Beza 11 rojan a ji bo parastina zimanê îrlandî

 

Li Îrlandayê bi hezaran kes beşdarê beza ji bo ziman a bi navê Rith bûn. Beza Rith ku bi armanca bilindkirina hişmendiya ziman tê lidarxistin, cara ewilî 4 sal berê hat lidarxistin.

Berpirsên lidarxistina pêşbirkê didin zanîn ku heta niha 50,000 kes beşdarê çalakiyên curbecur bûne ku hejmar ji niha ve hejmara sala dawî ya 30,000’i derbastir kiriye.

Di pêvajoya çalakiyên di nava vê bûyerê de tên lidarxistin de ji bo destekirina xebatên parastina zimanê îrlandî pere jî tên berhevkirin.

Bez di 4’ê Adarê de li Cill Droicheada li Kildareyê dest pê kir. Beşdar 700 km beziyan û di 32 navçeyên Komara Îrlandayê  û Îrlandaya Bakur re derbas bûn.

Beza beşdaran di 14’yê mehê de li ber postaxaneya Kolana O’Connellê ya li paytext Dublinê bi dawî bû. Ev postexane di dema serhildana 1916’an a li dijî kolonyalîstên brîtanî hatibû lidarxistin de navenda serhildêran bû. Hêzên brîtanî bi awayekî xedar serhildarê hat têkbirin lê di dawiyê de Brîtanya mecbûr ma di 1919’an de serxwebûna Îrlandayê qebûl bike.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …