên xwe yên wêjeyî bi berhemên giranbuha dom dike. Wî di vê pêvajoya dirêj a berhemdariya xwe de gelek xelatên wêjeyî û yên akademîk girtine.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal dikare bibe xwedî mîlyonek axêverên ziman?

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike …